29 september 2024

Erebê herî baş jî li dijî Îsraîl û avabûna Kurdistanê ye


Serokwezîrê Îraqê Mihemed Sûdanî, kuştina serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah  şermezar kiriye, gotiye kuştina Hesen Nasrallah sûcekî giran e, Îsraîl bi vê yekê hemû xetên sor “derbas kir.”

Sûdanî, Hesen Nasralah wekî “şehîdê rêya rast” bi nav kiriye û ji bo wî 3 roj şîn îlan kiriye.
Sûdanî  fikrê wî çi be jî ereb e, misilman e, lema jî otomatîkman neyarê Îsraîl, cihûyan û kurdan e.

Erebê herî baş jî dijminê cihû û kurda ye, naxwaze dewleteke cihûyan(yahûdiyan) û kurdan hebe. Dixwazin cihû û kurd nebin xwedî dewlet. Ev daxwaza dilê her erebî, her tirkî, her farisî, heta ya misilmanên din e jî. 

Heta meriv kane misilmanan jî li ereban zêde bike. Tu welatekî misilman piştgiriyê nade avabûna dewleteke yahûdiyan û kurdan. Giş dixwazin Îsraîl nemîne û Kurdistan çênebe.

Lê yahûdiyê li dijî avabûna Kurdistanê tune ye. Tu serokekî yahûdî, tu siyasetmedarekî yahûdî dijminatiya kurdan nekiriye û ne li dijî avabûna Kurdistanê bûye.
Hûn li Îsraîl ji kîjan cihûyî bipirsî ewê ne li dijî avabûna Kurdistaneka serbixwe be, ewê bibêje heqê kurda ye dewleteke wan jî hebe.
Lê ereb, faris, tirk û misilman eksê vê ne. Kes pişrgiriyê nade avabûna Kurdistanê. Dibê em kurd vê rastiyê bizanibin.

XXX

Piştî kuştina serokê Hizbullahê Hesen Nasrallah gelek rojnamevan û pisporên siyasî dibêjin Hizbullahê bêdeng nemîne, ewê bersîveke mezin û pir giran bide Îsraîl. Bi paçikan serê Hizbullahê zêde mezin dikin.

Bi baweriya min Hizbullah nikane tu jahrê jî belav bike. Çend fuzeyên di destê wan da mane kane bavêjin ji Îsraîl da, lê vala ye. Bi teqîna têlsizan Hizbullah ket komayê.

Hizbullah qediya, ez wer dibînim.

Îran jî newêre êrîşî Îsraîl bike. Îran baş zane, heger fuzeyekê bavêje ji Îsraîl da, Îsraîlê Îranê bike Xeza.

Îran feqîrên Yêmenê bi kar tîne. Lê ew nikanin tu zirarê bidin Îsraîl, tiştekî wiha derî qeweta wan e.

Ereb û dinya ji Hamasê, ji Hizbullahê xelas bibe baş e.

Ereb li gelek deran kuştina Hesen Nasrallah pîroz dikin, şîraniyê li milet belav dikin.

Qedandina Hamasê û Hizbullahê bû para Îsraîl. Ev herdu tevgerên terorîst ji ortê rabin baş e. Bi kêmanî dibê baş werin baskokirin, ji bo ku nikanibin zirarê bidin kesî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar