09 augusti 2024

Di metroyê da êdî çavên meriv bi kesên rojname û kitêban dixwînin nakeve


Di van 20-30 salên dawîyê da dinya pir zû guherî, bi vê guherînê ra kultur, zewq û hewesên însanan jî guherîn.
Îro wexta xanimê ji bo kontrolê li nexweşxanê hebû. Wexta wê sibê zû bû, em seet di 06.30´î da ji malê bi rê ketin.

Di metroyê da çavê her kesî, kal, pîr, jin, mêr, biçû, mezin di telefonê da bû.
Min ji xanimê da got:

-Berê, sibehan dema ez diçûm kar hema hema di destê her kesî da ya rojnameyek, ya jî kitêbek, kovarek hebû. 

Nuha di metroyê, di otobozan da meriv kesên rojnameyekê, kitêbekê dixwîne qet nabîne. 

Çavên meriv tu carî bi rojnameykê, bi kitêbekê nakeve. Meriv dibêje qey rojname, kitêb ji ortê rabûne.

Çavên her kesî di telefonê da ye.
Însanên berê di metro û otobozan da dixwendin giş bi ku da çûn?
Gelo însan êdî rojname û kitêban naxwînin?
Bi guherîna dem û dewranê ra zewqên însanan, mijûliyên însanan, kultura însanan jî hatiye guhertin.


Xwendina dijîtal dewsa rojname, kitêb û kovarên fizîkî girtiye. Jixwe li Swêd rojname jî êdî rojane dernayên.
Rojnameyên berê her roj derdiketin, sibehan bi berbangê ra li aboneyên wan belev dikirin, nuha heftê du rojan, roja sêşemiyê û roja îniyê dertên.
Înternetê, pêşketina teknolojiya dîjîtal rojnameyên kaxetî kuşt, ew jî bûne dijîtal, meriv di telefon û kompîtora xwe da dixwîne.


Pêşketin, guherîn tim çêbûye, tu tişt wek xwe namîne, bi guherînên civakî, sosyal ra însan jî, kultura însanan jî diguhere, lê guherîna di van 30-40 salên dawî da pir û pir mezin e.
Li Stockholmê seet heta 10 her der girtîye, maja miriye. Me pastexaneyek vekirî dît, me çû xurîniya xwe lê kir. Dûra jî em bîstekê li başûrê Stockholmê bîstekê gerîyan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar