Ji şexsan ra jî, ji miletan ra jî carnan li hev tê, kabê wan mîr tê.
Hinek ji heq dertên, wî şansê xwe ji dest bernadin, hinek jî
pihînekê lê didin, ji ber deriyê xwe diqewirînin.
Ji me kurdan ra di tarîxa me da cara pêşî ye hewqasî li hev
hatiye, lê wek pêşîyên xwe em jî dikin vî şanşê tarîxî ji dest bidin.
Çê kiro bi xwe kiro, xerab kiro bi xwe kiro.
XXX
-Heger tu ji şaşiyê ra li çepikan dixî fikrê te tune ye.
Heger tu rast û xwar ji hev nagerînî aqilê te tune ye.
Heger tu derewê diparêzî exlaqê te tune ye.
Heger te aqil û exlaqê xwe dabe kirê jixwe tu najî.
Etienne de La Boétie
XXX
”Ga di bin nîr da dinalin. Çûk ji qefesê bi gazin in.”
Dibê miletek jî bindestiyê qebûl neke, bixwaze zincîrên
bindestiyê biqetîne û azad bijî.
Tu tişt bi qasî jiyana di bindestiyê da pîs, rezîl tune ye.
Ha koletî, ha bindestî, ferq tune ye. Gerek meriv bi wî çavî
lê binêre.
XXX
Li Kurdistana Başûr PDK û YNK li hembrî dijminên xwe destên
xwe nadin hev, Amerîka jî nikane wan li hev bîne.
Meriv kîjanî rexne bike bêfêde ye, zirar tê heye. Tu kîjanî
neheq bikî xerab e.
Ji bo tiştên wiha kurdan gotiye:
”Serê ço jî bi gû ye, binê ço jî bi gû ye. Ya baş meriv dengê xwe neke, belkî ”Xwedê” çêke.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar