27 augusti 2024

Bîranînek ji gerra Kurdistanê

Di seyaheta xwe ya Kurdistanê ya vê biharê da min gelek fotograf girtin. Ji wan hinek min bi telefona xwe girtibûn, hinek jî hin nas û dostan girtibûn. 

Gelekên wan min di Facebokê û X´ê da parve kirin.

Jêhatê biraziyê min ji min ra du rismên xweşik şandine. Kêfxweş bûm. Min ev risim berê belav kirine ya na nayê bîra min. 
Di 15´ê gulanê da em li nava Sûrê digerîyan. Em çûn Mala Ahmed Arîf, Qesra Cemîl Paşa û Mala Dengbêjan.

Ya li nêzî Qesra Cemîl Paşa bû, ya jî li kêleka Mala Dengbêjan bû, xanimek li ber derîyekî sekinîbû, ez nas kirim, bi kêfxweşiyeke mezin hat pêrgî me, ez û xanim himêz kir. Em dawetî hundur hewşî kirin.

Em çûn hundur hewşê. Xortek jî li hundur bû. Ji ber ku navê xanimê û yê xort nayê bîra min xemgîn im.


Xanîyekî restorekirî, pir xweşik bû. Hewş, odeyên hundur wek muzeyekê bû. Hundur tije tişên ji bo diyariyan hatibûn çêkirin. Xişir, kinc, risim, gelek tiştên xweşik, rengo rengo difrotin. Mekanekî meriv jê têr nedibû. 
Ez gelek silavên xwe dişînim ji wan herdu ciwanên hêja ra. 

Em bîstekê li hundur gerîyan, me bala xwe da tiştan. Em rûniştin, çay îkramî me kirin.

Xanimê dismalek diyarî xanimê kir. Me sê bazin jê kirî.
Jêhat ji wê hewşê du foto şandine. Xwezî me çend fotoyên din jî girtiba û navê wê derê jî bihata bîra min.

Hêvî dikim ew xanim vê nivîsa min bibîne û navê xwe û ya wê muzeya xweşik bibêje. Kesên dixwazin ji evîndara xwe, ji evîndarê xwe ra diyarîyekê bikirin ew der cîyekî mikemel e, ji bo diyariyan her tişt lê heye.

Not:
Kesên xanima bi me ra nas dikin navê wê û navê ciyê wê binivîsin ezê kêfxweş bibim. 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar