07 juni 2024

Werin bîstekê guh bidin gotinên zêrîn yên Edê xanimê

Ka werin bîstekê guh bidin gotinên zêrîn yên Eda Eda Mahdo xanimê, li vê xanima zana ya êzdî guhdarî bikin.

Eda Mahdo ya wêranşarî wek fîlozofekê, wek sosyologekê tahlîl û analîza serdema me, tarîxa me, rewşa me kurdan dike.

Li ser tarîxa me ya nêz, li ser urf û adetên me yên wendabûyî gelek tiştên muhîm dibêje.

Vîdeoyeke pir û pir hêja ye, bi ya min dibê fîlozofên me, sosyologên me, zanayên me guh bidin gotinên Eda Mahdo xanimê û analîzan li ser bikin.

Ez bûm heyranê gotinên wê, tahlîlên wê. Edê xanim ne tenê sitranbêjeke mezin e, di eynî wextê da jineka zana, bi kultur û civaknaseka hêja ye jî.
Ji axaftina wê çend gotinên wê:
-Kalbûn û pîrbûn çepel e, ker û kûçikan pê da kele kel e.

-Ê bavo ruh şêrîn e. Tu sed salî li dinê bi, bi zêr û zîv xennê bi, şevekê meriyê mîvanê bêmirada qebrê bi.

Qebra tarî mala me ye, Mendo megrî hez û girî nafîle ye, qebra reş û tarî mala me ye.

Videoya EdêVideoya Edê

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar