02 juni 2024

Rojnivîskên rêwîtiya min a Kurdistanê

 

Min berê jî qail kir, di gerr û seyaheta xwe ya Kurdistanê da min her roj bi kinî qala gerr û serpêhatiyên xwe kir û di Facebookê û Twîtterê da roj bi roj belav kir.
Ji ber ku nivîsên rojane, rojnivîsk in di Facebookê û Twîtterê da xwendina wan dûrra zor e, dibê meriv roj bi roj lê bigere. Ew jî hinekî zor e, jê ra wext lazim e.
Ji bo ku meriv bikanibe rojnivîskan gişan li ser hev bixwîne, min hemû, ji 18´ê nîsanê, roja em bi rê ketin, hetanî 27´ê gulanê, roja em vegeriyan Swêd, giş kirin yek dosye, yek nivîs.

Bi vî hawî xwendina wan rehettir e. Çimkî giş bûne nivîsek. Kesên berê nexwendibin nuha kanin gişan li ser hev bixwîne.
Di parvekirinên xwe yên di Facebookê û Twîtterê da min rojnivîsk û serpêhatiyên xwe nenivîsîne, hin jî kin nivîsîne. Di vir da ew jî bi temamî hene.
Li alî din rojnivîsk bi vî hawî ji wendabûnê jî xelas dibin, di Facebookê û Twîtterê da kanin wenda bibin, di bloga min da ciyê wan saxlemtir e. Min wek dosye li ba xwe jî qeyd kir, ez kanim li dereke din jî biweşînim.
Min gelkî dixwest bi rojnivîskan ra fotografên wan jî belav bikim, çimkî her nivîsek fotoyê wê jî heye. Di Facebookê û Twîtterê da min gelek fotograf parve kirin, lê di vê nivîsê da ez nikanim wan fotografan biweşînim. Karekî wiha pir zor e, ez ji heq dernayêm. Lema ez rojnivîskan bêyî foto belav dikim. 
Bi rojnivîskan ra fotograf jî hebûna helbet baştir bû, lê ez ji heq derneketim.

Hêvî dikim dîsa jî bi dilê we be.

 

XXX

18-04-2024
Piştî hesreta 10 salan gihîştim welatê xwe.

Nuha li Amedê, di nav miletê xwe da me. Pir kêfxweş û bextewar im. Hinekî bi tirs bûm, min baş nizanîbû tiştek li ser min heye ya na. Lê min xwe ji her tiştî ra amade kiribû.

Yên bixwazin kanin li WhatsAppê xwe bigihînin min.

XXX

19-04-2024

Şeva çûnî ji kêfa, ji xeyalên di serê min da xewa min nehat. Bêxew im. Li welatê xwe meriv pir dilaşad e. Fena meriv li ba diya xwe be. Ne welatê xelkê dibe welatê meriv, jî diya xelkê dibe diya meriv.

 

XXX

20-04-2024

Do min rojeke pir xweş derbas kir. Çùm Botan Timesê min gelek keç û xortên hêja dìtin. Bi dìtina wan pir dilşad bùm.

Numra telefona min a vir: 05011491281

ya jì WhatsApp hûn kanin telefonî min bikin.

 

XXX

21-04-2024

Li maça Amedsporê me. Sipas ji bo camêriya Resûl Bafeyî. Camêr mêrekî di ser pozê xwe ra ye.  bilêta maçê ji min ra şand. Lê çi heyf me, Amedspora me 2-0 têk çû. ez pir qeherîm. Pir xeran lîstin. Ji qahra min got, heger min bilîsta minê ji wan xweştir bilîsta.

 

XXX

22-04-2024

Xwedê kir hevalên wek Heyder Diljen û Sabîha xanimê hene. Ne hûnbûna me îro hewqas derên xweş nedidît.

Sipas ji bo mazûbaniya we.

 

XXX

23-04-2024

Do li Ameda rengîn rastî dostê xwe hêja Selîm Temo hatim. Surprîzeke pir xweş bû. Em kirin mîvan. Me sohbetek xweş kir. Bi vê surprîzê pir kêfxeş bûm.

Bi xêr dema vegeriyam ezê qala van surprîzên xweş bikim.

XXX

23-04-2024

Bi du dost û hevalên ezîz, Malmîsanij û Mîkaîl Bulbul ra li Ameda xopan me sohbet, şêwir û mişêwrek pir xweş kir. Em têr keniyan

 

XXX

24-04-2024

Pirtukakurdî û Pall Weşanê bi navê "Temenek li pey nivîsa kurdî" îlana civîna min dane. Avîşekî xweş çêkirine.

Sipas ji bo Weşanxana Pall'ê û Weşanxana Dara.

Mala wan ava be.

Zinarê Xamo piştî 44 salên li pey nivîsa kurdî û bi dehan salên li sirgûniyê, cara ewil li welatê xwe, li Bakur bi xwendevanên xwe re tê cem hev. Em we hêjayan vedixwînin vê gotûbêj-îmzeya li ser serpêhatiya temenekî li pey nivîsa kurdî.

27.04.2024 / Şemî

16.00 - 18.00

Pirtûkakurdî / Diyarbekir

XXX

24-04-204

Şeva çûnî em mîvanên malbata dozmama xwe Şaîbeyê bûn. Me bi hev ra şevbêrkek xweş, mişt bîranîn derbas kir.

Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji dil.

Me li aşxaneya wan hevdu dît. em hetanî derengê şevê rûniştin. Navê cî Babel Teras e, ciyekî muhteşem e.

 

XXX

25-04-2024

Do êvarî em mîvanê Mîkaîl Bulbul xoce bûn, me şevbêrkek xweş derbas kir. Gelek sipas ji bo wê mazûbaniya ji bo me bû bîranînek nayê jibîrkirin.

XXX

25-4-2024

Hatim Wêranşara xopan.
Min bîriya wê kiribû.

 

XXX

26-04-2024

Li Wêranşarê bi çend xort û hemşeriyên min ên ezîz ra rûniştime sohbet dikim.

Gelek sipas ji bo wê qedişînasiya wan a ez pir dilşa kirim.

 

XXX

27-04-2024

Li Amedê gotubêja bi min ra pir baş derbas bû. Gelek keç û xort hatibûn. Lê yek ferd jî ji hêzên, partiyên siyasî nehatibû. Dost û hevalên min ên siyasî jî kes nehatibû.

Sipas ji bo keç û xortên hatin li min guhdarì kirin.

Ji bo min hezkirina we têrê dike..

 

XXX

28-04-2024

Gelek sipas ji keç û xortên do hatin li min gudarî kirin. Bi hatina wa pir dlşa bûm.

Yek dost hevalê minê siyasî, yek berpirsiyar û kadirekî partiyan nehatibûn. Texmîna min rast derket.

Lê keç xort hatibûn, hezkirina wan besî min e.

 

XXX

28-04-2024

Çûm mala xaltiya xwe Meyrê. Me bi hev ra fotoyekî malbatî girt. Birayên min Fûat û Mihemed Berzan jî bi me ra bûn. Gelek kes hatin dîtina min.

 

XXX

28-04-2024

Li Ameda rengîn, li qahwexana Kastal. Kastal di nava Sûrê da ye, mekanekî pir xweş e.

XXX

28-04-2024

Îro mîvanê PCS(Platforma Ciwanên Serbixwe) bûm. Camêran em ezimandin şîvê.

Bi nasîna wan pir kêfxweş bûm. Bi hêviya keç û xortên wiha zêde bibin.


XXX

29-04-2024

Îsal ne Amedspor tenê, tîma Wêranşarê, Batmanê û Wanê jî bûne şampîyan. Nigê min ji taximên Kurdistanê ra bi xêr hat.

Şalê jimara tîmên me yên bibin şampiyon zêde bibin

Ez ji gişan hez dikim, giş yên me ne, ji taximên welatê xwe hez bikin.

Ez zanim Wan hîn nebûye şampîyon, lê înşela ewê bibe.

 

XXX

29-04-2024

Do êvarê ez û xanim berê çûn navenda PCSê (Platforma Ciwanên Serbixwe), dûra camêran em birin aşxaneyeke xweşik. Me bi hev ra civateka xweş danî.

Gelek sipas ji bo wê mîvanperweriya we ji dil ú can.

Bi nasîna we, bi sohbeta we pir kêfxweş bûm.

Hêvî dikim yên wek we zêde bibin.

 

XXX

29-04-2024

 

Do me riya xwe bi Mizgefta Mezin(Ulu Camiyê)xist, di hewşa wê da em hinekî gerîyan. Tije turîstên tirk bûn. Min çend risim girtin lê xweş derneketine.

Lê ez çûm, min tewaf kir.

Me li aşxana Mêrdînê ya li hinda Minara Çarnig navroja xwe xwar. Me kebab xwar. Porsiyon 250 lîreyê tirk bû. Bi rê da me çend nas û dost dîtin. Surprîzên xweş bûn .

XXX

30-04-2024

Şeva çûnî ez û xanima xwe mîvanên Sabîha xanimê û Heyder Diljen bûn. Me li şaneşîna wan şevbêrkek xweş, tam li gorî dilê xwe derbas kir.

Ji kêfa me ji bîr kir rismekî bigrin.

Sipas ji bo wê mazûbaniya xweş û ji dil.

 

XXX

30-04-2024

Îro em mîvanên Weqfa Mezopotamyayê bûn. Mamoste Mîkaîl Bulbul û keç û xortên din qedrekî pir mezin dan me. Me sohbeteke germ û xweş kir. Hebûna dezgehên wisa û keç û xortên wisa min pir dilşa dike. Kurdperwerî ji wan difûriya. Sohbeta bi kesên wiha ra bîna min fire dike.

Sipas ji bo mamoste Mikaîl Bulbul.

XXX

30-04-2024
Xortê hêja Yusuf Aydin em dawetî konsera Tara Mamedova kirin. Ji bo vê qedirşînasiya wî ez çiqasî sipasî wî bikim hindik e.

Em pir dilşa kirin. Mala xortê hêja ava be.

Şeveke pir xweş bû. Di salonê da belkî hezar kes hebûn.

Xort ji Farqînê ye û li zanîngehekê dixwîne. Kilaman jî dibêje. Di şevê da kilama Were bêmal got. Pir xweş got. Salon rabû ser niga.

Di dema teqdîmê da got Zinarê Xamo jî di nava me da ye. Bi ya min ne hewce bû, ez ne li bende tiştekî wiha bûm. Waliyê Hewlêrê û heyeta wî li wir bûn, dibê navê walî bigota. Ji ber hezkirina xwe navê min got.

Gelek sipas Yusufê hêja.

Di şevê da rastî gelek nas û dostan hatim, gelek kesên min ew nas nedikirin bi me ra risim girtin.

XXX

01-05-2024

Anonsa gotûbêja min a li Mêrdînê belav kirine. Gotûbêj di 4ê mehê da ye. Gotûbêj ewê li Şaneşînê bibe. Kenanê Nado Moderator e. Ezê kitêbên xwe îmze bikim.

Keç û xortên mêrdînî, qoserî kerem bikin di 4è mehê da em hevdu bibînin.

Înan Eroglu di îlanê da pesnê min daye.

Ev pesnê Înan ji bo min serbilindîye. Gelek sipas ji bo vê wefadariya wî.

Heger hûn werin helbet ezê serbilind bibim.

Bi hêviya sohbetek xweş.

XXX

01-05-2024

Îro danê nîvro çûm Studyoya Rûdawê. Maşela Deqaq bi min ra hevpeyvînek kir.
Li studyoya Rûdawê bi çend xortên hêja ra me çend risim girtin.

XXX

02-05-2024

Ji Radyoya Dengê Amerîkayê Hatîce Kamer xanimê bi min ra hevpeyvînek kir. Çend pirs jî ji Hêviyê kir. Em li nav sûriyê gerîyan, çûn dêra êrmeniyan, çûn Qesra Cemîl Paşa. Xetîce xanim rojnamevaneka jîr û jêhatî ye.

Fermo li hevpeyvînê guhdarî bikin.

XXX

02-05-2024

Do êvarî em, ez û xanima xw, Înan Eroglu, Mîkaîl Bulbul û xanima xwe mîvanên Lokman Ayabeyê hêja bûn.

Xanima wî ji me ra sifreyek muhteşem raxist, min tiliyên xwe pê ra xwar.

Me bi hev ra şevbêrkek pir xweş derbas kir, sipas ji bo wê mazûbaniya ji dil û can.

Me çend risim girtin lê risim hîn negihîştine destê min. Dema havalan şandin ezê we ji wan mehrûm nehêlim.

 

XXX

02-05-2024

Em îro çûn ser gorra hevalê xwe yê ezîz Selîm(Yilmaz) Baxçe. Bi rê da, li Çarşiya Şewitî em rastî Nîmet Mumtaz Aydin, birayê Rojîvan Yeşîl û hin merivê wî hatin. Surprîzeke pir xweş bû.

Me bi hev ra çend risim jî girt..

Me îro Reşît Karakaya jî dît. Em çûn Suluklu Xanê. Me sohbetek xweş kir. Reşît Stockholm terk kir, nuha li Amedê dimîne. Got di nabêna Konyayê û Amedê da dihere û tê.

 

XXX

03-05-2024

Li Ameda rengîn ji ger û seyranên me yên do çend wêne. Em li aşxaneya GABO ne. Gabo aşxaneyeke vejeteryan e, bi nav û deng e. Xwarinên vejeteryan çêdike. Xwediyê wê xortekî colemêrgî ye. Li ser daxwaza biraziyê min Jêhat em îşev çûn wir.


XXX

03-05-2024

Bîstek din em rêwiyên Mêrdína şîrîn in. Emê du-sê rojan bibin mîvanê Mêrdîna bi nav û deng. Emê bibin mîvanê Wahdet Acar xanimê. Wahdetê got mala min misaid e. Ewê rêberiya me jî bike. Wahdet, keçeke hêja ye, ez pir jê hez dikim.

Di 4ê mehê da li Şaneşînê sohbetek min heye. Mamostê hêja Kenanê Nado ewê sohbetê îdare bike. Kerem bikin, hûn jî bibin şirîkê sohbeta me.

XXX

03-05-2024

Wahdet Uçar xanimê em li Mêrdîna kevn baş gerandin. Em rastî gelek atolyeyê kurdan hatin, me gelek resam, sinetkar dîtin. Gişan ez nas dikirim, bi min ra risim girtin.

Xortekî resam ez nas kirim, tablaya tajîyekî diyarî min kir. Mixabin min navê wî ji bîr kir. Me bi hev ra risim girt.
Ava mala Wahdetê qut bû, em çûn mala Evdirehman Dalar. Bi şev em li wir raketin. Ew û xanima xwe însanên pir hurmetkar bûn, gelkî qedrê me girtin.

 

XXX

04-05-2024
Çend foto ji sohbeta me ya îro.

Sohbeta me pir baş bû. Gelek kes hatibûn. Salon tije bû. Piraniya wan ez nas dikirim. Hevalên PWKê ji Qoserê hatin, Bedran Acar baqek gul da min.

Kenanê Nado sohbet baş îdare kir, lê dema nameya min ji hefsa Hamburgê ji Hêviyê ra şandibû xwend, kelogirî bû, name neqedan. Dilê min jî xera bû.


XXX

05-05-2024
Min ji Mêrdînê pir hez kir. Mêrdîn bûye bajarê turîstan, bûye Parîs, Florens, Barselona. Bajarekî dibê meriv bibîne û têr lê bigere. Ji turîstan meriv nikane gava xwe bavêje. Piraniya wan jî tirk in. Wahdet xanim me baş digerîne.

Îro li Mêrdînê ez û xanima min, mamoste Kenanê Nado û xortê hêja Înan Eroglu em çûn dikana, mekanê Mizgîn Xan Meşkînî û Berçem Ertaş xiniman. Herdu xanim xeftanekî heftreng diyarî Hêviyê kirin. Xeftanê hazir mezin bû, ewê jê ra yekî nuh bidrûn.
Me çiqas got na, em qebûl nakin pere nekir. Rasthatina însanên wiha ji min serbilindî û îftîxareke mezin e.

Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û qedirşînasiya ez pê dilşa û serbilind bûm.

Bira yekê we bi hezar be!

XXX

06-05-2024

Li Wanê ji bo sê nivîskarên tirk civînek sohbetê çêkirine.

Hin kurd hîn jî qedir û qîmeta didin tirkan nadin nivîskar û sinetkarên kurd.

Psîkolojiya bindestiyê em kirine rebenok.

Ji yên xwe, ji zimanê xwe, ji edebîyata xwe hez bikin, qedir bidin wan.

Serê tirkan zêde mezin nekin.

 

XXX

06-05-2024

Ev cara duduya ye rastî şufêrê texsiyê bi kurdî nizane têm. Ez pê ra bi kurmancî peyivîm, got ez kurdî nizanim, ez ”yerliyê” Diyarbekrê me. Yanî diyarbekrî ye. ”Yerliyê” Diyarberk çi milet e ez nizanim. Bi îhtîmaleke mezin mahcirên dewletê li Amedê bi cî kirine.

Careke din ezê şufêrê bi kurdî zane bixwazim. Naxwazim perê xwe bidim kesê kurdînezan.

XXX

06-05-2024

Do êvarî me terka Mêrdîna şîrîn kir, nuha em li Amedê ne.
Mêrdîn bajarekî muhteşm e, xwezî li bajarê kevn xaniyekî min hebûya.

Di 10ê mehê da em rêwiyên Wanê ne. Heta 10ê mehê emê li Ameda rengîn bigerin, hin nas û dostan bibînin.

XXX
06-05-2024


Di 11ê mehê da ezê li Wana renîn kitêbên xwe îmze bikim. Afîşê sohbetê îro belav kirine.
Civînê Chalak Evens, Kesk û Pall çê dike. Moderator Kena Soylemez e.
Kerem bikin em bi hev ra sohbetek xweş bikin.


XXX
07-05-2024

Ji do êvarî da ye li Amedê ximîna baranê ye. Em di hundur da hefs bûne. Hewa jî sar e, em diqefilin. Dibê ez ji xwe ra qazakî bikirim.

XXX
07-05-2024

Îro li Amedê me navroja xwe li aşxana Agabey xwar. Me nanê goşt û pîde xwar. Camêran çen şikil zelete li ser masa me rêz kirin. Ne mimkûn e meriv kanine biqedîne. Îsrafek mezin e.

Karkir bi hev ra tirkî dipeyivin.

Min hoste ra got ma karkerên we tirk in, çima hûn bi hev ra tirkî dipeyivin?

Camêr destê xwe li çonga xwe xist, got em asîmîle bûne.

Keçika dengê min çûyê, keniya...

Fena xanim bibêje tu qala çi dikî, war ew war e, lê bihar ne ew bihar e.

Meriv bi wan ra kurdî bipeyive hema hema giş kurdî zanin, lê bi hev ra kurdî napeyivin. Hinek carnan dibêjin "ez zaza" me, lê piranî bi zazakî jî nizanin.

XXX
08-05-2024

Lawikê me Rojen çend rismên neviyê me Oliver Aras ji me ra şandiye. Arasê me bûye 4 mehî. Pir şîrîn e, me bîriya wî kiriye.

XXX

08-05-2024

Bîstek din ez û xanim emê berê xwe bidin kuçe û kolanên Amedê. Heta seet 18.00 wexta me heye. Ya emê wenda bibin, ya jî emê sax silamet vegerin malika xwe.

De em û şansê xwe, hela em binêrin çi dibe qismet û nesîbê me. Surprîzên jiyanê pir in.

Êvarî em mîvanên Ezîz Karakaş û Rehîme Kesîcî Karakaş xanimê ne. Rehîme xanim qedir û qîmeteke ez ne li hêviyê bûm dide me.

XXX
09-05-2024

Em li mala dostê minê hêja Ezîz Karakaş û Rehîme Kesîcî Karakaş xanimê ne. Em do neçûn mal, li vir man. Me bi hev ra şevbêrkek nayêjibîrkirin derbas kir. Vîlake wan a pir xweşik heye, du qat e, wek qesrekê ye. Bexçê hewşê jî muhteşem e, tije darên fêkî ne. Meriv dixwaze lê bigire, lê rûne.
Her odeyek xênî pir mikemel hatiye raxistin. Belkî 8-9 ode ne. Paqijkirina hewqas ode pir zor e.
Bexçeyê sîteyê jî pir xweş e, meriv kane bi seetan lê bigere, antraman bike.

Gelek sipas ji bo wê mîvanperweriya ji dil û can.

Me bi hev ra çend risim girtin.

XXX

09-05-2024

Piştî xurîniyê, ez û Hêvî û Rehîme xanim bîstekê li bexçê sîteyê gerîyan. Yên li vir dijîn kêf dikin.

Çend risim ji bexçê sîteya mala dostên min ên hêja Ezîz û Rehîme Kesîcî Karakaş xanimê.

XXX

09-95-2024
Ezîz Karakaş em bi eraba xwe birin mala Faîk Min jê ra herdu kitêbên xwe îmze kirin.

Ji bo ku meriv li Amedê bigere, dost û hevalan bibîne ya dibê ereba meriv hebe û meriv şarezayê riyan be, ya jî gerek mazûbanê meriv betal be.
Ya me herdu jî tune. Lema em nikanin herin her derê û her hevalî, dostî bibînin.

Yên me nedîtin bira li qusûra me nenêrin.

Tiştê ji me tê em dikin.


XXX

10-05-2024

Em bi otoboza Wangolu diçin Wana şîrîn. Emê 3-4 rojan lê bimînin. Hêvî dikim em bi silametî herin û vegerin. Sibe civîna min e.
Berî otoboz bi rêkeve tiştekî ecêb qewimî. Pûlisek di otobozê da hat di ser min ra sekinî, nasnama xwe ya pûlisyê nîşanî min da, got ka pasaporta xwe !
Ez matmayî mam, min di dilê xwe da got, ez hatim girtin. Min nexwest pê ra têkevim minaqeşê, min pasaporta xwe dayê. Lê nêrî, got:
-Tu ji Swêd tê?
Min got erê.
Got tu 18ê mehê hatiye Tirkiyê?
Min got erê.
Rismê Hêvîyê nîşanî min da, got:
-Ev kî ye?
Min got xanima min e.
Got:
-Ya li kêleka te kî ye?
Min got, xanima min e.
Dûra got tu diherî Wanê çi?
Min got, diherim gerê.
Di kompîtora di destê xwe da pasaporta min kontrol kir, dûra da min û got oxir be…
Bîna min hat ber min, min sebebê kontrolê jê nepirsî.


XXX

10-05-2024

Em gihîştin Wana şîrîn. Em neçûn otogarê, em li dereke din daketin. Min got belkî pûlis min taqîb dikin. Min nexwest kesên tên pêrgî me nas bikin û bizanibin em diçin ku.

Çar kes, Kenan Soylemez, ji KESKê Lokman Babat û ji Chlak Eventsê jî xortekî bi navê Rêzan Diljen hatin em ji otêla me, Avalon Altesê birin. Min ji wan ra qala taqîba pûlis kir.
Me bi çend hezkriyên kurdî, dost û xoşewîstên Chalak Eventsê û Egîtîm Senê ra sohbet û şevbêrkek pir xweş derbas kir. Fotoyek ji wê sohbeta xweş.

XXX

11-05-2024

Siba we bi xêr. Amed germ û sincirî bû, Wana şîrîn îro ewr û sar e, 13 derece germ e.

Lê ne xema waniyan e, ji wan ra wek çelê havînê ye. Em jî nîv swêdî ne, ji wan ne kêmtir in.
Xurîniya hotêlê ne xerab e. Karkir giş bi kurdî zanin. Em bi wan ra kurdî dipeyivin. Ji bo wê pir qedrê me digrin, pir hurmetkar hereket dikin.

Ji aşxana hotêla me çiyayê Erekê xuya dike. Heybeta wî, belekiyên berfê meriv heyran dihêle, meriv ji temaşeyê têr nabe.
Seet di 18.00a da civîna min e. Kenan Soylemez moderator e.

XXX

11-05-2024

Dostên min ên hêja, Rêzan Diljen, Lokman Babat û Kenan Soylemez îro em li Wanê û li Gewaşê baş gerandin. Me derên muhteşem dîtin, xweşikiya siruşta Wanê û çiyayên wê yên bi heybet em mest kirin. Me gelek foto girtin, nuha ne mimkûn e gişan parve bikim.

Em sipasdarén hevalan in.


XXX

11-05-2024

Gelek sipas ji bo keç û xortên wanî îro beşdarî sohbeta min bûn û li min guhdarî kirin.
Sipas ji Dostê minê ezîz Kenan Soylemez, Egîtîm Senê û Chalak Eventsê ra. Me bi hev ra rojek pir xweş derbas kir. Gelek kes hatibûn, salon tije bû.
Hezkirina min li Wanê dît ji bo min bîranîneke ezê tu carî ji bîr nekim.
Hevalên PWKê hatin. Husametîn Acar li ser navê PWKê baqek gul da min.
Piştî sohbetê em 15-20 kes çûn qahwexaneyekê. Xortan dixwstin bi min rar û bi rû sohbet bikin. Xanimek ewrûpî hat hundur, ji Ramazan Kay ara got, ma tu ne Ramazan  Kaya yî?
Ramazan got erê ez Ramazan im, hevdu nas kirin. Bi hev ra tirkî peyivîn. Tirkiya wê mikemel bû, meriv nizanîbû ne tirk e. Min got rûne, rûnişt, min pê ra dest bi sohbetê kir. Got ew alman e, lê nuha li Hollandayê dijî. Li Unîversîta Utrecht prpfesora cîgir e, Doktor e. Antropolog e.
Min got ma tu bi kurdî jî zanî, bi rengekî mutewazî got piçekî. Me axaftina xwe ji tirkî quliband kurdî. Kurmancîya wê jî hema hema bi qasî tirkiya wê baş bû. Me sohbeta xwe bi kurmancî domand. Ramazan Kaya nizanîbû bi kurmancî zane, tim bi tirkî pê ra peyivî bû. Ez matmayî mam. Xêra min fêr bû xanim kurmancî jî zane û him jî pir baş zane.
Me telefonên xwe, e-mailên xwe dan hev.
Min xwest bizanim çawa, çima tirkî fêr bûye, got çîrokek dirêj e, negot. Jixwe cî jî ne misaid bû, qelebalix bû.

Marlena Schäfers


XXX
12-05-2024

Kekê me yê ezîz Ziya Avcî û Husamedîn Acar hatin em ji hotêlê birin.
Husametîn em bîstekê gerandin. Em çûn li parqekê rûniştin. Ji wir jî em çûn aşxaneyekê, me kebab û keledoş xwar.

Cara pêşî ye keledoşê tahm dikim. Hesab kekê Zîya da.

Aşxaneyeke pir mezin bû, cî tunebû. Diyar e pere heye, însan kanin herin aşxanê. Li aşxaneyan xwarin biha ye.

XXX

12-05-2024

Hin kesan em çavînokî kirin.

Çav bi xanimê ariya. Dostê min ê hêja Xalid Sadînî ban Dr. Engîn Yilmaz kir. Camêr hat otêlê. Li Swêd tiştekî wiha ne mimkûn e. Meriv li welatê xwe be tiştên wiha bi saya dost û hevalan mimkûn e.Şev nîvêşevê Dr. tê hotêlê.

Gelek sipas ji bo hêja Dr. Engîn Yilmaz û birayê minê ezîz Xalid Sadînî.

XXX

12-05-2024
Hin kesan em çavînokî kirin.

Çav bi xanimê ariya ye. Dostê min ê hêja Xalid Sadînî ban Dr. Engîn Yilmaz kir. Camêr şev nîvê şevê hat hotêlê.

Li Swêd tiştekî wiha ne mimkûn e. Meriv li welatê xwe be tiştên wiha bi saya dost û hevalan mimkûn e. Şev nîvêşevê, seet 22.00 Dr. tê hotêlê û çavê meriv miayene dike.

Gelek sipas ji bo hêja Dr. Engîn Yilmaz û birayê minê ezîz Xalid Sadînî ra.

Emê biçûyana Dîwanxana Simaîlê Seyranê dengbêj, lê ji ber nexweşiya xanimê em neçûn, ma sibe.

XXX

13-05-2024

Îro li Wanê ji siûda me ya xerab ra bû şilî, şepelî, ezman qelişî, baranek pir barî.Carnan roj derket,dû ra dîsa bû baran.

Nuha 8 derece di ser sifirê ra ye. Baş e em bi tedbîr hatine.

Mazûbanê me camêr Xalid Sadînî me baş digerîne. Dibê meriv temûz û tebaxê were vir. Nuha sar e.

Sibe em rêwiyên Amedê ne. Me gelek derên xweş dîtin. Li Wanê kurdayetî bi pêş dikeve, bi çarpiyan be jî xurt dibe. Dibê meriv giraniyê bide Wanê.

XXX

13-05-2024

Dostê minê hêja Xalid Sadînî vê êvarê kebaba caxê bi me da xwarin. Cara pêşîye kebaba caxê(cax kebab)dixum. Pir xweş bû.
Aşxane(Erkoç Cax Kebabi)bêyê caxê tiştekî din çênake. Aşxane pir mezin bû, belkî 200 kes di hundur da hebû. Bi zor maseyek ji me ra eyar kirin..

Gelek sipas ji bo vê mîvanperweriya ji dil. Li ser navê xwe û xanima xwe sipasiyên xwe pêşkêşî te dikim birayê ezîz.
Dostê min ê hêja Xalid Sadînî bi şev em birin Dîwanxaneya dengbêjê bi nav û deng Simahîlê Seyranê. Camêr ji me ra çend kilam got û îkram baş kir. Xalid vîdeoyek girt, belav kir. Min jî par kir. Me gelek girtin.
Dîwanxane kurdewarî xweş raxistiye. Di salonekê da konek vegirtiye û tije cil, xalî, merş, berr, kulav û gelek qirqafên kurdî kirine. Yanî kiriye muzeyeke biçûk

 

Sibe danê nîro em rêwiyên Amedê ne.De bi xatirê te Wana rengîn!

Me ji te pir hez kir.

XXX
14-05-2024

Li Wana rengîn ximîna baranê ye. Sar e,7-8 derece di ser sifrê ra ye. Ewrekî giran,wek konekî reş girtiye ser bajêr.Seet di 12.00 da em xatir ji Wana rengîn dixwazin,diçin Amedê. Me ji Wanê hez kir.

Gelek sipas ji bo hemû dost û hevalên çar rojan em gerandin, bi tenê nehîştin

XXX

14-05-2024

Em bi otoboza Van Golu diçin Amedê. Cendirmeyên tirk di nabêna Wanê û Tetwanê da du caran otoboza me sekinandin, rêwî saxî kirin.
Bala xwe dan me, li nasnameya me nenêrîn. Li kontrola sisiyan saxî nekirin. Qey em kal û pîr bûn lema.
Ev kontrolên wan bi min pir çetin tê.
Bindestî rezîlî ye.

Ji vêsê da ye baranê venekiriye, bi kûzan ro dike erdê. Piştî Betlîsê berfê erd sipî kiribû. Lê baranê da ser, heland.

Otobozê li Ava Weqfê mole da. Xwarinên vê aşxanê pir xweş e.

Me tawe (guweç) xwar. Li tu derê meriv nikane tawayek hewqasî bi lezet bixwe.

Em jê têr nebûn. Wext heba me yê porsîyonek din bixwra...

XXX

14-05-2024

Piştî Ava Weqfê dîsa otoboza me sekinandin, nasnameyên me kontrol kirin. Vê carê ya min jî kontrol kirin, ya xanimê nekirin. Ev cara çaran e.

Zulm e, çavsorî ye, dibê partiyên me, baroyên me li hemberî vê zulma mezin tiştekî bikin. Nayê kişandin.

Însan bêçare ne, ez behecîm.

XXX

14-05-2024

Cendirmeyan carek din jî kontrol kirin, bû 5 car. Dibê meriv li heberî vê zulmê, vê terorê bêdeng nemîne, ev zulm dibê têkeve rojeva me, partyan, baroyan. Dibê bîrûraya giştî bi vê zulmê bihese.

Ma partiyên me, baroyên me ji bo çi hene?

Medya me dibê qala vê zulma dewletê bike.

Piştî kurtalanê careka din jî kontrol kirin, bû 6 car.

XXX

14-05-2024

Piştî Kurtalanê careka din jî kontrol kirin. Bû 6 car.

Sosireteke bêemsal e.Ev zulma irqçî, faşîst dibê dom neke, dimê milet ji vê zulmê xelas bibe.

Serokên kurdan dibê li hemberî vê zulmê bi hev ra tiştekî bikin.

Min hew tehamul kir, min got ev cara 6a ye hûn me saxî dikin, mesele çi ye?

Dengê xwe nekir, xayin xayin li min nêrê û nasnameya min da min.

8 caran em sekinandin, du caran saxî nekirin, gotin derbas bin. Serê her 10-20 km otobozê disekinînin û nasnametên rêwiyan kontrol dikin. Hukmê xwe, serdestiya xwe nîşan didin.

XXX

15-05-2024

Em nuha li Ameda germ in. Wan hinekî sar û şilî bû,do baranek pir barî.

Amed germ e û baran nabare. Bîstek din emê xwe bera kolanên Ameda rengîn bidin.

Emê heta 17ê mehê li vir bin, dûra emê herin Mêrdînê, Fûara Kitêban.

XXX

15-05-2024

 Biraziyê min Jêhat jî hat gihîşt me. Em bi hev ra çûn Suluklu Xanê. Tarik Yildizhan û abûkat Arîf Altunkalem jî hatin ser masa me. Ev cara sisiya ye em rastî hev tên. Me bîstekê sohbet kir. Ew berî me rabûn. Dema ez çûm pera bidim, got Arîf daye. Min nedît çawa da. Ez li ber ketim.

Ez, xanim û biraziyê xwe Jêhat li Qesra Cemîl Paşa. Min îro Jêhat li nava Sûrê baş gerand. Nava Sûrê, aliyê Elî Paşa pir xerab e, wêran e, pir qilêr e û zarok meriv nerehet nahêlin.

XXX

15-05-2024

Li Amedê, li ber mizgefta mezin ez û kekê Silêman Çevîk bi tesadufî rastî hev hatin. Serê wî di ber da ji ber me derbas dibû, wî ez nedîbûm, min ban kirê. Bû wek kuçê koran. Li hev hat. Dûra Husên Zana jî hat. Bi vê tesadufa xweş kêfxweş bûm.

Em bi hev ra çûn Qesra Îskender Paşa pîrozbahiya 10 saliya Weqfa Mezopotamyayê. Min li wir gelek nas û dost dîtin. Giregirên Amedê giş li wir bûn. Malmîsanij jî hatibû, me bîstekê sohbet kir.

Welhasil min îro şeveke pir xweş derbas kir.


XXX
15-05-2024

Li Amedê, li Qesra Îskender Paşa bi çend xortên ezîz ra. Husên Zana, Înan Eroglu, Resûl Bafeyî, Lezgîn Kitêbçiyan û xortekî din. Di nav xortan da ez xwe xort his dikim. Lema ji kalan bêtir hevaltiya wan dikim.

Xortên wiha hêjayî hezkirinê ne.

XXX

16-05-2024

Îro jî li Amedê me. Tu programeke min tuneye. Xanim keraşo ye, di berr ra jî aheste, aheste xwe dijdîne.

Em xurîniya xwe bikin emê derkevin der. Lê nizanim emê herin ku derê. Dibê em herin cîyekî me nedîtiye.

Sibe em rêwiyên Mêrdînê ne. Ji wir jî emê herin Wêranşara xopan.

Lê Wêranşar êdî ne Wêranşara berê ye, nas, dost, heval lê pir kêm bûne, derên ez herimê nemane, hevalên ez bibînim çend kes mane. Dîtina wan jî mimkûn e, ne mimkûn e ez nizanim.

Malên xanim herê pir in. Yê min ne wiha ye.

Ezê li bajarê xwe tik û tenê bim. Ji nuha da ta tenêtiyê ez girtime. Ezê çi bikim?

XXX

16-05-2024

Îro li Amedê, li Deriyê Çiyê em ji ber aşxana Sîno derbas bûn. Di xortniya xwe da ez, pismamê min Sadik Yuzun, Wahît Dursun û hin hevalên din em diçûm wir.

Min ji xanimê ra got di salên 1970î da me li vê aşxanê vedixwar.

Du karkir li ber derî sekinî bûn. Min ji wan ra qala bîranînên xwe kir. Karkiran gotin rast e, hîn ew aşxaneye, navê jî Sîno ye, lê alkol tuneye.

Min ji xanimê ra qala salên 1970î kir em çûn wan rojan.

 

XXX

16-05-2024

Îro em 8 km. meşiyan. Em baş westiyan.

Dûra min hevalê xwe yê salan Mahmût Kîper dît. Me sohbetek xweş kir. Bi vê hevdîtinê pir kêfxweş bûm.

Piştî wê, Bawer Berşevê hêja em dawetî şîvê kirin. Me li aşxanayek meşhûr kezebek xweş xwar. Gelek sipas ji bo mîvanperweriya dostê hêja, Bawer Berşev.

XXX

17-05-2024

Bîsteke din em rêwiyên Mêrdînê ne. Ezê sibe li Mêrdînê, li Fûara Kitêban bim. Ezê li standa Pirtukakurdi û Pallwesanê kitêbên xwe îmze bikim.

Gelî ciwanan, hezkirên kurdî û edebîyat ú tarîxê kerem bikin, em hevdu nas bikin. Fersendek wiha hertim çênabe, nayê ber nigên we.

XXX

17-05-2024

Îro ez li Mêrdîna rengîn bûm. Wahdet Acar xanimê wek cara berê dîsa em li gelek derên xweş gerandin, me Îrfan Amîda, Lal Laleş, Hîcret Ayaz Îpek û gelek nivîskar û resamên kurd dîtin. Em li gelek atolyeyan gerîyan.Em çûn Medreseya Zencîriyê.Em hilkişiyan nêzî kelê. Ez û Ahmedê Torî dît rastî hev hatin, em birin hotêla xwe. Navê hotêla xwe Aryan e, ciyekî pir xweşik e. Bi dîtina Ahmed pir kêfxweş bûm.

Mêrdîn muhteşem e. Tarîfkirina xweşikiya Mêrdînê pir zor e. Bi çend gotinan nabe.
Me çû xeftanê xanimê girt. Mizgîn Meşkînî û Berçem Ertaş xaniman xeftanekî heftreng diyarî Hêviyê kirine.

Dûra em çûn Fûarê, min gelek kitêb îmze kirin.

XXX

18-05-2024

Îro ezê li Fûara Kitêba ya Mêrdînê bim. Seet ji 12.00 hatanî 15.00 ezê li standa Dara,ji 15.00 hetanî 18.00 jî ezê li standa Weşanxana Pallê bim. Keç û xortên mêrdînî,qoserî werin em hevdu nas bikin. Weşanxaneyên kurdî bi hezaran kitêb anîne ber nigên we.Ji vê îmkanê bêpar nemînin. Fersendeka wiha hertim nayê ber nigê meriv.

Li Fûarê min gelek nas, dost û nivîskar dîtin. Li vir jî hezkiriyên min pir bûn. Herdu kitêbên min jî baş hatin firotin.

XXX

18-05-2024

Îro li Fûara Kitêban a Mêrdînê bûm. Min gelek nas, dost,keç û xortên hêja dîtin, min him kitêbên xwe îmze kirin, him jî me bi dost û hevalan ra, bi keç û xortan ra rojek pir xweş derbas kir.

Ji bo vê fûara xweş gelek sipas ji bo Baroya Mêrdînê.

Bêyî weşanxaneyên tirkan çêkirina fûarekê pir xweş bû. Em xwe bi xwe bûn, dengê tirkî nedihat guhê meriv.

XXX

19-05-2024

Îro seet di 13.00a da em rêwiyên Wêranşara xopan in.Tu programek min tuneye, ez wek nîşangirê bêhedef im

Xanimê here ba xuşk û birayên xwe, ewê 3-4 rojan li wir bimîne.

Ezê li bajarê xwe bibim turîstê bi tenê.

Lê surprîzên heyatê jî hene, belkî hin tiştên ez ne li hêviyê bim biqewimin.

XXX

19-05-2024

Li Wêranşarê me. Ez dikim herim ba hevalê xwe yê salan Sirac Kiricî. Ez ezimandime. Ew jî li Wêranşarê ye. Bîna me ewê bi hev derê. Ezê hin nas û dostên din jî bibînim

Tiştê xerab min tizbiya xwe wenda kir. Pir li ber dikevim. Min pir jê hez dikir.

XXX

20-05-2024

Do êvarî ez û Rafet Arasê terzî mîvanê Eyûb Kirici û Sirac Kirici bûn. Birayê Sirac, Eyûb em birin aşxana hotêla Tella.
Me bi hevra çend duble vexwar û şevbêrkek pir xweş derbas kir. Garson ereb bû, got ez kurdî nizanim. Em pê ra tirkî nepeyivîn. Eyûb erebî çend gotin jê ra gpt. Got ez begarî me. Normal erebên Wêranşarê kurmancî zanin, lê wî got ez nizanim. Belkî jî derew dikir.
Gelek sipas ji bo wê mîvanperwerî û dostiya ji dil. Şeveke pir xweş bû. Bi hebûna dost û hevalên wiha serbilind im.

XXX

20-05-2024

Ez û xanim li Wêranşarê ji hev qetiyan,ew çû mala birayên xwe,ez jî li hotêlê bi cî bûm. Ez nuha li hotêla Tellayê dimînim.Şeva wê 1200 lîreyê tirk e.

Hotêleke paqij e û nêzî bajêr e. Ez kanim peyatî herim, werim.

Îro çûm nexweşxanê ser pismamê xwe Nezîr. Li hewşê û hundur nexeşxanê haşer mahşer bû. Malbatên nexweşan hewşa nexweşxanê ji xwe ra kirine ciyekî kampê. Li wir dixun û vedixun. Berê tiştekî wiha tunebû, ev adeteke nuh e di nav milet da peyda bûye. Her kes şev û roj li ser nexweşê xwe ye.

XXX

20-05-2024

Îro li Wêranşarê bûm mîvanê zarokên meta xwe Elî, Îbrahîm û Ekaş . Gelek sipas Îbrahîm, Ekaş û Elî xoce. Camêran ez ezimandim xwarinê.

Bi dîtina we pir kêfxweş bûm. Hûn her hebin.
Elî(Alî) Varol mamoste ye û şairekî baş e.

XXX

21-05-2024

Li Wêranşarê li hotêla Tella me. Min xurîniya xwe kir, nuha li lobîyê me.Karkirekî hotêla hevlingê (bacanaxê) min derket.

Wî ez nas kirim, hat ba min, got xanima te jî do êvarî mîvana me bû.

Do ez çûm serdana keça meta xwe. Li wir min tasek tuyên reş xwar.12 sal in min tû nexwaribû.

Do çûm ser berber, min porê xwe hinekî kin kir. Berber Kemal xortekî diyarbekrî ye, hostakî pir baş e. Porê min pir xweş kur kir, bi dilê min e...

XXX

21-05-2024

Di dema xurîniyê da li aşxana hotêla Tellayê rastî malbatekê hatim bi zarokên xwe ra kurmancî dipeyivîn. Sê zarokên biçûk bûn. Min silav dayê, pirsî gelo ji ku ne?

Got em wêranşarî ne, xaltî(êzdî)ne, li Almanyayê dimînin.

Min ew pîroz kirin.Mêrik got, helbet emê bi zimanê bav û kalên xwe bipeyin.

Pir kêfa min hat. xwezî kurdên wiha zêde bûna.

XXX

21-05-2024

Îşev li Wêranşarê min bi du lawên gorbihuştê hevalê xwe Silêmanê Tiho, Azad û Lokman Bariş ra şevbêrkek pir xweş derbas kir.

Herdu biraziyên min ên hêja qedrê min girtin, hatin zîyareta min. Min Lokman nas dikir, lê Azad cara pêşî bû didît. Azad yekî pir zana ye. Kêfa min pir jê rat ê.

Bi dîtina wan pir kêfxweş bûm. Mala wan ava be.
Me bi hev ra çend risim jî girtin.
Îşev li mala apê xwe mem. Ekrem nehîşt li hotêlê bimînim.

XXX

22-05-2024

Hîn li Wêranşarê me. Li pastexaneya Has Simîtê xurîniya xwe dikim. Mekanekî pir xweş e. Muzîka tirkî û biyanî lêdixin.Min got çima hûn muzîka kurdî lênaxin?

Got wele patron biryarê dide. Patron ne li vir e, ez bibînim ezê jê ra bibêjim. Xwedî yekî cizîrî ye.

Bîstek din diçim Rihayê, ezê du rojan li wir bim, çend nas û dostan bibînim.

Wêranşar pir germ e, nuha 28 derece germ e, do 30 û çend derece bû. Riha belkî germtir be. Germiyan nayê kişandin.

XXX

22-05-1024

Xwediyê pastaxana Has Simîtê hat ba min. Me sohbetek xweş kir. Pismamê Resûlê Bafeyî derket. Pir kêfxweş bûm.
Camêr hurmeteke mezin nîşanî min da. Gelek tişt îkramî min kir.

Mesala muzîka kurdî min jê ra got. Got tu rast dibêjî, soza lêdana muzîka kurdî da min. Hêvî dikim di gotinê da nemîne. Li wî mekanê xweş gerek muzîka kurdî jî hebe.
Avahî ya pismamê min Ekrem e. Xwestpera negire, min zor da.

XXX

22-05-2024

Îro min qet nig di bin xwe ve nekir. Berî herim Rihayê min şairê Wêranşarê Silêman Kaya dît, me têr sohbet kir.

Dûra ez û pismamê xwe Ekrem em çûn Rihayê.

Li Rihayê ez, Mistefa Kuranlioglu û pismamê min Ekrem li mehele, kuçe û çarşiyên kevn, tarîxî gerîyan.

Em kuçe, bi kuçe, xan bi xan, çarşî bi çarşî geriyan.

Em çûn Rejî Boutique Hotêla Sîdar Karahan. Otêleke muhteşem e. Lê ne ew hotêl tenê, Riha jî bajarekî muhteşem e, ji Mêrdînê ne kêmtir e, lê navê Mêrdînê derketiye. Dibê meriv Rihayê miheqeq bibîne.

Riha bajarekî bêxwedî ye.Heger ev bajar yê Îtalyayê bûya nuha bûbû sertaca turîstan.

Pismamê Ekrem ez birim himamê.Berê em ketin bastuyê.
Telaq yekî ereb bû, Xwedê heya mêrik telaqekî pir baş bû, qilêra qeraşekî ji min rakir. Min şerm kir. 45 sal in ez neçûme himamê.

Piştî kîs û lîfkirineke baş ez bûm wek pîvazekê,pir û pak bûm.

Berî em herin mal, mamosteyekî hezkiriyê min xwest min bibîne,me hevdu dît,me sohbetek xweş kir.

Ev Riha muhteşem bûye bajarekî ereban,bajar û şêniyê wê li hev nake, giriyê meriv bi halê bajêr tê. Bajarekî hewqasî xweş gerek neketa destê ereban.

Jinên ereb ên parsek rehetiyê nadin meriv.

XXX

23-05-2024

Îro li Rihayê hinekî din geriyam. Min nizanîbû li Rihayê hewqas derên, xanên, çarşiyên tarîxî hene. Heger reqlama Rihayê baş were kirin ewê bibe bajarê turîstan ê sereke.

Kurdên ji Ewrûpayê tên dibê Rihayê û Mêrdînê miheqeq bibînin.

Mixabin Riha bûye bajarekî ereban. Ev rewş gerek were guhertin.

Min Bişar Tuyzuz, lawê wî Onder û Abûqat Cemoyê biraziyê Bşar dîtin. Onder bi ereba xwe ez û ekrem hinekî gerandin, em birin ser Kela Rihayê.

Bişar em ezimandin xwarinê. Lê Cemo perê xwarinê da. Me bi hev ra rojek xweş derbas kir.

XXX

24-05-2024

Zêdeyî mehekêye li Kurdistanê digerim, çûm Amedê, Wanê, Mêrdînê, Rihayê.

Tiştê zêde bala min kişand serdestiya zimanê tirkî, pirbûna ereban û pirbûna dikanên zêrkiran e. Li her derê zimanê bazarê tirkî ye. Li Amedê li Mêlik Ehmedê, Wêranşarê li taxa Çûvan kurmancî zêde tê peyivîn. Lê ne zarok û ciwan, kesên navsale, yên kal kurmancî dipeyivin.

Li Rihayê bi sedan zêringer hene, bi tonan zêr bi darda kirine. Qey bazar, kirîdar hene. Li Amedê,Wanê Mêrdînê jî eynî bû.
Ya din jî îslamîyet di nava jinan da pir belav bûye, min ev yek li Wêranşarê pir eşkere dît. Gelek jinên merivên me çûbûn hecê û pir fanatîk bûbûn. Berê jin nediçûn hecê, ji sedî yek du pîr diçûn.

XXX

24-05-2024

Ez nuha ji Rihayê dikim herim Wêranşarê. Du roj bûn li mala Ekrem bûm.
Ezê heta 25ê mehê li Wêranşarê bim, dûra herim Amedê.

Wêranşar û xanim li bebde min in. Xanim li Wêranşarê ye.

XXX

24-05-2024

Ji Rihayê hatim Wêranşarê, li Parka Dîlanê me. Rastî xortekî ji Rojava, kurdperwer hatim. Me dest bi sohbetê kir, derdê xwe têr ji hevra got. Min bi kurmancî çay jê xwest. Got 6 sal e ez vira dixebitînim cara pêşîye yekî di umrê te da bi min ra kurmancî dipeyive. Got kes kurdî napeyive. Dilê min got çiz! Ez ketim bin erdê. Wêranşar berê ne wiha bû.

Dibê Wêranşar neketa vî halî. Tiştê xort ji min ra qal kir ez pir xemgîn kirim. Got xort, keç tu carî kurmancî napeyivin. Gerek em nehêlin ev felaket berfirehtir bibe.

 Xort şair bû jî. Şiîreke pir xweş, li ser Kurdistanê, azadî û serxwebûnê ji min ra xwend. Min got binivîse û beleva bike.

Park tije mirîşk in. Xort got mirîşkên xwe tînin berra parkê didin û diherin. Li parkê lê mêze dikin. 

Li Amedê jî min eynî tişt dît. 

Park, li ber hin dikanan tije mirîşk bûn. Ava wan, êmê wan danîbûn ber û çûbûn. Li hin deran, di nabêna hin xaniyan, di hundur hin sîte û hewşan da pîn jî çêkiribûn, mirîşk xwedî dikirin.
Qey kes nabe.
Li hin taxên hinekî derî bajêr bizin û dewar jî xwedî dikirin, bizinên xwe danîn li parka ber mala birayê min(Metropol 2)diçêrandin.
Li dereke din, li nêzî mala xwarziya min dewar jî xwedî dikirin. Li kêla apartmanê cî çêkiribûn.
Li Wêranşarê taxek heye li ber her deriyê hewşekê loda sergîna hebû. Di gelek hewşan da pez, dewar û mirîşk xwedî dikirin. Ji bîna rêxê meriv gêj dibû. Ew tax eynî wek Hindistanê bû. Ez matmayî mam. Hin hevalan gotin nuha baştir e, berê hîn xerabtir bû.

XXX

24-05-2024

Li Wêranşarê nufûsa erban pir zêde bûye, li her derê dengê erebî tê meriv. Esnafên ereb jî pir bûne, berê esnafên ereb tunebûn.

Li gorî ji min ra gotin koçberîya zêde ne di nav ereban da, di nav kurdan da ye. Kurd koç dikin, ereb bi cî dibin.Meriv viya li bajêr rehet dibîne. 

Li Wêranşarê koçberiya kurdan ji ya ereban pir zêdetir e. Li Beriyê erdê herî erdekî zêde, piraniya gundan di destê ereban da ne, halê ereban pir xweş bûye. 

Nabêna ereban û dewletê jî pir baş e. Dewlet ereban li hemberî kurdan xurt dike. Kurd viya dibînin û dibêjin.


XXX

25-05-2024

Ez do bi mînubûsê ji Rihayê hatim Wêranşarê. Mînubûs tije bû, hin kes ji pê sekinîn. Rêwîtiya bi munîbûsê qet ne xweş e, însên wek pez dispêrin hev. Otoboz jî bûne qamyon, pê karê kargoyê dikin,di bagajê da ciyê bawilan namîne.

Îro seet di 15.00 da em rêwiyên Amedê ne. Ji vegera Stockholma xopan ra ma du roj, di 27ê mehê da em rêwiyên Swêd in.
Xanim bi xweha û keça birayê xwe ra hatin Parka Dîlanê ba min. Herduyan jî xwe wek ereban reş girê da bûn. Ez şaş mam. Min ev yek ji wan ra got, min got çima kincên we reş in, we xwe kiriye wek ereban? Birin û anîn, lê nikanîbûn  îzah bikirana. Ketine bin tesîra terîqetan, îslamîyet zêde xurt bûye.

XXX

25-05-2024

Kesên kurmanciya wan baş e jî nikanin reqeman, numrên telefonên xwe bi kurmancî bibêjin, bi tirkî dibêjin.

Şîrketa mînubûsê numra telefona min xwest, min bi kurmancî got. Keçikê got ez fêm nakim, bi tirkî bibêje. min bi tirkî negot, ban yekî din kir.

Kurmanciya wê baş bû, xweş dipeyivî.

Hema hema herkes wiha bûye, kes nikane numra telefona xwe, jimaran, umrê xwe bi kurmancî bibêje, bi tirkî dibêje. Zarok, ciwan bin da nizanin.Kurmancî bizanibin jî nikanin bibêjin yanzde, donzde, sêzde, çarde...

XXX

25-05.2024

Li Wêranşarê cotkar ketine çinîna ceh, hefta pêş me jî dora nîska ye. Dûra jî dora genim e. Germiyanê dest pê kiriye, ji nuha pê da germîyan nayê kişandin. Em zû xelas dibin.

Dema xweş payiz e, careke din emê payizê werin. Ji bo ku em têr hejîr û tirî bixun.

XXX

25-05-2024

Li Wêranşarê bi Mazlûm Kavrat û Ferat Kavrat ra me demek pir xweş derbas kir. Herdu xortên merivên min qedir û qîmeteke mezin dan min. Gelek sipas ji bo wê mervantî û dilsoziya wan.

Me ev risim li atolja Ferat Kavrat girt. Dûra em bi hev ra çûn bajêr. Em çûn pastexana Has Simît. Bîna pastexanê ya pimamê min Ekrem e. Xwediyê pastexanê pismamê Resûl Bafeyî ye. Pastexaneyeke pir xweş e. Personal ez nas kirime, pir hurmet dikin. Naxwazin pera bigrin, lê ez bi zor didim.

 

XXX

25-05-2024

Min xatir ji Wêranşara xopan xwest, nuha li Amedê me. Sibe jî em li vir in, dusibe rêwiyên Swêd in.
Çar car in diçim Amedê û têm Wêranşarê. Şufêrên munîbisên di nabêna Amedê û Wêranşarê da diherin û tên giş mehelî ne, yanî zazakî dipeyivin. Lê kurmanciya wan pir baş e. Carên berê jî vê yekê bala min kişand.

Sibe emê haziriya rêwîtiya xwe bikin û dûra jî xatir ji Amedê bixwazin.

Em baş westiyan, lê hêja bû.

XXX

25-05-2024

Li Wêranşarê kincên piraniya jinan wek jinên ereb reş bûn.Meriv nikanîbû jinên ereb û kurd ji hev bigeranda.

Berê girêdana jinên kurd mehelî, mexsûsî Wêranşarê bû. Fîstanên wan rengîn bû, dismalên serî ya sipî ya jî axbaniyên zer bûn, hirbî jî rengîn bûn.

Lê nuha kinc, qîyafetên jinên kurd giş bûne reş, bûne wek jinên Daîşê û ereban. Dîndar di nav jinan da pir belav û xurt bûye.

Min fêm nekir ketine bin tesîra ereban ya jî tesîra dînî ye.Çimkî dîndarî pir belav bûye.

Li bajêr jinan reş dikir. Berê jinên heznî reş girê dida, lê nuha bûbûn we kêzikên reş.

XXX

26-05-2024

Şeva çûnî li Amedê ezman qelişî,baranek pir barî, tavan û burûskan dinya xera kir, di hundurda meriv dibiziya. Ne îşê burûskan bû. Înşela zirar nedaye zadan, bax û baxçan. Tam wexta çinînê ye.

Li Qerejdaxê barî be baş e, erdê biteqe, terşê kêf bike.

XXX

26-05-2024

Hevalên Dilkurdê îro li Amedê bernameyek taştê(xurînî) çêkirin. Mala camêran ava be ez jî ezimandim.
Li ser daxwaza koordînatotorê Dilkurdê Fewzî Bulgan min jî li ser asîmîlasyonê û giringîya zimên çend gotin got.

Alî Fikrî Işik hat xêrhatin da min. Me li ser niga bîstekê li hal û demê hev pirsî. Got êdî li Bismil dimîne, pir rehet û bextewar e. Li Stenbolê wer nexweş bû, nuha tu nexweşî, mexweşî pê ra nemaye.
Meriv li welatê xwe rehet dike.
Gelek kesên din jî hatin xêrhatin dan min,
Rûdawê li ser çavdêriyên min, bi min ra hevpeyvînek kir.

 

XXX
26-05-2024

Piştî taştêya Dilkurdê ez, xanim, Înan Eroglu û Lezgîn Kitêbçiyan em ji Mêlik Ehmedê peyatî çûn Pirtûkakurdî. Min xatyir ji Bawer Berşev xwest. Dûra jî em çûn qahwexana Pîne. Me qahwak kizwana vexwar û bi xwediyê wê ra bîstekê sohbet kir.

Bi vî rismî min ji Înan Eroglu û ji Lezgîn Kitêpçiyan xatir xwest.

Herdu jî di ber min da pir westiyan. Gelek sipas ji bo alîkariyên wan. Ezê bîriya wan bikim.

XXX

26-05-2024

Roja dawî, bi vî rismî min ji birayê xwe Faîk, xanima wî Abîde û biraziyê xwe Jêhat xatir xwest. Me şîva xwe çû li aşxaneyeke baş xwar. Dûra jî em çûn pastexaneyeke baş, me kunefe xwar.

Êdî dibêjim Ameda rengîn, de bi xatirê te. Sibe seet di 009.00a da em difirin Stockholmê.

Bi xatirê we dost û hevalên hêja, keç û lawên giranbiha!

Ez ji we pir û pir memnûn im.

XXX

27-05-20-24

Em sax silamet gihîştin malika xwe

Gelî nas, dost û hevalan û şopînerên min ên ezîz, merheba ji we ra !

Em bîstek berê sax silamet gihîştin mailika xwe. Lê min dilê xwe li Kurdistanê, di nava keç û xortên hêja da hîşt.
Ez zanim we bîrîya min kiriye, min jî gelkî bîriya we kiriye. Ê vaye em gihîştin hev.
Min Sim-karta telefona xwe wenda kir. Lema ne kanim telefonî kesî bikim, ne jî kes kane telefonî min bike. Înşela sibe ezê hel bikim.

Belkî hin nas, dost, heval û malbata min, birayên in meraq dikin, lema ez bi van çend rêzan sipas jî gişan dikim, ji gişan ra dibêjim mala we ava be. 

Ez û xanim nuha li Stockholmê li mal in û bawil û buxçikên me anîne vedikin.
Ez nuha gelkî westiyayî me, nikanim zêde dirêj bikim, bi dûra ezê hêdî hêdî qala rêwîtiya xwe bikim.
De bi xatirê we, bimînin di nva xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar