16 juni 2024

Rahma Xwedê li Swêd be!

Ji berbanga sibê da ye li Stockholmê, li taxa Alby mele bi hoperlorê, bi volîmeke pir bilind qiyamet rakiriye, ji 10-15 km. dûr meriv kerr û gêj dike, mêrik qiyamet rakiriye, erd û ezmên dihejîne.
Di hundur da em ji xew şiyar bûn. Nayê kişandin, meriv ji guhan dibe. Bi sê, çar hoperloran, bi volîma herî bilind ev çend seet in barebare mele ye, bi erebî selawatan vedide. Me derî pace giş girtine dîsa jî têrê nake.

Eynî kirine wek bajarên Kurdistanê. Dibê meriv însanan, derdora xwe hewqasî nerehet neke. 

Ne hewceyî hoperlorê ye, mele kane hilkişe ser minarê azan bide, xutê ji bo cimata hundur bixwîne, ne ji bo mehelê, ne ji bo însanên çend km li dûr dijîn. 

Di ser da kesên mecbûrî vî dengê mele dibin piranî ne misilman in. Misilmanên naxwazin li vî dengê zêde gudarî bikin pir in.
Ev ne medenîyet e, li ku dibe bira bibe, dibê meriv xelkê hewqasî nerehet neke. Li Kurdistanê û Tirkiyê jî eynî problem heye, li wir jî sibehan, rojê 5 wext însan bi dengê mele nerehet dibin, ji xew şiyar dibin. Dibê ji vê gelşê ra çareyek were dîtin.

Heger wiha dom bike rahma Xwedê li Swêd be…

XXX

Îro em li bende bûn neviyê me, Arasê me yê şîrîn were serdana kalik û pîrika xwe. Me hazariya xwe baş kiribû.
Lê me hew dît bavê wî Rojen tenê hat. Em matmayî man, me got:
-Ka Aras?
Got dirana derdixîne, rehet nasekine, pir digrî. Lema min neanî.

Me xwe xemilandibû, me digot emê bi hev ra çend risman bigirin, lê nebû, hesabê me li hev derneket. 

XXX

Ji bo ku min do li ser futbolê, maça Xirwatîstanê û Îspanyayê çend peyv gotin, Alî Kiliçê hêja ji min aciz bûye, gotiye:

”Mamoste dev ji siyaseti berde ji wxe ra bi be hènermende sporè. Min ji te tişt fahm nekir. Ez ji te dest dihélim. Şev baş.”

Min jî got: ” Tu bi kêfa xwe yî. Tu çawa rast dibînî wer bike.”

Wele ez ji temaşekirina futbolê hez dikim. Ew jî zewqeke min e. Lê minkûn e parvekirinên min ne bi dilê hin kesan be.

Tiştê ne bi dilê xwe nexwînin û xwe pê neqeherînin. Hûn ne mecbûr in her nivîsa min bixwînin.

XXX

-Hûn di cameka qilêrî ra binêrin hûnê wer bawer dikin her tişt û her kes qilêrî ye

Kafka

John Ruskin gotiye, gelek dîn hene, lê exlaq yek e. Dînê merivên bêexlaq hebe çi ye, tune be çi ye?

Dîndariya xwe rê Xwedê bide, ji min ra însanîyeta te lazim e.

XXX

Ji deve gazina wî pirsîne; gotiye barê li pişta min ne xema min e, lê belê ew kerê serkêşiya kêrwîn dike min dibehecîne, bi min pir zor tê.

XXX

Di loxata meriv da çiqas peyv hebin jî ji bo ku meriv ya dilê xwe bibêje hinê caran bêdengiyê hildibijêre.

Ev bêdengî ji axaftinê manîdartir û bi tesîrtir e. Yê zane zane, yê nizane baqê nîskan e.

XXX

Cejna we pîroz û bimbarek be!

Bi hêviya em cêjnên xwe di salên bê da li Kurdistaneka azad û serbixwe pîroz bikin!

Rica min ji we cêjna xwe bi tirkî pîroz nekin. Em kurd in dibê em cêjna xwe bi kurdî pîroz bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar