19 juni 2024

Hetanî 23 hezîranê bi xatirê we

Gelî xwendevanên hêja, bîsteke din, seet di 08.30´î da ez û xanim rêwiyên bajarê Lundê ne, em diçin ba lawikê xwe Azad.

Emê hetanî 23 mehê li wir bin, di 23 mehê da danê êvarî emê vegerin malika xwe.
Heta 23 hezîranê bi xatirê we.

Piştî ez vegeriyam ezê qala rêwîtiya xwe bikim. Heta wê rojê bloga xwe Hindik-Rindik update, nuh nakim.

Ez ji ger û seyranê, ji seyahetê hez dikim. Îmkana min hebe dixwazim herim bigerim, derên nuh biobînim.

Seyaheta me ya vê carê ne dûr e, bajarekî Swêd e. Lê dîsa jî seyahet e, çimkî emê herin bajarekî din.

Seyahet wek xewneke xweş e, meriv derên nuh dibîne, tiştên nuh fêr dibe, pê kêfxweş dibe. Dûra dibe xewn.

Lê heger meriv jêhatî be ji bo meriv kane bibe çîrokek jî.

Seyahet, dîtina welatên nuh, derên nuh asoya meriv fire dike, tiştên nuh fêrî meirv dike.

Me berê jî Lund dîtiye. Lê Lund, herêma Skana mezin e, gelek derên me nedîtine hene.

Azadê me soz daye me, ewê 4 rojan me têr bigerîne.
De hetanî 23 hezîranê bi xatirê we, bimînin di nava xêr û xweşiyê da.

2024-06-19

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar