29 juni 2024

Em îro pir westîyan


Îro me rojbûna(31 saliya) lawikê xwe yê biçûk Rojen pîroz kir. Ew, xanima xwe, neviyê me Olîver Aras û çend hevalên wî hatin.

Ji do da ye me haziriya xwe kiribû. Min ji wan ra izxareyek pir xweş, kibabek wek loqim, meriv tiliyên xwe pê ra dixxwar çêkir; çend zelete, sogilme, cacix jî da ber.
Dûra jî peqlawe, paste û qahwa kurdî.

Zebeşê min şîrîn bû lê hinekî bihurî bû. Xort pir memnûn bûn, gişan gotin me cara kibab û izxareyeke hewqasî bi tahm, bi lezet nexwariye.

Pesnê qahwa kurdî jî pir dan. Jixwe hetanî nuha kesî qusûr li qahwa min nedîtiye.

Lê wele ez pir westiya me, eyn ji hal da ketime.

Helbet xanim jî pir westiya ye. Ew hîn jî dixebite, kursiyan top dike, fera folên qilêr bûne dişo, dixe makînê.

Nehîşt ez alîkariya wê bikim, got tu pir westiya ye, here rûne.
Îro ji nişka ve, gava min hêzê ser xwe kir firk ket nigê min. Pir ajot, ez pir êşiyam. 

Lê şikir derbas bû. Lema xanimê qedrê min girt, nehîşt ez zêde bixebitim.
Xoratn çend fotografên me girtin lê hîn neşandine, lema ez nivîsê bêyî foto belav dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar