24 juni 2024

Çend fotorgraf û rojnivîskên rêwîtiya min a başûrê Swêd


Ez, xanima min û xortê me yê mezin Azad

Di rêwîtiya xwe ya herêma Skanayê, başûrê Swêd da min her roj hin notên kin girtin, di facebokê û di malpera xwe ya twîttê ra da parve kirin.

Mimkûn e hin heval û şopînerên min rojnivîskên min taqîb nekiribin. Lema ez wan rojnivîskan gişan û çend risman bi hev ra parve dikim. Yê bixwaze kane rojnivîskan gişan li ser hev bizîne.

Min risim jî giş parve nekiribûn, nuha wan jî parve dikim.

XXX

2024-06-19

-Em li Stockholmê li otobozê siwar bûn, em dikin bi rê kevin, herin Lundê. Danê êvarî em digihîjin Lundê, otêla xwe.

Emê heta 23 mehê li wir bin.

-Ji şansê me yê xerab ra baraneke zêde dest pê kir. Hêvî dikim li Lundê jî nabare. Heger li wir jî baran be me pûş kuta, emê ji gerra xwe tiştekî fêm nekin.

Belkî taveke lokal e. Dibê em xweşbîn bin.

-Em gihîştin Lundê.Azad hat pêrgî me, em bîstekê gerandin. Dûra me çû li aşxaneyeke Îranî şîva xwe xwar. Nuha em li otêla xwe ne, li maça Skotlandê û Îswîćreyê temaşe dikin. Maça 1-1.

Baran nabare. Hêvî dikim sibe jî nebare. Li gorî raporê baranê nebare.


XXX

2024-06-20

Li Lundê hewa ne xerab e, 17 dereceye, roj xweş e, baran nabare. Me xurîniya xwe kir, em li bende Azad in, ewê were me bibe dereke xweş. Li gorî gotina wî emê pir memnûn bibin. Got ciyê turîsta ye.

Ya muhîm nebe baran, ji bo ku em kanibin bigerin. De em û şansê xwe.

-Azadê me îro em baş gerandin. Em birin Karlskrona, Mölle, Kullaberg û ser girê Kullensfyr. Derên muhteşem nîşanî me da. Me li Lundê û li Landskrona 3 dêrên ji sedsala 15a dîtin.


Me gelek risim girtin lê bi telefona wî.Hîn neşandiye, dema şand ezê parve bikim.

XXX

2024-06-21


Me îro li Lundê bi swêdiyan ra Midsommara swêdiyan pîroz kir. Wan li dora darikê havînê govend gerandin û sitran, me jî li wan temaşe kir. 

Cejneka wek Newrozê ye, hatina havînê pîroz dikin, diherin derve, dixun, vedixun, kêf dikin. Me jî bi malbata xezûrê Azad ra pîroz kir.

Rojeke xweş bû

XXX

2024-06-22

Ji şansê me yê xerab ra îro li Lundê baran e û her der girtîye.Îro cejneke swêdîyan e,dikan girtî ne. Dereke meriv herê tuneye. Emê biçûyana parka botanîk, ew jî baran.

Sala ez nuh hatibûm Swêd anî bîra min. Em çend heval birçî mabûn, Stockholm vik û vala bû.Em matmayî mabûn.

Lund jî nuha wisa ye, dereke vekirî tune. Xwedê kir Willis vekirîye, me ji xwe ra pasta kirî. Li otêlê qahwe heye.

-Gerra me ya li Lundê, li Malmo û li Skaneyê zû qediye. Me çend bajar û derên xweş dîtin. Bîsteke din em rêwiyên Stockholmê ne, nîvê şevê em li mal in.

Rêwîtiya bi otobozê zor e, meriv diweste. 8-9 seet rêwîtî meriv ji pertav da dixîne. Ya xerab otoboza me molayê nade.

-Portekîziyan tirk şeqizandin. Tikan maçek bêhemdî qezenc kirin har bûn, hindik mabû bifiriyana. Gotin em û ne kesekî din. Lê Portekîzê balona wan zû teqand.

Min dixwest 4-0 ba lê nebû. Hekem ji tirkan ra xolek îltîmaz kir, penaltiya Portekîzê neda. Ndxwest tirk zêde şerm bikin.

Lê ev şîrmaq ji wan ra lazim bû. Xwedê neke heger ev maç qezenc bikirana ewê dinya xera bikirana.

XXX

2024-06-23

Vê carê rêwîtiya me ya otobozê pir bi teşxele dom dike. Rêwî pir in, tevlihevî çêbûye, milet ji pê ye. Zarok pir in, ji qepeqepa wan em gêj bûn.

Çûyin baş derbas bû, lê veger ne xweş e. Jinikê kursiyek girtiye, sê zarok pê ra ne.

Alkolîstekî bêdiran bû rêwiyê hember me.

Xirrexirra yê hindî em ji guha kirin, ji motorsîklê xerabtir e.

XXX

-23 juni 2024

Em sax silamet gihîştin hêlînka xwe

Nîv seet berê(seet22.00) em gihîştin hêlîna xwe. Rêwîtiya me tam 10 seetan ajot, em ji hal û pertav da ketine.

Ji bo du kokiman 10 seet rêwîtiya bi otobozê ne rehet e.
Otoboza me wek otoboza  nava bajêr bû, li her dera disekinî , rêwî jê dadiketin û lê siwar dibûn, bi kêmanî 15-20 deqe dajot.
Careka din rêwîtiya bi otobozê TOBE !


Erê hinekî erzan e, lê ne hêjayî vî ezabî ye. Meriv û şansê xwe, kane hin kesên problem bibin hevalên te yên rêwîtiyê. Vê carê wer bû.

 

Gelek tiştên ne di hesêb da bi hev ra hatin ba hev, li hev piçikîn.
Meriv nikane ciyê xwe jî biguherîne, bilêta te kîjan numre be tu mecbûr î hetanî dawiya rêwîtiya xwe li wir rûnî.


Deh seet rêwîtiya bi otobozê ne rehet e, em pir westiyan e.
Lema ez nikanim zêde dirêj bikim. Bi xêr sibe ezê hinekî bi teferûat binivîsînim û çend risman jî par ve bikim.

 



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar