03 juni 2024

Bo sofiyên nezan e, helbest ya Silêman e


Pismamê min Ekrem, Silêman Kaya û ez

Her cara ez diçim Wêranşarê, ez miheqeq dostê xwe yê hêja, şairê Wêranşarê yê bi nav û deng Silêman Kaya dibînim, pê ra sohbet dikim.

Ew jî ji min ra çend şiîrên xwe dixwîne. Hinê caran jî ji bêrîka xwe çend pelikên qermiçî yên şiîrên xwe li ser nivîsîne derdixîne, wan yek bi yek ji min ra dixwîne.

Vê carê jî eynî tişt kir; dîsa ji bêrîka xwe kaxeteka qermîçokê derxist û ev şiîra xwe ya li jêr ji min ra xwend.

Lawê wî Abûqat Mahirê hêja ji min ra rismê wê girt.
Min soz da Silêman, min got ez herim mal ezê biweşînim. Nuha soza xwe tînim cî, şiîra wî diweşînim.

Silêman şairekî pir baş e, pir dinivîsîne, lê bi qasî ez zanim ne bi dûzan e, li şiîrên xwe baş ne miqate ye.

Silêman wek yekî hafizquran e, şiîrên xwe ji ber dike, lê ez bawer nakim kane gişan ji ber bike.

Min ji lawê wî Mahîr rica kir, min got li şiîrên wî miqate bin, gişan jê ra textîlo bikin û miheqeq biweşînin.

Hetanî nuha dîwanek wî çap bûye, lê şirîrên wî pir in, têra çend dîwanan hene. Hêvî dikim Mahîr li wan miqate be û gişan bide çapkirin.

Bo sofiyên nezan e, helbest ya Silêman e

Ewên dina guh nedê
Bidin partiya Xwedê
Hem kurd e, hem dîndar e
Dibên elah û ekber
Serî jêdikin di ber
Ew wek gurê kedî
Xeber didin bi kurdî
Dikeve mejuyê nezana
Didize ji qewmê wana
Dest bi sator û kêr in
Ne ji bo xweşî û bêr in
Belê bi dev ew kurd in
Lê dilreş û nerind in
Dikin basa federalî
Xwe ji neyar nadin alî
Ger destê wan bigire ço
Bi serê me nakeve ro
Wek dergevanên derî
Me dihêlin bê serî
Bi dînê hezar sala
Serê me dikin vala
Gelî milet guh nedê
Bi mejuyê kevn û zengar
Kesî ava nekir war
Bê welat û bê dewlet
Çiye dîn û dîyanet?

Tu bê dewlet û war be
Tu çiqasî dîndar be
Tu yê tim hustuxwar be
Wê tim li te siwar be
Kurdîtî û Kurdistan
Çêtir e ji dîn û îman
Bo sofiyên nezan e
Helbest ya silêman e.

Silêman Kaya

2024-04-26
Wêranşar

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar