09 april 2024

Piştî xewnekê

Min ev nivîs 17 sal berê nivîsîye, lê di bloga min da tune ye. Ez pir lê gerîyam, min nedît. Di malpera Aslan Kaya "Bazê Kurdistanê" da heye, lê di bloga min da tune ye. 
Îro 23 saliya wefata wî ye, lema bi vê minasebetê vê nivîsa xwe ya 17 sal berê jî diweşînim.

Min îro jî nivîsek nivîsî, wê jî cihê diweşînim.

Aslan* merheba!

Tu zanî ev demek bû ez nehatibûm serdana te. Do bi şev min tu di xewna xwe da dît.

Ne sedî sed be jî lê ez dibêjim bajar ya Stenbol ya jî Amed bû. Em çend kes, tu û Fûad jî di nav da, em li mala hevalekî bûn. Mal, mala kê bû ez nizanim. Lê telebe bûn. 

Dem havîn bû û dinya jî gelkî xweş bû. Em çend heval li baxçeyê malê rûniştibûn û me sohbet dikir. Ez rêwî bûm û diviya ez biçûma mal. 

Lê min bilêta xwe û sola xwe nedidt. Hevalan digotin tişt nabe, tu yê sibe herî. 

Welhasil piştî  nedîtina bilêtê û israra hevalan min mayin qebûl kir.

Li ser masê desteyek kaxetên pinîkêrê(nezerê) hebû. Min rahîşt desteyê kaxetan û çend şeh lê da û dû ra jî min ji te ra got:

 -De were ez û tu bibin şirîk û em berra van xortan bidin.

 Kesên min ew wek xort îşaret kirin yek jê heval Fûad û yê din jî Ednan Qeredax bû. Du sê kesên din jî li kêleka wan bûn û bi pêşniyara min dikeniyan. Lê piştî ku ez bi xwe hesiyam navên wan nehat bîra min. Dema min got,” de were ez û tu bibin şirîk û em bera van xortan bidin” tu jî keniya û te bi Swêdî got:

 -Jaså/wisa ha!

 Min got:

 Ma tu ditirsî?

 Li ser vê pirsa min, te destê xwe bir simêla xwe û tu keniya û te tiştek got, lê nuha nizanim te çi got?

Hîn kaxet di destê min da û berî ku ez xwe bera ser kursiyê bidim ez bi xwe hesiyam.

Min li seetê nêrî, seet li dora 04.00 sibê bû. Hêdî hêdî hişê min hat serê min û min fêm kir ku tiştê min dîtibû tenê xewneke derewîn bû.

Bextewarî û dilşadiya xewnê tavilê wenda bû û xemgîniyeke giran wek tayekî aşan xwe bera ser bedena min da.

Di wê bîstikê da kenê te yê şîrîn û wan gotinên te yên wecîz li ber guhê min olan dan. Fena ku tu ji min ra bibêjî:

-Hela hela, yaho tu li ku yî?

Min fêm kir ne min tenê, te jî hinekî bîriya xirecira me kiriye. Min di dilê xwe da got, soz, sibe ez têm serdana te, di tûrikê min da çi ilm û xeber hebe ezê wek qevdek gul deynim ser gorra te.

Min ev xewna xwe tavilê ji ”abla” te Hêviyê ra(nizanim çima lê te ji Hêviyê ra tim digot abla) jî got.Me biryar da ku em roja din(wê rojê baran dibarî) werin serdana te.

Tiştekî gelkî xerîb e, lê her gava ku ez qala te dikim, Hêvî hema kelogirî dibe. Îcar jî wer bû.

Wek min soz dabû, îro(25/7-07)sibê zû em rabûn, piştî xurîniyê em ketin rê.

Min mal guhestiye, gorristana te ji mala min ya nuh gelkî dûr e. Ez bawer dikim rê li dora seet û nîvekê ajot. Min ji gulfuroşê bi pirs, gula herî baş, ji bo ku zû nemre û salê tê jî li ber serê te hişîn were kirî û em ketin rê.

Dinya gelkî xweş bû. Lê dema em nêzî gorristanê bûn dunya bû ewr û tam gihîştin ser gorra te baranê dayê. Me fêm kir ku bi hatina me tu gelkî kêfxweş bûyî û bi vî hawî tu xêrhatinê li me dikî. Me jî wek silav, çend hêsirên xwe bi baranê ra rijand ser gorra te.

Li ser gorra te bihostek çayir û çîmen bilind bûbû. Û hinekan jî du çîçek danîbûn kêlek kevirê ber serê te. Min xwest ez çîmenên ser gorra te biçinim. Hêviyê nehîşt, got, ”dev jê ber de.” Dû ra hat bîra min ku te yê jî qebûl nekira. Te yê jî bi wê bînfirehî û sebra xwe ya Hz. Eyyûb bigota:

-Tu çi jê dixwazî? Dev jê berde bira bimîne!

Loma jî piştî çinîna çend qevdan min dev jê berda. Hêviyê çû hinek ax û av anî û çîçeka ku me ji te ra anîbû me di ber serê te da çand. Min nameyek biçûk jî ji te ra nivîsî û ew jî xist nava naylonekê û xist nav gula xwe.

Bi rastî jî çi di tûrikê min da hebû min yeko yeko, hêdîka ji kevirê ber serê ta ra got. Ez bawer dikim deng dihat te!

Ez dizanim derd û meraqa te ya herî mezin rewşa Kurdistana Azad, yanî başûrê Kurdistanê ye.

Wek min nivîsî û got, qet meraq neke û di gorra xwe da jî musterîh razê, Kurdistana başûr  rizgar bûye û kurd bûne dewlet.

Erê dujminên der û dorê û bi taybetî jî tirk, wek gurên har diranên xwe disûn û ji dil û can dixwazin me li hewa dabarînin, lê ji taqet da ketine, nikanin, newêrin bajon ser me.

Çimkî Emerîka û Ewrûpa destên xwe li pişta wan naxin. Û ew bi tenê jî nikanin.

Tu zanî, berê jî dujminên me tu carî bi tena serê xwe zora kurdan nebirine.

Heger ne îngilîz, fransiz, rûs û yên din bûna ereb, tirk û farisan bi hêzên xwe tenê nikanîbûn şervanên kurdan bişkînin û kurdistanê ji xwe ra bikin mustemleke. Û dîsa tu baş dizanî ku bindestiya me ya heta îro jî her bi saya piştgiriya van dewletan e.

Lê wer xuya ye ku îro menfeetên Emerîka, Ewrûpa û yên dujminên me heta dereceyekê hatine hember hev, loma jî wek berê bi hêsanî li hev nakin. Tiştê herî girîng, bi qasî ku em muhtacî wan in, ew jî hewqasî muhtacî me ne.

Yanî bi kurtayî me destê dujmin ji gewriya xwe derxistiye, em êdî ne li ber fetisandinê ne. Ez bawer dikim xelasbûna hemû kurdan û avabûna Kurdistanek serbixwe nêzîk e, pir ne dûr e. Di vî warî da divê dilê te di cî da be û zêde xeman nexwe.

Haaa, divê ez xebereke girîng ya din jî bidim te.

Tu zanî di 22-ê temûzê da li bakurê Kurdistanê hilbijartinên giştî yên pêşwext çê bûn. Ji kurdan partiya DTP(Partiya Demokratîk ya Civakî)new ek partî lê bi riya kesên serbixwe ew jî beşdarî hilbijartinan bû.

Wek tu yê jî texmîn bikî, partiyên dujmin bi saya gelek dek û dolaban, teror û çavtirsandinê û helbet bi bi alîkarî û xemsariya hin kurdên kêmaqil dîsa zora kurdan birin. Di xebatên hilbijartinan da şîara sereke ya Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan: ”Yek dewlet, yek milet, yek al” bû. Lê kurdan dîsa jî ray danê. AKP-ê li Kurdistanê ez ne şaş bim 80 parlementer derxist.

Yanî sal bi sal, xwezî bi par!

Axirê ya baş kurdan jî li çend bajarên Kurdistanê 22 parlamenter derxistin. Li Mêrsînê, Edenê, Rihayê, Agirîyê, Qersê Çolemêrg û hin derên din jî li dora 7-8 parlamenter jî bi zor ji wan stendin. Namzetên van deran îtîraz kirine lê ez bawer nakim tu netîceyeke pozîtîv bi dest xin. Ji ber ku ”dewleta kûr” wiha dixwaze.

Ez gelkî dilşa me kurd nebûn sifir, sosireta mezin ewê wê demê bûya. Dunya alemê bigota kurd doza tiştekî nakin, heger bikirana ewê dengên xwe nedana yên hebûna wan înkar dikin, yanî AKP-ê.

Tu zanî ya xerab gelek kurd hêviyeke bêbingeh û ne mimkûn ji Erdogan û partiya wî dikin.

Esas Erdogan û partiya wî bi qasî serê derziyê jî tu soz û hêviyekê nadin kurdan, bi vacayî ew jî wek hemû partiyên din ji daxwazên kurdan yên netewî ra dibêje teror.

Û camêran van dîtinên xwe yên îmhakirina kurdan qet venaşêrin jî. Erdogan û hevalên wî, gav û seet sozê didin gelê xwe, dibêjin ewê vê ”terorê” yanî tevgera kurd ya netewî biqedînin.
Lê hin kurd dîsa jî vê rastiyê nabînin. Yanî wek kesê ji celadê xwe hêviya rahm û edaletê bike.

Lê li alî din, destê dujmin jî êdê li nava kurdan nayê hev, ev jî rastiyeke. Loma jî zû bi zû nikanin me bavêjin ji erdê da.

Soz, ez te li wir tenê û bê agahdarî nahêlim, çi bi ber guhê min keve ezê werim haya te bigihînimê.

Ez te di meraqê da nahêlim. Tu tim di bîra min da yî.

Zinarê Xamo

25/7-07

*Mehmet Kaya

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar