14 april 2024

Enfal xelekek jenosîda miletê kurd e

Îro roja bîranîna Enfalê ye. Rejîma Baas di nabêna 1986-1989´a da li Kurdistana Başûr li hemberî kurdan bi çekên kîmyayî qetlîameke mezin kir. Kurd bi komî kuştin, bi sedan bi saxî binaza kirin. Cî û warên wan, malên wan wêran kirin.
Enfal jenosîde sedê salan e dom dike. Dixwestin koka kurdan biqelînin.

Di Enfalê da herî kêm 200 hezar kurd kuştin. 4500 gund wêran kirin. Milyonek kurd bi çolan xistin.

Şehîdên Enfalê bi hurmet bibîr tînim.

XXX

Xalid Begê Cibrî, Yûsif Zîya Beg û hevalê wan di 14´ê nîsana 1925´a da li Bilîsê bi gulebarankirinê hatin îdamkirin! Emê şehîdên doza azadiya miletê xwe tu carî ji bîr nekin. Bi hurmet bibîr tînin.

XXX

Dawiya dawî Îranê bombeya xwe teqand, şeva çûnî bi 300 fuze û droneran êrîşî Îsraîl kir. Lê pûş kuta, tu jahr belav nekir. Ji sedî 99´ê fuze û droneran li derî sînorên Îsraîl ji alî Amerîkayê, Îngilterê û Urdunê va hatine xistin. Yanî zirarek negihîştiye Îsraîl. Ji xwe Amerîkayê seeta êrîşê jî zanîbû. Lema Îsraîl tedbîrên lazim girtibû.

Di vê êrîşa Îranê da tiştê nuh, cara pêşî ye Îran bi xwe êrîşî Îsraîl dike û dibêje ez im.

Gelo Îsraîl ewê bersîvê bide Îranê ya na hîn ne diyar e. Belkî amerîka nehêle, mesele mezintir bibe. Xwezî lêxistana.

Îranê gotiye heger Îsraîl bersîvê nede ewê jî êrîşên xwe dibare nekin. Lê heger Îsraîl êrîş bike bersîva Îranê ewê girantir be.

Fort belaş in, bi halana dixwazin Îsraîl bitirsînin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar