02 mars 2024

Li Ewrûpayê xortên me bi pêş dikevin

Nivîskar, abûqat Agrî Îsmaîl îro li Stockholmê, li Kitêbxaneya Kurdî romana xwe Hyper a bi swêdî da nasîn û ji me kesên beşdar ra îmze kir.

Romana Hyper li Swêd deng daye, di medyaya Swêd da pir pesnê wê hat dayin. Rojnameya Expressenê roman wek ”şaheserekê” bi nav kiriye.

Îngilîziya romanê jî wî bi xwe nivîsîye, li Îngilterê derketiye.
Malbata Agrî Îsmaîl ji Kurdistana Başûr, ji Silêmaniyê ye.

Bavê wî komunîst e, wek gelek kurdên din, ew jî ji ber terora Seddam reviya ye, koçî Swêd kiriye. Nuha vegerîya ye Kurdistanê.

Agrî di sala 1981´ê da li Stockholmê çê bûye, heta 12 saliya xwe li Swêd jiya ye. Malbata wî dûra koçî Fransayê, Parîsê kiriye. Ji Parîsê çûye li Londonê huqûq xwendiye.

Piştî zanîngeh qedandiye demekê di şîrketên mezin da pisporiya huqî kiriye.


Dûra li Dubaîyê dîsa di şîrketan da şêwirmendiya huqûqnasiyê kiriye.

Sê salan li Kurdistana Başûr maye, di sala 2015´a da vegeriya Swêd.
Li Swêd him abûqatiyê(parêzeriyê) dike, him jî di hin rojname û kovaran da bi swêdî û înilîzî rexne û nivîsên edebî dinivîsîne.

Agrî Îsmaîl xortekî zana ye, him huqûqnas e, him nivîskar e, him jî rexnegirekî edebîyatê ye.

Sidqî Hirorî û ez

Dema ez xortên wiha dibînim ez pir kêfxweş û serbilind dibim.


Ez dibînim keda me nebûye keda bersîs, tiştê me xeyal dikir em nuha dibînin.

Em merivên feqîr û nezan bû, di salên 1980-90´î da me bi zimanan nizanîbû. Me nikanîbû derdê xwe ji ewrûpiyan ra bigota. Şikira wa ye zarokên me ji me gelkî bihurîne, her yek bi çend zimanan zanin.


Li Ewrûpayê bi hezaran xortên kurd entegre bûne, bi hezaran abûqat, nivîskar, artîst, rojnamevanên me hene. Di civatê da xwedî statuyên bilind in. Entegre bûne. Dixwînin, dinivîsînîn, giraniya wan heye. 

Ev yek min pir dilşa dike, hebûna nifşekî wiha hêviya min serketinê xurttir dike.

Xortên me nuha xwe zêde nêzî siyasetê nakin, lê ez bawer dikim di demên pêş da ewê jî bibe.


Min ev fikrê xwe ji Agrî Îsmaîl ra got, min got hûn ji me zanetir in, bi tasîl û ilmê xwe ji me xurttir in, lê hûn xwe dûrî siyasetê digrin. Dibê Edward Saîdên me jî hebin.

Romana wî weşanxana Swêd a herî meşûr Bonnierê çap kiriye. Bonnîer her kitêbê çap nake.
Çi zêde kes nehatibû, em 7 kes bûn. Ev cara pêşî ye hewqas kê kes tên civîneke me, semînereke me. Ez li ber ketim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar