29 februari 2024

Çîroka Hz. Mûsa û gur

Rojekê Hz. Mûsa li çolê îbadet dikir. Bala xwe dayê gurek nêzîkî wî dibe. Di dilê xwe da got:

-Xwedêyo, hewcedariya min bi kera min heye, gur îslah bike bira kera min nexwe.

Piştî îbadeta xwe qedand, bala xwe dayê hevsarê kerê li hustuyê gur gerîya ye, gur xeniqî ye.
Hz. Mûsa ji xwe ra got:

-Xwedêyo, min ji te ne mirina gur, îslaha wî nîyaz kir. Lê te ew kuşt.
Dengekî îlahî hat guhê Hz. Mûsa:
-Yê ew xuliqandiye ez im, îslaha gur ancax wiha dibe.

-Hûnê bi însanên heyranên gur ra çawa li hev bikin? Ya ewê we bikujin, ya dibê hûn wan bikujin.

 Şêx Abdulmelîk Firatê rahmetî ev anekdot bi tirkî gotiye. Min ji tirkî wergerand.

Ez bawer dikm ne hewceye ez bibêjim çîrok li ser çi û li ser kê gotiye.
Bi rastî jî ji bêşansiya me ra dagirkerên welatê me ji guran jî xerabtir bûne. 

Hêvî dikim îslah bibin, lê ji tarîxa xwe em zanin îslaha wan pir zor e, mûcîze ye

XXX

Di van salên dawî da di nav me kurdên bakurê Kurdistanê da tevgereke fêrbûna axaftin û nivîsîna bi kurdî roj bi roj xurt dibe. Pêşketineke baş e, kêfa min tîne, hêviyekê dide min.

Lê bi qasî ez dibînim û ji min ve xuya dike ev tevger di nav kesên navsale û porsipî da ye; xwe bernedaye nav ciwan û zarokan.

Bi kesên porsipî kurdî ji mirinê, ji aşê asîmîlasyonê xelas nabe. Ji bo ku kurdî nemire, wek zimanê miletê kurd bimîne dibê zimanê zarokan, zimanê malê, bazarê, siyasetê, edebîyatê kurdî be.

Çend sal umrê me kal û pîrên porsipî maye, ji bo ku kurdî bi me ra neçe gorrê dibê zarok bi vî zimanî mezin bibin.Heger wiha nebe em xwe dixapînin, kurdî ji mirinê xelas nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar