Berf, sir û seqema Stockholmê nabênê nadê, bîna xwe nagire, dom dike. Ev meh, meha zivistanê ya herî no ye, meriv zane bi rastî jî zivistan e.
Lê zivistan çiqasî dirêj û no be jî, dawiya her zivistanê bihar e, qey bihara
me kurdan jî ewê were.
Me pir pa, ji zûda em li bende bihara xwe ne. Zivistana me pir dirêj kir...
Bîsteke din dîsa berf e, hinek berfa din jî ewê li berfa erdê zêde bibe; ez jî rêwîyê riyeke kin im.
Gava berf dibare ez di pacê ra carnan lê temaşe dikim.
Ahenga di nabêna kuliyên berfê da huzûrekê, aramiyekê dide min, dilê min di xewra dibe.
Hundur malê germ e, lê dilê min sar e, diqefile, nizam çira…
Dibêjin ne nedema dinya sar dibe, dema dil sar dibe zivistana însên dest pê
dike.
Mewlane gotiye:
”Kuliyên berfê çi xweş nîşan didin, bêyî ku meriv zirarê
bide hev rêwîtî mimkûn e.”
XXX
Me got de vira Swêd e, zivistan e, helbet berfê bibare, helbet hin rojan ewê pûk û tozan, sir û serma be.
Helbet zivistana Stockholmê bêberf nabe. Dema zivistana nebare pir û pir ecêb
e. Psîkolojiya swêdiyan xera dibe.
Lê bavo ne bi vê ecêbê. Ji do da ye bi paqijkirina hewşê, bi
avêtina berfê pî û bask ji min da ket, milê min jan dide.
Ya xerab ewê hefta pêş me jî bibare, sar û serma jî tim di
binê sifirê da be.
XXX
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar