Min û xanimê îro dîsa derziya Covîd-19 li xwe xist. Ya min bû derziya 6´a, ya xanimê bû derzîya 5a.
Ez tedbîra xwe baştir digrim. Çi dibe, çi nabe, bira bêxwediya Covîdê ji me dûr
be.
Lê du derziyên din jî, yên li hemberî bapêşê, zekemê, bronşîtê, nizanim çi û çi
jî li me xistin.
Yanî li ser hev sê derzî li me xistin, gotin kal û pîrên bi ser 65´a ketine
gerek van aşiyan jî bibin. Loma em tewsîyeyî we jî dikin...
Welhasilî kelam derziyek li girmika min a rastê xist, derziyek li girmika min a çepê xist, derziyek jî li hêta min a rastê xist.
Derziya hêtê cara pêşî ye li xwe dixim. Qey ev jî ji bo nexweşiyeke taybet e. Wele got ji bo çi ye, min ji bîr kir.
Îro serma 13 derece di binê sifirê ra yee, berf çongekê li erdê ye. Em bîstekê meşîyan, min çend risim girtin. Lê îş sar bû, çûk bi çûktiya xwe li hewa diqefilîn.
Ji ber ku me derzî jî li xwe xistibûn, him jî 3 derzî, lema me berê xwe da hêlîna xwe ya germik.
Di rojên wiha da hundur xweş e. Mala me jî tim wek himamê germ e. Gelşa me û sermayê qet tuneye.
Sîstema me ya germkirinê merkezî ye, bi swêdî jê ra dibêjin ”Fjärrvärme”, yanî germîyana merkezî. Me kêf kiriye, em pê xenê bûne.
Him xanî tim germ e, him jî pir erzan e, mesref hindik lê diçe.
Li Swêd sîsteme herî zêde berbelav germîyana merkezî ye.
Çimkî him erzan e, him jî pir baş e. Lema jî di vîla û xaniyên wek da piranî
germîyan merkezî ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar