12 november 2023

Di seyahetnemaya Îbn Faldan da tirk û kultura wan

Mehmet Sanri di platforama Xê da ji Seyahetnameya  Îbn Fadlan li ser pêşiyên tirkan tiştekî ecêb belav kiriye. Nivîseke kin bû.

Piştî min nivîs xwend, meraqa min zêde bû, ez ketim dû agahiyên, nivîsên li ser Seyahetnameya Ahmed Îbn Faldan.

Min çend nivîs xwendin û hin agahiyên balkêş bi dest xistin.

Îbn Fadlan qewmê tirk gelkî prîmîtîv û hov dibîne, di heqê wan û kultur û adetên wan da qala pir tiştên ecêb, teferûatên hetanî nuha nedihat zanîn dike.


Îbn Faldan seyah, alimekî ereb e, seyahekî bi nav û deng e, seyahatnameya wî meşûr e.

Îbn Fadlan di nabêna salên 877-960î da jiya ye. Di seyahetnameya xwe da qala çavdêriyên xwe yên rêwîtiyên xwe dike. Derên dîtine, miletên naskirine dide naskirin, qala urf û adetên wan dike.  

Li ser eşîrên tirkan, tirkên oguz, başkirtan, tataran, bûlgar gelek tiştên balkêş û muhîm dibêje.

Prof. Dr. Ramazan Şeşen seyahetnameya Îbn Faldan wergerandiye tirkî. Weşanxaneya Yedîtepe di sala 2016a da çap kiriye. 168 rûpel e.

Xelîfeyê Abbasî  Muktedîr Bîllah, di 21ê hezîrana 921ê da Îbn Faldan bi heyetekê ra ji Bexdayê şandiye nav tirkên Îdîl  bûlgar, herêma Volgayê.

Heyet di ser Rey, Nîşabûr, Merv, Buhara, Harizmê ra di 12 gulana 922a da digihîje qerergeha mezinê, Xanê tirkên bûlgar.

Eşîrên tirk di sedsala 700-800î da dînê  îslamê nas kirine, dest bi qebûlkirina îslamê kirine, lê hîn Îslamê nas nakin. Yanî destpêka misilman bûna wan e.

Xelîfeyê Abbasî  Muktedîr Bîllah, Îbn Feldan wek elçî, wek dîplomat şandiye ba wan, ji bo ku seroktiya Xelîfeyî Îslamê qebûl bikin.

Îbn Faldan piştî vegera xwe, bîranînên xwe yên rêwîtiyê(seyahetnama xwe) nivîsîye.

Îbn Faldan li ser kultur, urf û adetên tirkan yên wê demê, yên berî misilmanbûna wan gelek agahiyên muhîm, yên hetanî nuha nedihatin zanîn daye.

Hin tirkan gotin tiştê Îbn Faldan gotine derew e, seyahetnameyeke sexte ye. Ya jî hinekan li ser navê wî ev buhtan li tirkan kirine.

Lê di sala 1923a da Zekî Velîdî Toganê tirkolog, dîroknas ”li Meşhedê di nav mecbûayekê da orjînala destnivîsa Îbnî Faldan dît. Piştî lêkolîna Zeki Velidi Togan(1890-1970) derket ortê seyahatname rast e û Îbnî Faldan jî alim û seyahekî mezin e.

Di seyahatnameya Îbn Faldan da li ser tirkan gelek agahiyên hêja hene.

Seyahetnameya Îbn Faldan di nav dîroknasên tirk da olan da.
Îbn Faldan li hemberî tiştê di çandira tirkekî oguz da dîtiye şok bûye, ev şoka xwe wiha anîye zimên:

”Rojekê di çandira yekî oguz da em bûn mîvanê wî. Em rûniştin. Jina mêrik jî bi me ra rûnişt. Jinikê li ba me kîlotrîsê xwe(organê xwe yê cinsî)derxist, xurand.
Dema çavê me pê ket, me ruyê xwe guherand. Min got tobe estaxfurulah.
Mêrê wê li me nêrî û kenîya. Ji tercuman ra got:
”Ji wan ra bibêje, jina min wiya li ba we vedike. Hûn viya dibînin û diparêzin. Tiştek xwe nagihîne wê. Ev tiştê ew dike ji veşartina pêşkêşkirina ji hinekên din çêtir e.”


Yanî jinik mêrikê xwe(kîlotrîsê xwe)venaşêre, lê nade hinekê din. Dema veşêre û bide hinekê din xerabtir e.
Li ser baweriya tirkan a wê demê jî Îbn Faldan dibêje:

”Serbest bûn, lê wek kerên riya xwe wenda kiribin, hewce nedidîtin bi tu dînî bawer bawer bikin.
Ji wan yekî gava bixwesta bi mezinê qebîleyê bişêwire, jê ra digot:
”Ey Xwedayê min, di vê meselê da ez çi bikim?”

Li ser nezanî, bêdînî û cahiliya tirkan Faldan ev numûna jêr daye:

”Yekî ji wan dema min Quran dixwend li min gudarî kir. Bi riya tercuman ji min ra got, dom bike. Dûra dîs bi riya tercuman ji min pirsî:
”Jina Xwedayê we heye?”

Faldan li hemberî pirsê matmayî maye, gotiye:

”Li hemberî vê pirsê, min ji Xwedayê xwe ra tobe kir.”


Di mesela paqijiyê da Îbn Fadlan li ser tirkên oguz pir tiştên ecêb gotine. Dibêje pir qilêrokî bûn, nizanîbûn paqjiyî çi ye. Ev numûneya jêr daye:

”Oguz piştî avdasa xwe ya mezin û biçûk xwe paqij nakin. Piştî cenabetê û tiştên din jî xwe naşon. Hema hema têkiliya wan bi avê ra tune ye. Bi taybetî zivistanê qet tune ye. Jinên wan li ber mêran, xerîban xwe napêçin. Tu dera xwe venaşêrin.”

Ahmed Îbn Fadlan, gava dibîne her kes di eynî leganê da dest û ruyê xwe dişo, tûyî leganê dike matmayî dimîne, dibêje:

”Her sibe dest û ruyên xwe, serên xwe bi ava herî pîs û qilêr dişon. Her sibe carîyeyek kole bi leganek av tê. Legana avê dide ber efendiyê xwe, ew jî dest û ruyê xwe, porê xwe tê da dişo. Porê xwe tê da şe dike. Dûra xwe zuha dike û tû yî avê dike. Di wê avê da pîsiya neke tune ye.
Carîye, piştî wezîfa xwe dike, leganê dibe ba yekî din, ew jî eynî tiştî dike. Bi vî hawî ferdên malê hemû, yek bi yek di eynî leganê da dest û ruyên xwe dişo, tû dikê, xwe paqij dike, porê xwe di wê leganê da dişo.”

”Lê tu qebîleyeke tirk wek Başkurtan ne naletî ne. Jiyana wan hemû talan, tecawiz e. Pir zalim û bêmerhamet in. Ji wan yek rastî yekî were wî dikuje, serê wî jêdike dibe, laşê wî dihêle.

Wan jî wek tirkên din riyên xwe kurr dikirin û sipiyên wê dixwarin.

Başkurtekî bûbû misilman, li ba me hebû, ji bo me dixebitî. Carê çavê min pê ket, sipiya kerasê xwe girt, bi destê xwe heciqand, dûra avêt ji devê xwe da.

Dema dît ez li wî dinêrim, got ”xweş e.” 

Îbn Faldan, li ser zewaca  tirkan a wê demê ev agahiya pir ecêb jî daye:

”Dema zilamek bimre, heger jina wî hebe, bi şertê ne diya wî ya rastîn be, lawê wî yê mezin bi jina wî ra dizewice.”

Yanî law bi jina bavê xwe ra, bi dêmariya xwe ra dizewice û li ba tirkan ev adeteke normal bûye.

A ev tirk bûn xwedî dewlet, em kurd jî bûn bindest û koleyên wan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar