12 september 2023

Nabe meriv tim bi eynî suretê bajo

Çend roj in dûzana min xera bûye. Lema jî nivîsên min her sibe dinivîsand nikanim binivîsînim.

Surprîzên jiyanê pir in, carnan hin tiştên ne di hesêb da derdikevin pêş meriv, ji mecbûrî meriv bi wan mijûl dibe.
Ji bo ku her tişt were qeysa berê dibê meriv bînfire û bi sebir be.
Nabe meriv erebê tim bi eynî suretê bajo, tim pê li gazê ke. Di rê da vîraj hene, rondel hene, lempeya sor vêdikeve, meriv mecbûr e bisekine, vîtêzê biguherîne, suretê kêm û zêde bike, carnan firênê bigire...

Ev çend roj in min sureta xwe kêm kiriye, zêde nanivîsînim, lê naxwazim dikana xwe jî bigrim. 

Hewil didim bi nivîsekê be jî bloga xwe update, nuh bikim. Ji bo ku xwendevan derî girtî nebînin, destvala venegerin. Ez her tim vî hesabî dikim, nexweş bim jî, halê xwe dikim hal, çend rêzan dinivîsînim.
Belkî xwendevan ne li bende vê ye, lê ji min muhîm e, hetanî ji petav da nekevim naxwazim bloga xwe bigrim.

Min nuha xwend, li  Kurdistana Federe 19 dibistanên tirkmenan hene. Nufûsa tirkmenan li Kurdistana Federe ne bi qasî nufûsa Wêranşarê ye, 19 dibistanên wan hene, li Tirkiyê û li Kurdistana Bakur em 30 milyon in dibistaneka zarokên me tune ye.
Û kurd giş viya ji xwe ra nakin derd. Şikir ev çend sal in hin kes doza zimanên xwe dikin.
Lê bi qasî tirkmen zimanê xwe ji kurdan dixwazin, kurd ji Tirkiyê, ji tirkan naxwazin. Tenê Hezkurd û partiyên kurd dixwazin, lê piraniya milet bêdeng e.

XXX

Gelek tişt tên bîra meriv, meriv dixwaze li ser kar û barên partiyên me na fikrê xwe bibêje. Lê ez bi xwe geleké caran newêrim.

Di pesindanê da, di halandanê da problem tune ye, her kes kêfxweş dibe.

Lê herçî rexne ye hin caran meriv poşman dibe. Lema devê xwe digrim, serê xwe naxim teqreqê.

Ne şert e meriv qala her kêmasiya xelkê bike. Belkî hew kanin, hew ji destên wan tê.

Dema meriv zêde tevradide dibêjin bira zana kerem bikin werin pêş.

Lema jî ez kevirê xwe bi ber xwe da berdidim.

XXX
Îro 12ê îlonê ye, 43 sal berê, di 12ê Îlona 1980î li Tirkiyê eskeran di bin serokatiya general Kenan evren da hukûmet xistin û hukim girtin destên xwe. Û li kurdanhatin xezebê, bi hezaran kurd girtin, di zindana Diyarbekrê da îşkenceyên ji wahşetê xerabtir li kesên êsîr ketibûn destên wan kirin. Gelek kes bi lêdanê kuştin.
43 sal di ser wê wahşetê ra derbas bûye, lê rewş ji ya wê demê xerabtir e, ne baştir e.
Yanî sal bi sal xwezî bi par. Mêrikan bêtir êrîşî kurdan dikin, ji wê demê bêtir dixwazin kurdan bixun.
Yanî esker, ne esker ji bo me kurdan ferq nake, giş eynî tiştî dikin, em nêçîra gişan e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar