18 september 2023

Jiyana hin kesan wek teleskopekê ye

Necatê Zivingî di telewîzyona DENGê da qala kitêba xwe ya li ser Evdirehîm Zapsû û girîngiya jiyana wî dike.

kiriye. Hevpeyvînek xweş e, wek her car, vê carê jî Zivingî tiştên muhîm dibêje, berê kamareya xwe dîsa dide meseleyeke muhîm.
Zivingî, jiyana Evdirehîm Zapsû dişibîne teleskopekê. Dibêje ”ew teleskop ne ew kes tenê ne, ne ji wan îbaret e. Ew dikanin cîhaneke ji me ra biyanîye, em pê nizanin, me pê bihesînin, bi me bidin temaşekirin.
Evdirehîm Zapsû ji bo me kurdan kesayetîyekî bi vî rengî ye. Bi perspektîfa wî, di paca wî ra em dikanin li dîroka Kurdistanê binêrin, sebebên têkçûna mîrektiyên kurdan fêr bibin.”

Necat Zivingî  tim karê bi îsabet û muhîm dike, balê dikşîne ser mijarên pir muhîm.
Ji miletê me ra, ji ciwanên me ra çi muhîm be dest davêje wî karî, wê mijarê dike rojev, û minaqaşe dike.

Wek rêberê bajarê xwe baş nas dike, însanan li derên herî xweş, herî muhîm digerîne.

Kitêb pir baş in, muhîm in, serpêhatî, bîranîn, belge ji mirinê xelas dibin, dibin tarîx, dikevin arşîva miletê me.

Lê li alî din programên programên telewîzyonan, civîn, konferans, semînerên li ser van mijaran jî pir muhîm in, tesîra gotinê ya rû bi rû pir e.
Lema jî hetanî dibê meriv konferans, semîneran jî îhmal neke.
Li bajaran li ser şexsîyetên wek Evdirehîm Sapsû, li ser tarîxa me ya nêz konferansan çêke, bira kurd pêşiyên xwe, kesên ji bo kurd û Kurdistanê xebitîne nas bikin.

XXX

Do danê esir ez çûm şîna Beytocan, cara dawî me, nas, dost û hevalên wî xatir jê xwest.

Gelek hezkiriyên wî, nas, dost û hevalên wî yên hunermend hatibûn.

Çend hunermendên hevalên wî, kilama wî ”Yan mirin, yan Diyarbekir” bi hev ra diyarî ruhê wî kirin.

Bi vê minasebetê min çend nas, dost û heval dîtin, me li halê hev pirsî.

Her kesî sihate hev meraq dikir, dixwest bizanibe hela siheta meriv li cî ye, ya na.

Çimkî êdî dema dibê meriv li siheta hev bipirse. Di xortaniyê da meriv tu carî siheta hev meraq nake.

Vê carê şansê min lêxist, ciyê şînê pir nêzî mala me bû, ez peyatî çûm.

Berê saetekê(5 km) gerîyam, dûra çûm.

Pîrê ji ber dergûşê çû ber tifikê, got Xwedê zane îro ez çiqas erd û av meşiyam. Yê min jî ew mesele ye, bi vê meşa hindik pesnê xwe didim.

XXX

Şufêrekî li dawiya qasa kamyona xwe wiha nivîsîye:

-Dîndariya xwe nîşanî Xwedê bide, ji min ra însanîyeta te lazim e.

Şufêrekî pir baqil e, xwezî her misilman, her dîndar wiha bifikiriya.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar