18 augusti 2023

Serpêhatiya min û moza hingiv

Nêzikî mala me parqeke biçûk û xweşik heye. Navê wê Hagelbyparken e, yanî Parka Hagelby.

Îsal me qet riya xwe pê nexistibû. Îro em çûn wir. Ev demeke nûjen dikin. Me got hela em herin bibînin çi kirine, çi guhertine?

Hîn neqedandine, xirte xirta wan bû li vir û li wir dixebitîn.

Park di sala 1917a ji alî fabrîkatorê telefonê Lars Magnus Ericsson û xanima wî Hîlda xanimê va hatiye avakirin. Magnus Ericsson xwediyê marqa Erîcssonê ye.

Em bîstekê lê gerîyan, me bala xwe da derên nûjen kirine. Dîwarê dora parkê û hin avahiyên wê zer kiribûn, Zerekî pûrteqalî bû, xweşik bûbû.


Dûra em çûn qahwexaneyê. Him qahwexaneye, him aşxana ye. Xwarina wan bi nav û deng e. Xelk tê navroja xwe li wir dixwe.

Me qahwa xwe pasta xwe girt û em çûn li ber siya darekê rûniştin. Îro pasteka taybet çêkiribûn. Keçika servîtrîs wer got.

Em çer rûniştin mozên hingiv li dora masa me bû vizeviza wan. Ji ber ku şîranî li ber me bû ji me nediqetiyan. Me çiqas diqewitand jî bela xwe ji me venedikirin.
Me derba mirinê li wan nedixist, me tim xwe diparast.
Lê moz bûn, ji me neditirsiyan.


Li parqê pêtagên hingiv hene. Jixwe li hundur hingiv jî difrotin. Xanim rabû çû qahwa xwe teze bike.


Bi çûna xanimê ra mozên me bêtir azirîn. Heta ji min dihat bi dest û lepan min ew ji xwe dûr dixistin. Çend caran destê min bi yekê bû. Mim fêm kir azirîn. Çimkî bêtir êrîşkar bûn. Ji min dûr nediketin, fena ku pir qeherî bin, êrîşî serê min û ruyê min dikirin.


Min çer yek ji xwe dûr xist, bi nermika tiliya min aqilaçkê veda. Min got ay !

Bi rastî jî êşiya, hêdî hêdî sorb û û hinekî jî werimî.
Yanî xanimê heyfa xwe ji min girt, ji ber ku min tim diqewitand, min nedihîşt ji şîranîya me tahm bike, wê jî ji min ra nehîşt, bi in veda.


Lê baş e dûra tu kompîlîkasyon çê
nebû.
Min îro tu risim, misim negirt, min ji bîr kir. Do em çend saetan li herêma Djurgardanê geriyan. Li wir min çend risim girtin. Ez wan belav dikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar