Her roj di medyaya sosyal da meriv rastî xebereke, vîdeoyeke li ser koçberî û perîşaniya kurdan tê.
Di her xebereke telewîzyonên kurdî da li ser kurdên di riyên
koçberîyê da perîşan bûne xebereke, vîdeoyeke dilşewat heye. Giş jî qala perîşanîya xwe dikin, alîkariyê
dixwazin.
Kurd tu carî wek van salên dawî ji welatê xwe bi sedhezaran nereviyane, di nav
lepên qaçaxçîyan da, di riyan da, li ser sînorên welatan hewqasî perîşan
nebûne.
Gelekên wan pêşek pere didin qaçaxçîyan û bi zar û zêçên xwe va di riyan da, di kampan da xwe perîşan dikin.
Belkî tiliya dewletê jî di vê koçkirinê da hebe, bi riya qaçaxçîyan him pera qezenc dikin, him jî Kurdistanê vala dikin...
Di van çend salên dawî da bi hezaran kurd di van riyên koçberiyê da mirin.
Kurd jî bûne wek afrîqîyan, ji bo ku ji Kurdistanê xelas bibin li dinyayê welat nemaye berê xwe danê û di riyan da, bi rojan, bi mehan, carnan jî bi salan perîşaan bûne, ezîyetên mezin kişandine, gelekên wan jî mirine, wendane.
Dema meriv wan dîmenan dibîne, xeberên li ser wan dixxwîne kezeba meriv perçe dibe.
Lê bêyî xemgîniyê, dilşewatiyê tiştek ji destê meriv nayê.
Sedsala 21ê ji me kurdan ra bû sedsala fermaneke pir mezin û koçberiya kurdan a bi milyonan; sedsala valabûna Kurdistanê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar