Tu tiştê neyê guhertin tune ye. Her tişt tê guhertin, kane were guhertin.
Berê em hewqasî asîmîle nebûbûn, lê tirkan û xwendayên me, siyasetmedar û
ronakbîrên me bi hev ra kurd guherandin, asîmîle kirin. Kurd kirin heyranê
tirkî, heyranê muzîka tirkî.
Ev guhertin di 60-70 salên dawî da bû.
Em jî kanin vê rewşê biguherînin. Lê dibê meriv bi biryar û bi îstîkrar be.
Heger meriv xwe organîze bike kane li bajaran zimanê bazarê, zimanê gelek der û mekanan, aşxane, qahwexane, pastexane, dikan û hwd bike kurdî. Meriv îdîalîst be, cidî be, bi îstîkrar be dibe, kane rewşê biguherîne.
Mimkûn hin kes bîr nabe, fêr bûye bi tirkî bipeyive. Lê meriv kane wê fêrbûnê biguhere.
Ji bo wê jî dibê taleb hebe, însan, milet, mişterî bi kurdî bipeyive, di di axaftina kurdî da israr bike.
Mesela piştî 2010a ez 5-6 caran çûm Kurdistanê, li gelek bajaran gerîyam, ez bi kesî ra tirkî nepeyivîm. Li her derê jî kurdîya me fêda gîhand me, qedrê me zêde kir.
Erê sûcê diz pir e, lê xwediyê malê jî ne bêguneh e, ew jî tedbîra xwe nagire, kurdî napeyive, ji xelkê, ji esnafan viya naxwaze.
Tu bazara xwe, kirîna xwe bi kurdî bikî, esnaf jî ewê bi te ra kurdî bipeyive.
Li Kurdistanê hema hema hîn jî her kes kurdî zane, lê nebûye adet bi kurdî bide û bistîne, bazara xwe bi kurdî bike.
Hinek pêşengiya vê yekê bikin rewşê hêdî
hêdî baştir bibe.
Ax, wax nigê min,
janê daye dilê min,
ji derdê kêmaqiliya min.
Bar min naêşîne, serbar min diêşîne.
Ji êrîş û hovîtiya dijmin bêtir bêtifaqiya me, kêmaqiliya me
min diîşîne.
Gere kem kêmasiyên xwe jî înkar nekin. Dibê derd were zanîn,
ji bo ku were dermankirin.
Tirk, ereb, faris ji zimanê xwe dikin, li muzîka xwe gudarî
dikin, li çarşî û bazarê, li qahwexenayan dengê muzîka wan bilind dibe,
piraniya me bi hev ra, bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin, li her derê li ber
muzîka tirkî gêj û sermest dibin.
Çimkî aqil kêm e, çimkî ruhê kurdayetiyê pê ra miriye…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar