Pêşiyên me gotine lêhatin ji jêhatinê çêtir e. Ev gotin
carnan rast e, carnan ne rast e.
Lêhatin hertim têrê nake, jêhatin jî şert e.
Demeke dirêj e jj me ra lêhatiye, lê ji ber ku serokên me,
siyasetmedarên me ne jêhatîne ji vê lêhatinê tu sûd û fêde negirtin. Ev lêhatin
hêdî hêdî ji dest me dihere.
Mal jî, serketin jî li cem zanîn û tifaqê ye. Zanebûn, tifaq tunebe
ne meriv dibe xwedî mal, ne jî di siyasetê da ji miletê xwe ra tu havilê dike.
Ji me ra lê hatiye, Xwedê daye me, lê em nizanin bixun.
XXX
Carnan şansê meriv lêdixe, ji meriv ra li hev tê, fersendeke
tarîxê dikeve destê meriv.
Yê erbab be, jîr û zana be, wê fersendê ji dest xwe nade. Yê
nezan, ne erbabê karê xwe be, vir da dike, wê da dike, wê fersend, wê îmkanê ji
dest xwe dide.
Fersend, lêhatin masî ye, ji destê meriv bifilite hew tê
girtin, av û av dihere.
Siyasetmedarên me, serokên me hîn ev yek fêm nekirine, lema
ji fersenda ji wan ra peyda bûye sûdê nagirin.
XXX
Xwediyê Tirkiyê Erdogan, ji bo endametiya Swêd ya NATOyê vê
carê şertekî nuh daye ber NATOyê, gotiye Tirkiye bikin endamê Yekîtiya
Ewrûpayê, ezê jî Swêd bigrim NATOyê.
Heta nuha şert qedexekirina xebatên PKK bû, nuha rengê
meselê guherî, îcar şert bû endametiya Yekîtiya Ewrûpayê.
Bizina kol elimiye daniyan, mêrik elimîye devê ewrûpiyan.
Heta nuha çi xwestiye danê, lema mêrik jî roj bi roj şertên xwe zêdetir û
girantir dike.
Mêrik baş dike, ev newêrek û bêxîretên NATOyê ev rezîlî heq kirine. Heger ne bêşexsîyet bûna ev dîktator li ser xwe hewqasî aşûnî nedikirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar