09 juli 2023

Êdî ez Wêranşara xwe nas nakim

43 sal berê dema min Wêranşar derikand û derberderî çolan bûm, bi qasî di bîra min da maye 5 mehelên Wêranşarê hebûn; Mehela Xincika, Mehela Golê, Mehela Tekyê, Mehela Kelê, û mehela Qişlê Qişlê.

Di malpera Wêranşarê da(Ji Ezel da Em Wêranşarî ne)ez rastî navê ”Mehela Şarkpinarê” hatim.
Di dema min da meheleke(taxeke)bi vî navî tunebû.
Ev mehela nuh li kîjan aliyê bajêr e ez nizanim. Belkî çend mehelên din jî çêbûbin haya min jê tuneye.

Ê bavo 43 sal ne hindik e, demeke dirêj e. Baş nayê bîra min, lê ez dibêjim 43 sal berê nuifûsa Wêranşarê 9-10 hezar bû. Belkî jî li dora 7 hezarî bû. Lê nuha bi ser 200 hezarî ketiye.

Hemşerîyekî min ya jî hemşerîyeka min navên mehelên/taxên Wêranşarê binivîsîne ezê kêfxweş bibim. Dixwazim bizanim di 43 salan da çend mehel li Wêranşarê zêde bûne?

XXX
Di Facebookê da min xwend, li Wêranşarê şûbeyeke Burger Kingê vekirine. Edresa wê ”li ser riya tirênê” ye.

Ma tirên ji Wêranşarê derbas dibe?

Min nizanîbû xeta tirên li Wêranşarê çêbûye.

XXX

Kûsî emelê wî rind bûya Xwedê ew nedist wî qalikî.

Li Tirkiyê û li Kurdistanê bihayiyeke pir mezin heye. Roj bi roj zem tê ser her tiştî. Ji destê bihayiyê zarezara milet e, her tişt çûye xwîna bavê.

Lê ez dibêjim piraniya milet jî ev zulm, ev birçîbûn heq kiriye.

Heger heq nekirana ewê Erdogan û rejîma wî li ser hukim nehîştana.

Kûsî emelê wî rind bûya Xwedê ew nedist wî qalikî. Piraniya milet nexwest ji vê rejîmê xelas bibe. Yên ji Erdogan ra li çepikan dixin hîn pir in.

XXX

Betê gotiye:

-Me bi zîlqê ev mêrg herimand, rabin em herin mêrgeke din.

Hevala wê gotiye:

-Heta ev qûn qûna me be, em herin kîjan mêrgê jî emê biherimînin.

Hin însan jî wiha ne, welatên xwe xera û wêran kirin, direvin welatên din. Lê kurmê şîrî, heta pîrî, li welatên xwe çi bûn, li warên xwe yên nuh jî eynî tişt in.

Problem ne cî û war e, însan e, kultur e, bawerî ye, îdeolojî ye. Heta ew neyên guhertin guhestina cî bêfêdê ye.

Warên nuh jî bi xwe ra xera dikin.

XXX
Dema meriv faris, ereb, tirk û kurdan miqayese dike, ferdên hersê miletan jî ji kurdan nasyonalîsttir in, ji kurdan bêtir ji qewmê xwe û ji zimanê xwe hez dikin.

Piraniya kurdên siyasî, zana, xwedî îdîa bi qasî farisekî, erebekî, tirkekî herî nezan, herî cahil jî ne nasyonalîst e, ji zimanê xwe hez nake.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar