Bi Peymana Lozanê em bindest kirin, welatê me jî kirin çar perçe û dan çar dewletên hov, dagirker.
Peymana Lozanê sed(100)sal berê sala 1923a di 24ê temûzê da li Lozanê hat
îmzekirin.
Li her çar perçên Kurdistanê sed sal e li ser miletê kurd jenosîdeke bênabên tê
meşandin, dixwazin me wek mile tji ortê rakin, bikin ereb, faris û tirk.
Lê ji ber şertên der û hundur her serîhildan têk çûye û bi hezaran kurd qetil kirine, bi sedhezaran kurd jî ji welatên wan mecbûrî koçberiyê kirine.
Ev koçberîya bi darê zorê û asîmîlasyon perçeyên jenosîdê ne, bi koçneriyê demografiya Kurdistanê diguherin, bi asîmîlasyonê jî kurdan dihelînin, dikin ereb, faris û tirk.
Siyasetmedar, serok, zana û ronakbîrên kurd heta nuha ji bo çirandina Peyaman Lozanê û bicîkirina Peymanê Sewrê zêde tiştek nekirin, Peymana Lozanê wek qedereke nayê guhertin dîtin, lema jî li heqên xwe, li riyên guhertina Peymana Lozanê negerîyan.
Ev 9-10 sal in kurd li dijî Peymana Lozanê ketine nav kefteleftekê, civîn û konferansan çêdikin û li riyên betalkirina Peymanê Lozanê digerin.
Xabatên tên kirin baş in, hêviyekê didin meriv, heger kurd bi hev ra û bi
îstîkrar van xebatên xwe bidomînin îhtîmal heye hin netîceyên baş werin
girtin..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar