Selahetîn Demirtaş gotiye, ”di vê qonaxê da ez dev ji siyaseta aktîf berdidim.”
Çima ev biryara daye em nizanin. Belkî di hevpeyvîna xwe ya dawî da hin tişt
gotibin.
Belkî hin hevalên wî ew êşandibin. Çimkî dewletê wek Evdila Ocalan ew îzole
nekiriye, rê li ber axaftinên wî negirtiye. Ew jî vê îmkanê zêde bi kar tîne. Belkî ev yek bûbe problem.
Helbet dewlet vê îmkanê bi zanîn dide Demirtaş, di
vî warî da hesabekî dewletê heye.
Xelk ji Demirtaş hez dike, lê belê giraniya wî tu carî li ser milet û HDPê çênebû.
HDP, dilxwaz û hevalên HDPê û PKKê tu carî guh nadin gotinên Demirtaş,
li gorî fikir û pêşniyarên wî hereket nakin. Tê hezkirin, lê di nava HDPê da
lîderekî bêgiranî ye. Ew nikane HDPê sewq û îdare bike, dîzaynê bide siyaseta HDPê. Ew sembolekî muhîm e, lê bêtesîr e.
Heger meriv Demirtaş û Ocalan miqayese bike, tesîr û giraniya Demirtaş nêzî
sifirê ye, lê ya Evdila Ocalan esasî ye, ew çi bibêje PKK û hevalên wan bi ya
wî dikin.
Yanî ewê tu tesîreke vê beyana Demirtaş li ser HDPê û tevgera PKKê ya legal nebe.
Lê ne Selahetîn Demirtaş tenê, di nav tevgera PKKê ya legal û îllegal da raqibê
Evdila Ocalan tuneye, tu kes nikane bi ya Ocalan neke, eşkere li hemberî wî
rabe. Gotina dawî tim ya wî ye, PKK hîn jî di bin kontrola wî da ye.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar