Ji ber ku Hak-Parê 42 hezar ray girtiye di medyaya sosyal da hin kes berpirsiyarên Hak-Parê rexne dikin, hinek jî henekên xwe bi wan dikin.
Bi baweriya min ji dêlî ku meriv henekê xwe bi berpirsiyarên Hak-Parê bike, bi wan bikene, dibê meriv bi vê netîceyê biqehere, xemgîçn bibe, porê xwe birûçikîne û li sebebên vê têkçûnê bigere, bibêje çima wiha bû?
Min raya xwe da Hak-Parê û bi dil û can dixwest netîceyeke baştir bigire.Lê nebû, rayên Hak-Parê wek her kesî ez jî matmayî hîştim. Ji ber vê netîceya pir xerab ez xemgîn bûm. Min digot vê carê ewê rayên xwe pir zêde bike, lê belovacî wê kêm kir.
Û ji ber vê netîceya xerab, ya ez ne li bende bûm ez him matmayî mam, him jî xemgîn bûn.
Ma ezê çawa xemgîn nebim?
Kurdan bi milyonan ray dane partiyên neyarên xwe, dane dagirker û hevalbendên
dagirkeran.
Bêguman wek kurdekî ez bi vê netîceyê pir xemgîn dibim û pê diqeherim.
Ev netîceya hilbijartinan nîşan dide piraniya kurdan hevalên dagirkerên welatê
xwe ne, ji bindestiyê, ji xulamtiya tirkan ne aciz in, naxwazin azad û serbixwe
bibin.
Ji dêlî ku meriv Hak-Parê rexne bike dibê meriv bibêje ev milet çima bûye
hevalê dijmin?
Sebebê van rayên hindik ne ji ber kêmasî û qusûrên hevalên Hak-Parê ne, ne ji
ber ew hindik xebitîn, tembelî kirin lema netîce wiha bû.
Kêmasî û hin qusûrên wan hebin jî sebeb ne ev e, sebeb şiûr û hestê kurdayetiyê
bi gelek kurdan ra nemaye, xwe miletekî cihê nabîne, xwe bindest û welatê xwe
jî dagirkirî nabîne.
Daxwazeke wan azadiyê, serxwebûnê tune ye, tirkan xerîb,
dijmin nabîne. Lema jî rayên xwe dide partiyên tirkan, çimkî dijminê xwe
nabîne, dagikerê welatê xwe nabîne.
Dibê em rewşê biguherînin, dibê kurd ji dagirkerên welatê xwe hez nekin, rayên
xwe nedin wan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar