16 maj 2023

Dibê meriv bi zimanê çûkan nenivîsîne

Bindestiya salên dirêj û asîmîlasyonê bibê nebê tesîreke xerab li kurmancîya me gişan kiriye, dûzan, qalib û sentaksa kurmancî xera kiriye, trvlihev kiriye.

Ev tesîra xerab li hin bajarên Kurdistanê zêde bûye, li hin bajaran kêmtir bûye.

Meriv vê tesîra xerab a asîmîlasyonê ji kurmanciya kesên ji bajarên cihê fêm dike.

Yanî li Kurdistanê bajarê di bin tesîra asîmîlasyonê da nemabe, para xwe pir ya jî hindik jê negirtibe tune ye.

Lê kurmanciya hin bajaran û ji wan bajaran jî kurmanciya hin kesan, hin rojnamevanan, hin nivîskaran zêde zêde xera bûye.

Kurmanciya her kesê ji bajarekî bi qasî hev ne baş û ne xerab e. Ev yek li gorî şexsan diguhere. Heta zimanê ferdên malbetekê jî ne wek hev e, ew jî li gorî şexsan diguhere.

Kurmanciya hin nivîskaran ne tu kurmancî ye, jê nayê fêmkirin. Ji bo ku meriv ji twîteke wan rast fêm bike dibê meriv maneya peyvan ji wan bipirse…

Dibê meriv wiha neke, li sentaksa kurmancî miqatebe û nehewisa gotinên çêkirî. Dibê însan ji sernivîsa xeberekê, ji twîteke meriv fêm bikin. Meriv bi zimanê çûkan nenivîsîne.

Hin kes hene, ez bawer nakim dê û bavên wan, kalik û pîrikên wan ji vê kurmanciya wan fêm dikin. Piştî ez jê fêm nekim, dê û bavên wan, kalik û pîrikên wan qet fêm nakin.

Bi baweriya min dibê xelk ji twîtteke meriv fêm bike, ji bo fêmkirina twîttekê ne şert e însan fîlolog, alimê zimên be.

XXX
Li Stockholmê ximîna baranê ye, ji zûda bû baran nebarî bû, erd gelkî tî bû. Gîha zer bûbû, dar li bende baranê bûn. Baranê îro xwe gîhand gaziya erdê, dar û deviyan. Helbet kulîlk, gîha, çîmena hewşa me jî ewê kêf bikin, em ji avdanê xelas bûn.

Lê ne roja gerê ye, heger piştî nîvro vekir emê herin bîstekê li ser xwe bigerin û werin. De em û şansê xwe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar