Di hilbijartinên 14ê gulanê da partiyên kurd, gelek welatparêz, dost û heval wek hev nefikirîn, tercîhên cihê cihê kirin.
Hinek çûn ser sindoqan, tercîhên cihê kirin, hinekan jî hilbijartin boykot
kirin.
Di siyasetê da carnan endamên partiyekê jî wek hev nafikirin. Ev tiştekî normal
e, dibê meriv şaş û anormal nebîne, xwe ji hev nexeyidîne. Nav û nîçokên ne xweş
li hev neke.
Li ser vê em bi hev ketin, partîya me perçe perçeyî bû, berê bû du perçe, dûra bû sisê, dûra jî em belav bûn û qediyan.
Piştî 43 salan dibê em eynî şaşiyê nekin, di meseleyekê da meriv kane cihê bifikire. Dibê ji ber vê yekê meriv ji hev neqete, ji hev nexeyide, gotinên ne xweş ji hev ra nebêje.
Di bê di nav me kurdan da jî partiyên cihê, fikrên cihê hebin û dibê em vê cihêtiyê, pirrengiyê qebûl bikin, anormal nebînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar