Yekî cilq li Semsûrê, li gorristanê bi qîrîn ji serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ra
gotiye:
”Ev mêrik nizane Fatîhê bixwîne, çima hûn bi wî Fatîhê didin xwedin?”
Hin însan cilq in, bêmedenîyet û cahil in, ji edeb û terbiyê bêpar in.
Lê ev ciliqiya wî zirzopî li ser gorrê(mezelan) kiriye di eynî wextê da fikrê gelek kesan e jî, neynika civata me ye jî.
Dibe ku Kemal Kiliçdaroglu Fatîheyê nizanibe. Ev yek ne tiştekî pir ecêb û sûc e. Bi milyonan tirk û kurd ne zanin Fatîheyê bixwînin, ne jî duayek Quranê.
Yekî nizanibe ewê bibêje her misilman zane Fatîhayê bixwîne. Belkî ji sedî 20-30î tirk û kurdan nizanin Fatîhayê bixwînin.
Fatîha bi erebî ye, yê ne bawermend be, nimêjê neke Fatîhayê nizane. Berê hin kal û pîrên nêzî mirinê dibûn çend dua fêr dibûn û nimêj dikirin. Ew jî giş şaşo maşo dixwindin. Çimkî dua bi erebî ne û lema jî jiberkirina wan pir zor e.
Ma ji sedî çendê kurd û tirkan bi erebî zanin, bawermend in û nimêjê dikin?
Yanî her kesê misilman Fatîhayê nizane û ne mecbûr e bizanibe jî. Yê ne bawermend be, baweriya wî dîn û axretê tune be çima ewê Fatîheyê û duaan bizanibe?
Li Kurdistanê û li Tirkiyê bi milyonan ataîst û deîst hene. Ew wek kesên bawermend dua miayên Îslamê nizanin.
Min Quran xitim kiriye, di zaroktî û xortaniya xwe da, heta destpêka 1970î jî min di meha Remezanl da cuz û her êvarên înîyan jî Yasîn dixwend û nimêj jî dikir.
Lê dûra min dev jê berda û nuha ez jî Fatîhayê nizanim. Ne Fatîhe tenê, duayek jî di bîra min da nemaye. Min giş ji bîr kirine.
Lê jixwe ne şert e li ser goran meriv miheqeq Fatîheyê bixwîne, meriv kane bi zimanê xwe dua bike, ew jî dibe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar