Meriv çaxa li xerîbiyê be, ne li welatê xwe be, ne di nav miletê xwe da be tarîxa cejnan, eydiyan jî nizane.
Min nizanîbû îro Erefat e, sibe Eydiya Remezanê ye. Bi xêra
medyaya sosyal ez nuha fêr bûm sibe eydî ye.
Me ji vê eydiyê ra digot Eydiya Remezanê û Eydiya Şekir.
De bira Eydiya we ya Şekir û Remezanê pîroz be.
Lê zêde şekir û şîraniyê nexun. Nefsa xwe miûz nekin, lê xwe
bi peqlawê û qedaîf û loqim jî nekujin.
Ji ber ku min nizanîbû sibe cejn e, min peqlawe jî nekirî.
Berê her eydî min li mal ya peqlawe ya jî qedaîf çêdikir, lê ji zûda ye min dev jê berdaye.
Çimkî li piyasê êdî peqlawa baş heye. Du sê heb in, giş jî entabî ne. Ereb jî hene, lê ez ji peqlawa ereban hez nakim. Zarok jî jê hez nakin.
Ne teq, ne req diçim şîraniyeke xwe dikirim û têm.
XXX
Ez nuha rastî vê gotina xweş hatim. Binêrin kê gotibe çiqasî ji dil gotiye:
-Heger di çolistana(sahreya)evînê da tu ne Mecnûn î ne ban
Leylayê ke, ne jî çolistanê biwestîne.
Heger hûn di doza xwe da, di baweriya xwe da ne ji dil in ne
xwe biwestînin, ne jî xelkê.
XXX
Berpirsiyarên PDKê û YNKê carnan eşkere,canan jî bi dizî tên
ba hev, civînê li pey civînê çêdikin. Carna beyanên xweş û hêvîdar belav dikin,
dilê me xweş dikin, avê bi ber dilê me direşînin.
Lê dûra em dibihîzên meaşê teqawidên hev birrîne. Yanî kal û
pîrên hev mahkûmî birçîbûnê kirine. Nanê ji hev biqete cardin bi hev va nagre.
-Heraret di êgir da ye, ne di sêlê da ye
Kermat di serî da ye, ne di tacê da ye
Tu li çi digere, li ba xwe lê bigere
Quds jî, Mekke jî, ne li Hecê ye
///Hecî Bektaşî Welî
Kurmanciya wê: Zinarê Xamo
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar