Pêşiyên me gotine xwedêgiravî dinya bi dor e, dawiya sebrê selametî ye. Xwediyê sebrê Mîrê Misrê.
Me ev tirş giş dubare û sêbare kirin, lê dîsa jî ne xêr bi serê
me ket, ne jî dor hat me.
Hetanî nuha qet dor nehatiye me kurdan. Dusedsal in em sebir
dikin, bi sebrê em bûn kevirê sebrê, lê ne dor hat me, ne jî me tu xêr û selametî dît.
Em dikin nakin, nikanin benê bindestiyê ji hustuyê xwe, qeyd û merbendên wê ji nigên xwe derxin.
Qey dora hinekan zû tê, ya hinekan jî dereng tê.
Qey em dereng mane, ketine dora dawîyê, lema hetanî nuha
dora azadîyê û serxwebûnê nehatiye me.
Lê em ji dorê dernakevin û sebra me jî naqede, gerek
Kurdistaneka serbixwe çêbibe.
XXX
Hin dem û şert hene şexsîyeta însanan a rastîn derdixîne
ortê. Di hilbijartina Tirkiyê ya 14ê gulanê da jî şexsîyeta gelek kesan baştir,
zelaltir derket ortê.
Kî ji bo wekîliyeke Tirkiyê kane bibe hevalê kîjan neyarê
miletê xwe, kî kane çi teqlebaziyê û fêlbaziyê bike, kî kane têkeve çi boyaxê,
çi şelafiyan bike xuya baştir kir.
Menfaet wek kevirê mîhengê ye, eyarê însên dîyar dike…
XXX
Em kurd di halekî pir û pir xerab da ne.
Heger li ber sêpiyê mafê min î xwestina daxwazekê tenê
hebûya, minê ne azadiya xwe, azadiya miletê xwe û serxwebûna Kurdistanê
bixwesta.
Ji bo min serxwebûna Kurdistanê ji xelasiya min muhîmtir e. Bira Kurdistan çêbe, bira min bi darê sêpiyê va li ba kin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar