Tiştê Tirkiye dike zora zaliman jî derbas kiriye. Di erdheja 6ê sibatê da bi hezaran însan mirin, bi sedhezaran însan bêxanî, bêmal mane.
Xelk li ber dîwaran, di çandiran da perîşan e, însan motajî
kevçiyek şorba germ, gezek nan in.
Di vê tofanê da pûlisan ji ber twîttekê, ji ber parvekirineke di medyaya sosyal da dest bi girtina însanan kirine.
Nahêlin însan derdê xwe jî ji hev ra bibêjin, nahêlin însan
qala trajediyên hatine serê xwe bibêjin, êşên dîtine di hundurê xwe da nekin
kul û merez, bidin der, qala trajediyên xwe bikin.
Însan her tiştî bera hundurên xwe nedin, qismekî bidin der
baş e, dibe wek terapiyekê.
Lê zalim nahêlin derdên xw eji hev ra bibêjin, qala kêmasî û
îhmalên dewletê bikin. Dibêjin gerek tu kes qala tu kêmasiyeke me neke, kes me
rexne neke, yê bike tevliheviyê derdixe.
XXX
Carnan tiştên heq dikin meriv jê ra bibêje mûcîze diqewimin.
Îro, 13 roj, 296 saet piştî erdhejê li Hatayê sê kes, mêr û jinek û zarokek sax
ji bin kavilan derxistin. Lê çi heyf zarok di ambûlansê da miriye.
Jinik 40 salî ye, mêrik 49 salî ye, erebên Sûriyê ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar