25 februari 2023

Surprîzeke nayê jibîrkirin

 

Wêranşar: Merasima cenazeyê Ahmet Soken

Îro tiştekî ez qet ne li bendê bûm qewimî. Bi vê surprîza ez ne li berndê bûm ez him matmayî mam, him jî pir û pir kêfxweş bûm, dilşa bûm.

Dost û hevalê minê hêja Xurşîd Kaplan îro bi diyariya xwe ya ez li bendê bûm him ez matmayî hîştim, him jî pir dilşa û kêfxweş kirim.

Camêr fotografê merasima cenazeyê Ahmed Sokenê* gorrbihuşt ji min ra mezin kiriye, çarçewe kiriye, anî mal teslîmî min kir.

Dema min ew fotoyê mezin di dest da dît, ez matmayî mam, çimkî min nizanîbû ewê surprîzeke wiha bike. Ez ne li bende diyareyeke wiha bûm.
Ezê bi kinî ji we ra qala çîroka vê meselê bikim.

Çendakî berê Emer Farûk Baran orjînala vî rismî li ser kaxetê ji min xwest. Min jê ra got, wele rismê kaxetî li ba min tune ye, hevalekî dîjîtal ji min ra şandiye. Ezê jê bipirsim, heger orjînal li ba wî hebe ezê jê bistînim û ji te ra bişînim.



Yê rism ji min ra şandibû Xurşîd Kaplan bû, min ev mesele ji Xurşîd ra got.

Wî jî got orjînal li ba wî jî tune ye, wî jî ji yekî din girtiye, lê belkî kanibe ji min ra derbasî ser katê bike.

Min ev yek ji Emer Farûk Baran ra got û me dev jê berda.
Di ser ra wext derbas bû, min mesele ji bîr kir.



Do Xurşîd berê bi mesajekê got risim temam e, dûra telefon kir, got foto hazir e, edresa malê ji min ra bişîne, ezê sibe bînim malê.

Min edresa malê jê ra şand. Lê min nizanîbû hewqasî xwe westandiye, tiştekî hewqasî mezin(53X73), hewqasî xweşik û bi çarçewe daye çêkirin.

Gava min derî lê vekir û fotoyê mezin di destê wî da dît, ez him gelkî matmayî mam, him jî ne îş kêfxweş bûm.

Lê di eynî wextê da jî ji ber ku min ew zahmetî dabûyê min şerm kir. Nêta min ne ew bû ez hevalê xwe hewqasî biwestînim.

Lê him Xurşîd camêrekî fedekar e, him jî Ahmed Sokenê gurrbihuşt hêjayî rismekî, tabloyeke wiha xweşik e. Netîce tesadufeke pir xweş çêbû.



Hin heval hene birîna newqê ne, hin heval jî hene zêrê zer in, hevalên ji dil in, fedekar in, mêrên meriv di rojên teng da li wan biqesir in.

Xurşîd Kaplan hevalekî ji wan kesan e, min jê tiştekî wiha nexwestibû, lê wî ji ba xwe ev çêyî û camêrî bi min kir û ev yadîgara ji bo min gelkî bi qedir û giranbiha da çêkirin û anî hetanî mala min.

Di vî rismî da bi min ra, bavê minê rahmetî jî xuya dike, ew jî li aliyê çepê yê rismê Ahmed Soken dimeşe.

Ji herdu kesên risimê Ahmed rakirine yê milê çepê û bi berçavk Xalîl Keleşabdîoglu ye, yê bi çefî min nas nekir. Yê bi berçavk û bi paltoyê belek, li çepê Xelîl bavê min e, Bûboyê Xamo ye.

Ez çiqasî sipasî dostê xwe yê hêja Xurşîd bikim jî hindik e, mala wî hezar carî ava be. Ezê vê camêrî û çêyîya wî tu carî jibîr nekim.

*Ahmet Soken, di 11ê meha çileyê 1977a da(11/1-77) li Erzeromê ji alî faşîstên destbixwîn ve bi hawakî namerdane hat şehîdkirin.

 

2 kommentarer:

  1. Min ne xwest ez şirove bikim, lê bi rastî keko, te ti zahmetî ne daye min û mn ti zahmetî têde nekişand, giş ji germaya dilê min hat, êşa me yeke, lê bi xwedê min ticarî qahwak wilo xweş venaxarîye, taha qizwana jê dihat heta ez bimrim jî ewê ew tahm di bin zimanê min debe, destên jinbira min sax bin û hun sax.🙏🙏

    SvaraRadera
    Svar
    1. Gelek sipas birayê ezîz. Bi vê şiroveya te pir kêfxweş bûm. Ew diyariya te ji min ra anî hêjayî qahweyeke hîn xweştir e. Erê, qahwa kizwana û ya din tevhev bû.

      Radera