Îro roja pêşî ya sala 2023a ye. Ez hîn nexweş im. Ezê sibe zû herim ser tuxtor, belkî dermanekî baş bide min, min ji vî ezabî xelas bik.
Yanî ez kanim bibêjim 2023a ji bo min baş dest pê nekir. Hêvî dikim ji bo miletê me jî ne wiha be, ji sala 2022a baştir be.
Lê bi başî û xerabiyên wê ra me sala 2022a li dû xwe hîşt û em ketin saleka nuh, sala 2023a.
2022a ji bo hin kesan, hin miletan belkî saleka bi xêr û bereket bû,
saleka baş bû.
Lê ji bo me kurdan sala 2022a heta tu bixwazî saleka xerab bû, saleka qebîh,
mişt êş û trajediyên mezin bûn.
Li her çar perçên Kurdistanê jî kurdan rojên
pir xerab dîtin, gelek êş û azarên mezin kişandin. Gelek şehîd dan. Bi
dehhezaran bi çolan ketin.
Lema baş bû em ji vê sala pîs xelas bûn.
Lê ev nayê wê maneyê ji bo me 2023 ewê ji 2022a baştir be. Heger mûcîzeyek
neqewime ez bawer nakim baştir be.
Çimkî başî û xerabî ne di salan da ye, ne girêdayî salan e, girêdayî me ye, girêdayî
serokên me, partiyên me ne. Yên baş dikin jî em in, yên xerab dikin jî em in.
Di sala 2022a da kî serok bûn, kî xwedî hêz û pêşmerge bûn îsal jî ew in. Van
kesan, van serokan di sala borî da çi kirin îsal jî ewê eynî tiştan bikin. Îsal
jî ewê hêzên xwe, pêşmergeyên xwe nekin yek, îsal jî ewê dijminatiya hev bikin,
belkî şerê hev jî bikin.
Li başûr ji van serokan, ji van partiyan ji bo miletê kurd tiştekî baş, tiştekî
xêrê sadir nabe, dibê meriv hêviya xwe ji wan qut bike.
Ya xerab nahêlin alternatîfeka wan jî çê bibe, rê li ber digrin. Ji bo ku talankirina
zengîniyên Kurdistanê ji dest xwe nedin, pêşmergeyên xwe nakin bin emrê
dewletê, di bin emrê xwe da dihêlin. Ji bo ku bi wê hêzê talana xwe bidomînin.
Hetanî ev kesên îro li başûrê Kurdistanê serok û xwediyên vî hukmî bin ne hêzên
pêşmerge dibin yek, ne kurd xelas dibin, ne jî Kurdistan çê dibe.
Çimkî tu daxwaz û hedefeke wan a wiha tune. Yekîtiya kurdan, yekîtiya
pêşmergeyan, danîna bingehê Kurdistanê hukumdariya wan ji ortê radike, wan jî
dike siyasetmedarên normal.
Ew viya qebûl nakin, lema jî berjewendiyên xwe yên şexsî, malbatî di ser yên netewî
ra digrin. Ji bo wê jî dixwazin vê sîstema malbatî, eşîrî, talankar bidomînin.
Heger hewildanên Amerîkayê netîceyekê nede(ez bawer nakim bide)dibê Amerîka dev
ji alîkariya pêşmerge berde û ji bo çêkirina hêzeke ne girêdayî PDKê û YNKê
bixebite. Helbet ev jî pir zor e, ji bo welatekî xerîb karekî wiha hema hema ne
mimkûn e.
Çare dibê malbatên Barzanî û Talabanî ne xwediyên vê hêzê bin, eskerên wan,
pêşmergeyên wan tunebin.
Li Kurdistana Rojava jî PKK û ENKS eynî tiştî dikin, ew jî nahêlin kurd di
warên siyasî û eskerî da hêzên xwe bikin yek.
Tabî ENKS ne bi serê xwe ye, destê PDKê û Tirkiyê di nav da ye. PDK midaxeleyî
siyaseta ENKSê dike, PKK jî midaxeleyî siyaseta PYDê dike. Heger ne midaxeleyên
PKKê be PYD nuha di rewşeke hîn baştir da bû, têkiliyên wê û ENKSê baştir bû.
Yanî PKK û PDK nahêlin kurdên rojava azad, li gorî realîteya welatê xwe hereket
bikin.
Heger tiliya PKKê û PDKê ne di nav da bûye, wan siyaseta xwe li ser kurdên
rojava ferz nekirana rewş ewê new ek nuha bûya, ewê gelkî baştir bûye, yekîtiya
xwe nuha çêkiribûn.
Kurdên Kurdistana Rojava bi hev nediketin, ji zû da yekîtiya xwe çêkiribûn.
Lê PKK û PDK nahêlin. Ji ENKSê qismek jî bûne zilamên Tirkiyê, bi riya wan
tiliya Tirkiyê jî di nav meselê da ye.
Li başûr û rojavayê Kurdistanê salê çûnî rewş ev bû, bi xêra Amerîkayê rê li
ber êrîşa Tirkiyê hate girtin. Heger Amerîkayê serê ço nîşanê Erdogan neda
Tirkiyê nuha seranserê Kurdistana Rojava dagir kiribû û hemû bajar kiribûn
Efrîn.
Hêvî dikim Amerîka vê siyaseta xwe li rojava îsal jî bidomîne, kurdan bi tenê
nehêle. Lê dibê êdî piştgiriyê nede sîstema başûr ya malbat û eşîran, alîkariyê
ji ser wan qut bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar