Li Parîsê yekî 69 salî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya 3 kurd kuştine û 4 kes jî birîndar in.
Qatil kî ye, ji çi miletî ye, sebebê êrîşê çi ye hîn baş ne
zelal e.
Lê wer xuya dike êdî ne li Kurdistanê û li welatên dagirker
tenê, li Ewrûpayê jî jiyana me kurdan di talûkê da ye.
Dijminên me li her derê jiyan li me kirine dojeh, ewlekariya
me li Ewrûpayê jî tune.
Em kurd bûne wek keriyekî bê şivan û bê kûçik, li tu derê sitara me tune ye.
Dijminên me jî, faşîstên ewrûpî jî bêtirs êrîşî me dikin, me
dikujin.
Piştî bûyerê hin teşxele çûbûne, hin kes êrîşî pûlisan
kirine. Tiştê bûye helbet trajediyeke mezin e. Lê beşdarbûna teşxeleyan emê
zirarê bidin xwe. Dibê kurd tevî tiştên wiha nebin. Pevçûna bi pûlisan ra ne li
kara me ye.
Ji hersê kuştiyan yek jî sitranbêjê dengxweş Mîr Perwer e. Pir li ber ketim.
Qey ev jî bêşansiya me kurda ye. Bela hat rastî me kurdan hat.
xxx
Heger partiyên kurdan yên mezin, yên xwedî hêz gurra
Amerîkayê kiribûna nuha kurd li başûr jî, li rojava jî azad bûbûn û Kurdistan
ava bûbû. Serê sala ye Amerîka ji kurdan ra dibêje xelasiya we di yekîtiya we
da ye, yekîtiya xwe çêkin û bibin xwedî dewleteke serbixwe.
Lê serokên kurdan dev ji berjewendiyên xwe yên şexsî û
bernadin, guh nadin gotinên Amerîkayê û dostên xwe yên din û bi alîkariya
dijminên xwe neyartiya hev dikin. Lema jî ne kurd azad dibin, ne jî Kurdistan
ava dibe.
Yanî sebebê li başûr û li rojavayê Kurdistanê kurd hîn azad
nebûne ne Amerîka ye, kurd in, di vî warî da sûcê serokên kurdan ji yên dostên
wan zêdetir e.
XXX
Ji ber ku Amerîkayê destûr neda êrîşê bibin ser kurdên binxetê û Kurdistana
Rojava dagir bikin har bûne, wek gurên har bi kurdên êsîr ketine.
Vêsê bi berbangê ra li Amedê, li Anqerê û li hin bajarên din
girtine ser malên kurdan û gelek endam û berpirsiyarên DBPê girtine.
Hêrsa xwe ji kurdên bindest digrin. Ev zêdeyî mehekê ye her
roj vê zulmê li kurdan dikin. Ev terora dewletê ye. Hûn çi namerdiyê bikin jî
kurd ewê azad bibin, hûnê jî bela xwe bibînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar