16 december 2022

Îro em çûn merasima cenazeyê xanimeka swêdî


Îro danê nîvro ez û xanim em çûn merasima cenazeyê xwesiya lawikê me yê biçûk Monîca Larsson xanimê.

Ev cara duduya ye ez diherim şîna, merasima cenazeyên swêdiyan. Cara pêşî merasima cenazê hevaleka min a kar(Eva Gustavsson) bû. Ew neşewitandin, wek miriyên me di tabûtekê da gorr kirin.

Lê xwesiya lawikê me(Monîca Larsson) ewê bişewitînin, yanî kremera bikin.

Di tabûtekê da ewê bibin krematoryûmê, li wir di firneyeka xusûsî ya kremasyonê da tev tabûtê bişewitînin û ariya wê têxin qutîkek(urnayek) biçûk.

Dûra kevirekî(kêlekê) jê ra çêkin û urnayê bibin li gorristanê li pişt wî kevirî gorr bikin. Yanî ew kevir/kêl jî dibe wek gorrekê.

Hinek jî wê ariyê dibin dirjînin nav deyayê.
Îro destpêkê kesên ji malbatê û nas û dost em çûn dêrê. Berî em têkevin hundur û rûnin broşorek, kartek duayên me yê bi keşe ra bixwendana dan me.



Rismê çend laleyên û navê ”Monîca Larsson”ê li ser qapaxê bû, di hundur da jî çend ayetên Încîlê hebûn. Me ew ayet bi keşe ra xwendin.

Dabût li wir danîbûn ser kevirê teneşîrê/kevêrê musallayê.
Em kesên ji malbatê li milê rastê rûniştin, nas, dost û hevalên wê jî li milê çepê rûniştin.

Piştî gudarîkirina li muzîkek heznîtiyê, keşe Încîl di dest da çû li ber tabûtê, li aliyê serî sekinî û ji Încîlê hin ayet xwendin û wesfê wê da, gelek tiştên baş û xweş li ser wê gotin.

Piştî axiftin û duayên keşe qediya, berê ferdên malbatê em çûn li dora tabûtê geriyan, her kesî ya gulek, ya jî qevdek gul danî ser tabûtê û xatir jê xwest, dûra çû li ciyê xwe rûnişt.

Dûra jî kesên milê çepê rûniştibiûn, yanî mîvan çûn eynî tişt kirin, wan jî gulên xwe danîn ser tabûtê, xatir jê xwestin.

Piştî vê merasimê me yek bi yek sersaxî ji ferdên malbatê ra xwest, me hevdu himzêz kir, me got serê we sax be, Xwedê sebrê bide we.

Piştî vê merasimê, em kesên hatibûn ezimandin çûn mitbaxa dêrê, yanî ciyê xwarin lê tê dayin.

Li Swêd meriv ji xwe ber naçe merasima gorrkirina cenaze, dibê meriv hatibe dawetkirin. Yanî malbat zane çend kesên werin.

Li wir xwarinek sivik dan me, însên li dora du saetan bi hev ra, bi ferdên malbatê ra sohbet kir û merasim qediya.

Usûleke, kultureke, merasimeke pir xweş û kibar bû. Girî, qîrîn, lixwexistin, porrê xwe kişandin tune bû. Jin bi nahpirûkan bi ruyên xwe neketin, kesî nekir qîrîn û hawar. Şîna xwe bi sergiranî çêkirin û her kes çû mala xwe.

Kultura me û ya swêdiyan pir ji hev cihê ye. Di vir da him tesîra îslamê heye, him jî taybetiyên me kurdan. Şînên me pir cihê ne, di şînên me da jin pir xwe diêşînin, li ser yê mirî kilaman dibêjin.

Heger yê mirî xort be jin guliyên xwe jê dikin, bi nahpurûkan ruyên xwe birîn dikin.
Gava coxrafya, dîn û qewmîyet cihê bin helbet kultur jî, şîn û şahî jî cihê ne.
Min xwest tiştê min û xanimê û lawikê me Rojan îro dît ji we ra jî bi kinî qal bikim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar