Ez ji zivistanê, ji berfê hez dikim, tu gazina min ji sir û serma zivistanê tune ye. Meha çile meheke zalim e, tim sar û serma ye, lê dilê min î germ e, ez naqefilim, bedena xwe tim û daîm germ digrim.
Lê hin problemên zivastanê hene, nabe ez wan nebêjim.
Zivistanê erd dicemide, bûzê digre, meriv dişemite, kane dereke xwe bişkîne.
Meriv ji şemitandinê bi silametî xelas dibe, îcar bapêş (zekem,harsim) bela xwe
di meriv dide. Yanî meriv kal û pîr be derdê zivistanê nayê kişandin.
Dibêjin mêş biçûk e, lê gava dikeve xwarina meriv madê meriv digerîne...
Bênabên kuxtekuxt û fişke fişka min e, bi şev xew li min tune. Şevê çûnî xew bi çavê min nebû. Dema tiştekî dinivîsînim konsantrasyona min xera dike.
Lema jî ev du sê roj in zêde ne berhemdar im.
Gul bê sitrî nabe, zivistan bêyî şemitandin û bêyê bapêş nabe.
Helbet ev jî heye, zivistana meriv neşemite, nekeve, neqefile, bi bapêşê nekeve ne tu zivistan e.
Lê zivistan çiqasî bi gelş be jî dawiya her zivistanekê bihareke rengîn e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar