Me îro li Kitêbxaneya Kurdî kongreya 26a ya Yekitîya Nivîskarên Kurd li Swêdê (YNKS) çêkir.
19 endam beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê da du kes, Mihemed Elî Kût û seroka
Yekîtiyê ya berê Nesrîn Rojkan bûn namzedên serokatiyê. Nesrîn Rojkan xanimê 8,
M. Elî Kût jî 10 ray girt û M. Elî Kût bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Kurd yê
nuh.
Zinar Soran, Temûrê Xelîl, Hêdî Gomeî bûn endamên Komîteya Karger.
Ez ji serok û komîteya nuh ra serketinê dixwazim.
Piştî destpêkirina kongreyê seroka YNKSê Nesrîn Rojkan
xanimê axaftinek xweş, nefsbiçûk kir û raporên xebtên di nav salekê da kiribûn
xwend. Rapora aborî jî ji alîyê Zinar Soran ve hate pêşkêşkirin.
Piştî gotûbêjên li ser raporan, komusyona destûra nuh Mistefa Aydogan, Salim
Çelîker û Serdar Roşan destûra nuh pêşkêşî kongreyê kirin. Piştî hin gotûbêjên li
ser destûrê, destûra nû hate qebûl kirin.
Ew jî îro giş nehatibûn. Mimkûn e mazeretên hin kesan hebû nikanîbûn bihatana.
Mimkûn e hinek nexweş bûn, hinekan ji bîr kirin, hinek ne li swêd bûn, ne li Stockholmê bûn, ne misaîd bûn lema jî nikanibî îro werin kongreyê. Ev îhtîmal hemû mimkûn in.
Lê bi texmîna min hinekên mihîm nedîtin werin jî hene.
Ya din wek minberê jî got li Swêd bi sedan nivîskarên kurd hene, piraniya wan ji bo ku bibin endamên Yekîtiya Nivîskarên Swêd xwe didirînin, lê tenezul nakin bibin endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û salê carê werin kongreya wê.
Bi baweriya min nivîskarên kurd fikra wî/wê çi dibe bira bibe, dost û hevalê kîjan partiyê dibe bira bibe, dibê rê li ber endametiya tu nivîskarî, tu nivîskarê neyê girtin û her nivîskar jî Yekîtiya Nivîskarên Kurd li Swêdî wek dezgeheke netewî bibîne û lê xwedî derkeve, ji bo xurtkirina wê bixebite.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar