07 november 2022

Sûcê milet jî pir e

Li tîmarxanê(nexweşxana aqil)dînekî xwe serberjêr bi asraxê xênî va bi darda kiribû, digot ez lampe me, ez hundur ronî dikim.

Kesî nikanîbû ew daxista jêr. Çiqasî li ber digeriyan, digotin dakeve lê danediket. Digot heger ez dakevim hûnê di tariyê da bimînin, hûnê ber xwe nebînin.

Pir li ber geriyan daneket. Dawiya dawî çûn ba serhekîm, mesele jê ra gotin.
Serhekîm hinekî fikirî, got:

-Herin jê ra bibêjin ceyran(elektirîk)qut bûye, êdî ne hewceyî te ye, dakeve.


Di ser ra bîstek derbas bû karkir û berpirsiyarên nexweşxanê dîsa çûn ba serhekîm, gotin:

-Hekîm beg, me ew îqna kir, dixwaze dakeve, lê îcar jî yên li dorê nahêlin dakeve, dibêjin heger dakeve emê di tariyê da bimînin, emê ber xwe nebînin.

Em kanin vê meselokê teşmîlî siyasetê jî bikin. Li Tirkiyê, li Kurdistana Bakur û Başûr jî rewş dişibe vê anekdotê. Milet eynî tiştî dike.

Yên dibêjin em lampe ne, em der û dora xwe ronî dikin bixwazin ji ser kursiyên xwe dakevin jî yên li dorê qebûl nakin. Milet carê fêrî ”lampeyekê” bûye.

Dibêjin bêyî wan nabe, ew herin emê di tariyê da bimînin, emê ber xwe nebînin. Bêyî serokatiya wan nabe, dibê ew tim serok û rêberên me bin, bêyî wan emê perîşan bibin.

Ne xêra mirîdan be şêx nikane şêxîtiya xwe bidomîne. Mirîd hêzê, cesaretê didin şêxan.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar