01 november 2022

Ez dixwazim hûn vê nivîsê bixwînin

Birayê min Mihemed Berzan bi xanima min ra 5 kitêbên Rêdî Seîd ji min ra şandine. Zargotina gelêrî ye, tiştên folklorîk in, çîrok, sitran û destanên gelêrî ne.

Li ser hev 5 kitêbin, 1170 rûpel e.
Navên kitêban wiha ne:
1-Min xewnek dît
2-Gula perîyan
3-Hêka kelandî û noka kelandî
4-Rêya çûn û nehatinê
5-Rostemê zal û Cîhangîr

Rêdî Seîd xebateke pir baş û hêja kiriye. Ji sala 2008a hetanî 2015a li bajar û qezayên wek Êlihê, Rihayê, Hewagê, Wêranşarê, Sêwregê, Dîlokê, Diyarbekrê, Qoserê, Qersê, Dîgorê, Qaxizmanê, Goleyê û Edenê geriyaye, ji devê dengbêjan, çîrokbêjan û xelkê gelek berhemên devkî, tiştên folklorîk top kirine.

Di her pênc kitêban da jî tiştê bala meriv dikşîne xerabûna zimanê dengbêj û çîrokbêjan e. Kurmancîya dengbêjan û çîrokbêjan û ya xelkê êdî ne kurmanciya 60,70, 100 sal berê ye.
Zimanê milet pir xera bûye, him di warê gotinan da, him jî di sentaksê da tirkî pişta kurmancî şikandiye, kurmancî dejenere bûye, ji otantîkiya xwe dûr ketiye, bûye tirkmancî, bûye gêrmiya gavana.

Asîmîlasyonê tesîr li dengbêjan, çîrokbêjan jî kiriye, kurmanciya wan jî pir xera kiriye. Kurmancî êdî ne kurmanciya berê ye, tije gotin û qalibên tirkî ne. Him jî pir in.

Ev yek ewê roj bi roj xerabtir bibe. Dibê kurd lêkolîner, folklorîst bilezînin di nav çend salan da tiştên mayî top bikin. Piştî 20-30 salên din zargotineke, edebiyateke em ji nava milet top bikin ewê nemîne.

Kal û pîr, dengbêj, çîrokbêjên dimrin, nifşên nuh dewsa wan nagrin, dewsa wan tije nabe, berdewamî çênabe.

Çimkî rewş, zemîn û zeman hatiye guhertin. Dem êdî ne dema dengbêj û çîrkbêjan e, ew zemîn nemaye. Li gundan ode û dengbêjên axa û malmezinan nemane, şevbêrk êdî çênabin, êdî însan ji hev fêrî sitran û çîrokan nabin. Dê û pîrik êdî ji zarokan ra xemîşokan, çîrokan nabêjin.

Dema zemîn nemîne kultura dengbêjiyê,  çîrokbêjiyê jî namîne.
Tiştê bimîne jî ewê kurmanciyeke pir xerab be.

Dema meriv van kitêban dixwîne meriv dibîne zargotin, edebiyata devkî ketiye ber sikratê, li ber wendabûnê ye. Zargotina gelêrî, edebiyata devkî sembol ji bo nasnameya miletekî pir muhîm e, wî û miletên din ji hev digerîne. Çîrokan, sitranan, kilamên govendê yanî zargotina gelêrî, edebiyata devkî kurd û miletên din ji hev gerandine û nehîştiye kurd bihelin, di nav kurdan da ruhê netewî zindî hîştiye.

Heger ev edebiyat, ev kultur biqede asîmîlasyona kurdan ewê pir rehettir bibe. Bala xwe bidinê, kurdên bi zimanê xwe nizanîbûne, ji çîrok û sitranên kurdî fêm nekirine, bêpar bûne zû û rehettir asîmîle bûne.

Dara rehên wê ne di kûr da be bi bayekî hêdî ra dikeve, dişkê.

Însan jî wiha ye, kesê zimanê xwe nizanibe, ji kultur û edebîyata xwe, ji tarîxa xwe bêpar be zû asîmîle dibe, zû dibe nêçîra nîçîrvanan…

Di dawiya her kitêbê da çend rûpel ”ferhengoka peyvên biyanî” heye. Ji bo ku xwensdevan bibînin çi hatiye serê kurmancî min ji herfa ”A” hetanî ”D” û ji ”Y, Z” çend numûne girtin.

Numûneyên pir xerabtir jî hene. Ferheng pir e, min nexwest gişî bigrim, ewê nivîs pir dirêj bibûya. Ez bawer dikim çend numûne ji bo fêmkirina rewşê têrê dike.

Altin: Zêr
Amansiz: Bêaman
Anaxtar.Mifte

Artix:Êdî
Ara: Navber, nabên
Aqilî: Baqil
Ayrî: Cihê, cuda
Ayla wan: Malbata wan
Adamê hukûmetê: Merivê hukûmetê

Başqe: Wekî din
Başlamîş dikin: Dest pê dikin
Basmîş dike: Pê lê dike
Başarilî: Serketî
Batmîş dibe: Binav dibe
Bayilmîş: Xewirî
Begen kirin: Ecibandin
Belkle kir: Pa, li bendê ma
Benzemîş dibû: Dişibiya.
Berdax: Qedeh, piyale
Bêz: Paç
Bolge:Herêm
Boyne: Her tim
Cannlî: Zindî
Çelîk: Pola
Çikin: Buxçe
Çuqur:Kort
Çozmîş nake: Ji hev dernaxe
Damle: Dilop
Degiş kiriye: Guhertiye
Degerlî: Bi qîmet
Delxe: Pêl
Deneme: Ceribandin
Dîlekçe: Erzûhal, daxwazname
Dikancî: Dikandar
Dugme: Bişkok, qumçe
Duşman: Neyar, dijmin
Dûrim: Rewş
Duşunmîş bû: Fikirî, da bîra xwe
Doxrî: Rast
Yabancî: Xerîb, biyanî
Yapişmîş: Zeliqî, zeliqîn
Yaqlaşmîş bû: Nêzik bû
Yaş: Umir, temen
Yaşamîş bibim: Bijîm
Yaratmîş kir: Xuliqand
Yatax: Nivîn
Yax: Rûn
Yoxsa: Ya na
Yazî: nivîs

Ev "tirkmancî" di her pênc kitêban da serdest e, bi hezaran gotinên nîvtirkî hene.
Wek tê dîtin tirkî kurmanciya xelkê, ya dengbêjan û çîrokbêjan pir xera kiriye. Û ewê hîn xerabtir bibe.

Tiştekî din jî, nivîskêr qet dest nedaye telafuz û devokan, kê çawa gotibe wer nivîsîye. Zimanê axaftinê û nivîsînê ne wek hev, ji bo însan kanibe bixwîne dibê bihata rastkirin.

Lê nivîskêr gotiye ji ber ku zargotine, folklor e, dest nedaye zimanê kesî, her tişt wek malzeneyekî xam çap kiriye. Xebateke wiha ji bo folklorîstan, lînguîstan û fîlologan baş e. Lê ji bo kesên din nabe, xwendina wan pir û pir zor e.

Çimkî di axaftinê da hin gotin nîvçe tên gotin, bi herfekê tên telafuzkirin. Di axaftinê da meriv fêm dike, lê dinivîsê da meriv fahm nake û maneyên di nava parantêzan da xwendinê pir zortir dike.
Xwezî ev malzeme bihata rastkirin ji bo ku meriv bikanîbûya bixwenda. Lê bi vî halî ne hemû, lê xwendina gelekên wan pir zor e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar