Nizanim çima, îro dilê min ji nişka ve bijiya xwendina şiirê. Ji min xwest ez jê ra çend şiiran bixwînim, xem û kovanên wî, agirê dilê wî vemrînim.
Min jê ra çend şiîrên kurmancî, tirkî xwendin û jê çend heb
jî wergerandin kurmancî.
Şair, hinek kurd in, hinek ne kurd in. Gişan jî xweş
gotine, lema jî bûne şiir. Min got bira bi kurmancî hebin.
-Em çi bikin yanî?
Heger rastiyên vê dinyayê hebin, yê me jî xeyalên me hene.
///Pablo Neruda
-Madem tu hez nakî, wê çaxê xwedîtiyê li çavên xwe bike. Bira çavên te neçin, neyên li çavên min nekevin.
///Cemal Sureya
-Êş diyariya bav û kala ye
Tarîxek wê ya hezar salî heye
Min bi min dide qirkirin
Wek tizbiyek karîbar
Bikşîne bikşîne naqede
Hin caran hebûn û tunebûn
Berberî hev in
Li wir saeteke bêzemberek
Wek kemaneka şikestîye şair
///A. Hîcrî Îzgoren
Dûrî
Her kesekî baraneka wî heye û bayekî wî
Evîn hinekî jê şilbûn e
Bigre min bibe wan baranên dûr
Her kesî şiireka wî heye û sitraneka wî
Evîn hinekî jî pirbûn e
Bigre min bibe wan sitranên dûr
Her kesî êvareka wî heye û çîrokeka wî
Evîn hinekî jî westiyan e
Bigre min bibe wan êvarên dûr
///A.Hîcrî Ozgoren
-Evîn, ji dîtinê bêtir ji bîrîkirinê hez dike, ji destpêdanê bêtir ji
xeyalkirinê hez dike.
Û evîn wer xayin e ku, li ku derê nemimkunî hebe diçe ji wiya hez dike.
///Saf Ozdemir
-Carnan tu jê ra hin tiştan dinivîsînî, tu dinivîsînî, dinivîsînî û dûra xera
dikî. Ew yekê jî naxwîne, lê belê tu hemûyan dibêjî.
///Murthan Mungan
-Heger tu wek sir hez bikî tu yê bigihîjî miradê xwe.Çimkî
gava toxim di axê da veşartî be zîl dide.
///Mewlane
-Çîroka dilên şikestî kin in. Dibêjin çi bû?
Tu yê bibêjî qet, diqede
///Anonîm
-Ezê te veşêrim, bawer bike
di nivîsên xwe da
di xêzkirinên xwe da
di sitranên xwe da
di gotinên xwe da
///Ozdemir Asaf
-Her tiştê li bende ye rojekê diçilmise û dimre
ev kane beybûn be jî
ya jî hêvîyek be
///Sabahattîn Alî
-Bi derewa însan li xwe dike dest pê dike,
îxaneta însên ya li xwe.
///Ozan Denîz Saritop
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar