19 oktober 2022

Tirkan şexsîyet bi gelekên me ra nehîştine

Beqalekî nêzî taxa(mehela)me heye. Xwediyê wê kurdekî ji Kurdistana Rojava, ji Dêrika Hemko bû.
Carnan me riya xwe pê dixist, mêwe û sebze ji ser dikirî. Ev çendake ketiye destê yekî tirk.
Berê min got belkî bûne şirîkên hev, lê îro min fêm kir ketiye destê yekî tirk. Dibê ez riya xwe êdî ji ser qut bikim.

Çaxa di destê yê kurd da bû muzîka wî bi piranî tirkî û erebî bû, çend sitranên kurmancî jî li nav xistibûn lê pir hindik bûn. Tim tingeringa erebeska tirkî bû.

Vê yekê bala min kişand, rojekê min jê ra got:
"Tu kurdê rojava yî çima tu muzîka tirkî lêdixî? Tu kurd î bira muzîka dikane te jî bi kurdî be..."

Got, ez ji bo mişteriyan wer dikim, mişteriyên(bikirên) ne tenê kurd in, tirk, ereb jî hene. Lema ez tevlihev dikim.

Min îtîraz kir, min got lê mişteriyên te ne tirk, ereb tenê ne, gelek kesên din jî hene, lê tu muzîka wan lênaxî. Min got xelk nej i bo muzîkê, ji bo alvêrê tên vir, muzîk tercîha te ye.

Lê pere nekir, muzîka tirkî, erebî domand. Piranî jî muzîka tirkî bû. Her cara min riya xwe pê dixist ya tingireinga erebeska tirkî bû ya jî erebî bû. Kurdî pir kêm bû.

Ev cara sisiya ye ez riya xwe bi dikana yê tirk dixim. Tenê dengê muzîka tirkî tê guhê meriv, mêrik ne muzîka erebî lê dixe, ne ya kyrdî, ne jî ya swêdî.

Lê yê kurd muzîka xwe nedida ser, ji sedî 90ê wê bi tirkî û erebî bû.

Lê tirk, ereb wiha nakin, mêrika muzîka xwe didin gudarîkirin.
Tirk xwedî şexsîyet e, ji xwe, ji zimanê xwe, ji muzîka xwe hez dike. Lema jî di mekanê xwe da muzîka xwe dide gudarîkirin.

 Yê kurd di hundurê da xwe da ji her tiştê xwe şerm dike; ji navê xwe, ji qewmê xwe, ji zimanê xwe, ji muzîka xwe direve û ji bo ku vê bêşexsîyetiya xwe veşêre demagojiyê dike, hezar qal û qîlan dibîne. 
Ev bêşexsîyeta kurdan, ev revaya wan a ji kurdayetiyê min dîn dike.

Li Stockholmê gelek aşxane, markêt û dikanên kurdan hene, ji sedî 99ê wan muzîka tirkî lêdixin. Li Stockholmê ez çûme gelek ciyên kurdan eynî tişt bûye, muzîka tirkî tim domînans e.
Ev yek ne li Swêd tenê, li her welatê Ewrûpayê kêm zêde wiha ye...

Her cara ez rastî tiştekî wiha têm ji hêrsa diteqim, dikevim gewriya wan, lê vala ye, bi zorê nabe, dibê ji dil were.

Ev ne li ba kurdên bakur tenê, li ba kurdên başûr û rojava jî wiha ye. Kurdên rojhilat nizanim, rastî wan nehatime.

Tirk tu carî tiştekî wiha nakin, ji sedî 99ê mişteriyên wan kurd bin jî muzîka kurdî lênaxin. Lê kurd ji sedî 1ê muşteriyên wan ne tirk bin jî muzîka tirkî lêdixin.

Belkî di nav kurdan da jî çend îstîsna hebin, di mekanên xwe da ew jî muzîka kurdî lê dixin. Lê hetanî nuha ez li yekî wiha lê rast nehatime, muzîka hemû dikan, aşxane, qahwexaneyên kurdan tirk ye.
Wek min got, çimkî şexsîyet miriye, naxwaze kurdbûna xwe dernîşan bide. Lema jî ji muzîka kurdî, ji zimanê kurdî direve, bûye heyran û muptelayê tirkî û muzîka tirkî.

XXX
 Îro li Stockholmê hewa xweş e, lê hinekî sar e. Destên min cemidî. Min montekî germ li xwe kiribû, ez neqefilîm. Sola min jî ya payizê bû, nigên min necemidîn. Lê destên min bûn bûz. Êdî wexta lepik e, dibê careke din bêyî lepik neçim gerrê.

Ez ji sermê ra jî, ji germê ra jî xurt im, tenê destên min problem in, zû dicemidin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar