Sal bi sal xwezî bi par. Îsal ji me kurdna ra pir xerab hat, Çar dewletên dagirker wek ggurên har çarhawêlî me girtine, bi xezebeke giran dajon ser me.
Me got belkî sedsala 21ê bibe sedsala azadî û serxwebûna me, lê texmîna me şaş
derket. Bi kêmanî destpêk xerab e. Hêvî dikim baştir bibe.
Êdî ne yek, çar dewlet di eynî demê da, carnan jî bi hev ra wek gurên
har xarî me dikin.
Tirkiye, Daîş, Heşda Şabî, Sûrî, ne bes bû, Îran jî li wan zêde bû. Li gorî
xeberên ajansên dinyayê pasdarên rejîma
Îslamî li Kurdistanê bi rengekî hovana êrîşê dibe ser kurdan, xelkê siwîl bi
xedarî gulebaran dikin.
XXX
Hêzên Îrana celad, faşîst li Kuristanê hemberî kurdan dest
bi qetlîameke mezin kiriye.
Rojnameya Swêd Aftonbladet dibêje jineka şahidê bûyerê ji
rojnameya The Guardianê ra gotiye ”dora bajarê Senendejê girtine, rê nadin kes
here û were bajêr. Bi rengekî xedarane xelkê gulebaran dikin”, qetlîamek tê
kirin.
Hêzên kurd dibê giş bi hev ra alîkariyê ji Neteweyên
Yekbûyî, ji dinyayê bixwzin.
Dibê em bêdeng nemînin dinyayê rakin ser nigan, çi ji destê
me tê bikin, birayên xwe bi tenê nehêlin. Îro roja namûs û xîretê ye.
XXX
Her sibe gava ez kompîtora xwe vedikim, bala xwe didim
malperên yên twîtterê û facebookê dibînim wek min eynî meriv şiyar in, aktîv
in.
Em çend kes in, bûne wek ferdên malbatekê. Ew tiştên min
diecibînin, ez yên wan diecibînim.
Tim eynî kes in. Twîtter û facebook bûne wek qahwexaneya me, her sibe em radibin berên xwe didin van platforman. Wek kesên her sibe rabe here mizgeftê nimêja sibê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar