09 oktober 2022

Îro çûm nêçîra kakivîlkan


Cîranekî min ê swêdî heye, nabêna min û wî pir baş e.

Merivekî pir orjînal e. Her kar ji deta tê. Gava serê min dikeve tengasiyê ban dikimê.

Nuh teqawit bûye, vala ye, dihere li daristanê digere, kakivîlkan (kivarakan) top dike.

Du roj berê torbak di dest da di ber deriyê min ra derbas bû, min got ew çi ye?

Got kakivîlk in, daristan tije ye.

Min got careke din ez jî dixwazim bi te ra werim.

Îro danê esir ez ji gerrê dihatim, telefonî min kir, got tu li mal î?

Min got ez ne li mal im, lê hetanî deqîqeyekê digihîjim malê.
Min bala xwe dayê camêr li ber deriyê min sekinî ye.

Hîn min nepirsî bû mesele çi ye, got zû dîzma xwe têxe pê, emê herin kakivîlkan.

Ez serê we neêşînim, min dîzama xwe xist pê, sepeta xwe da destê xwe û me bi ereba wî berê xwe da daristanê.

Ew berê çend caran çûbû, cî zanî bû.
Got derên berê ez çûme tiştek lê nemaye, min rût kiriye. Emê herin aliyekî din, ciyê şil, ciyên kevz lê heye. Kakivîlk ji derên bi kevz hez dikin.

Em li dora du saetan geriyan lê ji şansê min ra tunebûn, em çûbûn dereke xerab.

Lê dîsa jî min li dora 300-400 xiramî anî. Bû şîva îşev. Min sor kir, du hêkên xwe jî bi ser daşikandin û pê dizkê xwe têr kir. Yanî şîva îşev jî wiha derbas bû.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar