07 september 2022

Saeta bavê min û tesadufeke mûcîzewî

 

Xanim haziriya çûyina welêt dike. Bawila xwe hazir dike, tişt miştên ji diya xwe ra, ji xwehên xwe û ji birayên xwe ra, ji zarokên wan ra kirîne topî ser hev dike, ji hev digre, dixe dûzanê.

Ev çend roj in pir mijûl e.

Pitirpêr(4/9) saetek dirêjî min kir, got:

”Ev saeta ya bavê te yê rahmetî ye, diya te ya rahmetî di sala 2001ê da dema hat vir ji te ra anîbû, nuha ez lê rast hatim...”

Ez matmayî mam, min got malneketê, ev 21 sal in te ew veşartiye, çima te bi bîra min nexist?

Em ketin gewriya hev, got min digot belkî tu zanî, te ji bîr nekiriye, jixwe tu naxî destê xwe…

Sala diya min hat vir, gustîla bavê min bi xwe ra anîbû, da min, ji wê rojê da ye gustîl wer di tiliya min da ye.

Lê min saet ji bin da ji bîr kiribû. Ez pir kêfxweş bûm, fena ku li xezîneyê rast werim.


Bavê min ê rahmetî(Bûboyê Xamo)ji min ra li dû xwe tu mal û milk, serwetek mezin nehîşt. Lê gustîlek zêr, 12 gr, 21 eyar û saeteka Seîko 5 ji min ra hîşt.
Rahmetiyê bavê min ji gustîlên zêr, ji saetên buha, ji tiştên bi qalîte hez dikir û dikirî. Ez bawer dikim tim gustîlek di tiliya wî da hebû.

Heta ez sax bim ezê van herdu yadîgarên wî bi îhtîmam mihafeze bikim, piştî mirim jî ezê ji zarokekî xwe ra bihêlim.

Saet otomatîk e, bêpîl dixebite, lema tavilê xebitî.

Lê ji ber ku hewqas sal in nehatiye bikaranîn, hinekî qilêrî bû. Qilêra berê jî hîn pê ve bû.

Lawkê min Rojen ji min ra paqij kir, min zincîra wê ya xerabe jê derxist, qayişeke reş xistê û xist destê xwe.

Saeteke ne pir buha ye, lê xweşik e, bi qalîte ye.  Saeteke kevn e, ya sala 1983a ye. Ekrana wê reş e. Min pir jê hez kir.


Mezinahiya wê jî tam li gorî destê min e. Çend saetên min hene, lê min nêt kiribû yeka hinekî baştir bikirim.

Lê êdî tu saet maetan nakirim, heta ez hebim ev saeta bavê min, Bûboyê Xamo ewê tim di destê min da be.

Û tesadufeke mûcîzewî !
Piştî min ev nivîs qedand, min xwest tarîxa wefata bavê xwe fêr bibim, min ji bîr kiribû. Di malpera xwe ya Facebookê da min bala xwe da rismên gorra wî. Min û diya xwe, birayê xwe Faîq li ser gorra wî çend rismên xwe girtine. Tarîxa wefata wî: 04-09-2000.

Dema min ev tarîx dît ez şok bûm, xanimê eynî rojê saeta wî dî û anî da min. Ev tiştekî wek mûcîzeyê ye, tesadufeke fenomenal e!

Di roja wefata wî da em saeta wî ya 21 sal in me hebûna wê ji  bîr kiribû dibînin. Ev tesadufeke mûcîzewî ye, aqil ji serê meriv dibe.

Xwezî wê rojê ez pê bihesiyama û min ev nivîs di 4ê mehê da nivîsîbûya.

Bi dîtina vê xatireya bêemsal û bi fêrbûna vê tesadufa mucîzewî ez pir dilşa me.

Ji bo vê xatiraya hêja bavê xwe û diya xwe bi hurmet bibîr tînim, gorrên herduyan bihuşt be.

XXX

Îro rojeke pir bi tîn heye. Li hewşê min bîstekê xwe da ber rojê ez şewitîm, min baz da ber siyê.

Payiza me îsal pir nazik, bê sar û serma dest pê kir. Wiha dom bike xweş e, emê carnan wek mirîşkan xwe bidin ber dîwar û hinîşkan.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar