05 september 2022

Piştî wefata şairekî bêkes

Mihemed Efîf Huseynî, şairê dilzîz û bêkes di 24ê tebaxê da bêdeng, bêyî ku haya kesî bigihînê, bêyî ku kesî nerehet bike, bêyî ku kes li ser hêsiran bibarîne, bêyî ku tuxtor, hekîman banke gazî û hawara xwe, di mala xwe ya xirr û xalî da, tik û tenê ji vê dunya jê ra nebûbû yar, bar kir û çû îstergeha xwe ya ebedî.

Dema min bihîst şairê bêkes mirîye tevizînekê girt bedena min, dilê min kelogirî bû.

Mihemedo, bêkeso, te pir zû terka me kir, 65 sal pir zû bû, ne wexta mirinê bû.

Lê diyar e dilê te ji dunyayê mabû, te nexwest dil zêde bikşîne, lema te ji nişka ve got bi xatirê we û tu çû…

Mihemed merivekî bêdeng bû, ji qelebalixê, ji reqlamê hez nedikir, şair bû, dunya wî şiîr bû, bala wî tenê li ser şiîrê, edebîyatê bû.
Min gelkî dixwest Mihemed berî mirina wî bibînim û rojên borî pê ra yad bikim, têr li dilê wî yê xembar gudarî bikim.

Min Mihemed Efîf di orta salên 1980î da bi riya Ehmed Husênî nas kir. Me çer hevdu dît min jê hez kir, xwîna min lê keliya. Em dostên hev . 

Lê dûra jiyanê em ji hev dûr xistin, ez mam li Stockholmê, Mihemed jî çû Goteborgê û hin bajarên din.

Bi vî hawî me li xerîbiyê şopa hev wenda kir.
Ne wî li min pirsî, ne min li wî pirsî. Heta roja min xebera mirina wî di medyaya sosyal da xwend.

Dema şairê bêkes miriye, min li çonga xwe xist, min got hey wax, xwezî berî mirina wî min carê ew bidîta.

Xwezî rojekê ez bibama mîvanê wî û min têr li şairê xwe yê bêkes, bi tenê û dilbikul têr gudarî bikira.

Me şevekê hetanî sibê wek berê têr bi hev ra vexwara, buxçika kul û derdan ji hev ra vekira.

Wî şiîr bixwenda, min lê gudarî bikira, me ji hevdura têr qala bîrîkirinê, kesera welêt û êşa xerîbiyê bikira.
Lê mirî ji gorrê ranabin, her cara di medyaya sosyal da ez rismê wî yê hustuxwar dibînim aliyê minê çepê jan dide.
Yên dimrin ne xema wan e, dimrin, diherin. Mirin mala yên mane dişewitîne.

Çend gotin jî li ser çîroka dîtina risman.
Îro dostê minê hêja Sedetîn Mele telefonî min kir, got Ehmed Huseyênî rismên Mihemed li mala we girtibûn dixwaze.
Di kompîtora xwe da ez pir lê gerîyam, lê min nedît. Min ji Sadetîn ra got wele min nedît.

Qey xanimê li axaftina mn û Sadetîn gudarî dikir, ji min ra got, risim di albûma te ya risman da ye û çû çend albûmên risman anîn danî ber min. Ez li risman gerîyam, min sê risim dîtin. Ji kêfa dikira bifiriyama. Min tavilê telefonî Sadetîn kir, min got hal mesele ev e, min risim dîtin. Lê ez nizanim scana bikim.

Êvarî gava lawikê me hat mal, ewê ji min ra bike. Bi vê minasebetê ezê nivîsekê jî li ser binivîsînim û wan risman jî pê ra belav bikim. Bira ev jî xatirxwestin û yadkirina min be.
Berî mirina wî nebp qismet em hevdu bibînin, bi vê nivîsê ez wê kulê ji dilê xwe derdixim û bi hezkirineke mezin şairê bêkes bibîr tînim.

2 kommentarer:

  1. Destxweş kek Zinar! Bi vê nivîsê te hestên xwe yên ji dil, rast û kûr û bi gotinên sade derbirîne

    SvaraRadera