21 september 2022

Min tiriyê dara xwe kir şerbet


Li Stockholmê îro hewa pir xweş bû,16 derece germ bû.Tam roja ger û seyranê bû. 

Ez çûm saetekê meşiyam û hatim.
Kal û pîrên taxa me kes di hunduran da nemabû, derketibûn ji xwe ra hêdî hêdî digeriyan.

Swêdî ji rojên wiha pir hez dikin, yekî tew xwe tazî kiribû, dabû ber rojê. Camêr ne neheq bû, payizê rojên wiha bi dest meriv nakevin.

Nêzî golê hevşoyekî kûçikan çêkirine. Her kes kûçikê xwe tîne bera nav hevşo dide.
Kêf kêfa kûçikan bû, dabûn çindik û lotikan. Xwediyên wan jî hinek bi hev ra dipeyivîn, hinekan jî bi kûçikên xwe ra dilîstin.

Ji ber ku hin karê malê hebû ez zêde nemam, zû hatim mal. Gîha hewşê dirêj bûbû, min makîna xwe ji mexzenê derxist, gîha xwe çinî.

Dûra min satilek tiriyê xwe ji dara xwe jê kir, pak şûşt, keland û kir şerbet û bera du şûşan da.
Tiriyê dara me hebhûr e, ne tiriyê xwarinê ye, lê ji bo şerbetê entîke ye. Min xistiye dolabê, ezê çend rojan ji xwe ra vexwim, pê kêf bikim.

Piştî min ev kar giş qedandin, fera folên qilêrî bûbûn giştik şuştin, dor hat ser şîva êvarî. Min ji xwe ra menemenek pir xweş, bi penêr, gêzer, sîr û zencefîr çêkir û danî wir. Hinek birinca min ji do da ma bû, têra min kir.
Îşev wiha derbas bû, hela binêrim sibe ezê çi çêkim…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar