Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-09-14
Me, Riya Azadî, TKPê li ser navên komeleyên xwe li Tensta Traffê bi navê ”şeva
piştgirî û hevkariyê” şevek çêkir. Şevê saet di 18.00a da dest pê kir.
Li dora
300 kesî di şevê da hebûn. Min di şevê da pêkenînek bi tirkî û çend hebên jî bi
kurmancî gotin.
Ji bo paqijiyê û şuştina feraxan ji me ez, ji ISTÎBê(komela TKPê)jî 5 kes
hetanî 12.45a man.
Em gelkî westiyan. Xwarin, vexwarin, kêf xweş e, lê paqijî
tim dikeve hustuyê çend kesan. Ez tim yekî ji wan kesa me.
XXX
1986-09-14
Ez û Salim Çelîker em çûn mala Seîd Aydogmuş. Em hinekî li ser broşorên TKPê(Partiya Komunîst a Tirkiyê)piştî kongreyê belav kirine peyivîn. Ji wan broşoran di yekê da li ser kemalîzmê û mesela kurdan tiştên pir ne xweş dibêjin. Me hersiyan jî fikrên borşorê rexne kir.
Min û Seîd me got dibê meriv rexne bike, tiştekî li ser binivîsîne. Salim got, ew hîn nebûye dîtineke partiya ya resmî, hîn tez in, piştî konferansê dema qebûl kirin meriv kane rexne bike. Lê nuha hîn zû ye.
Tiştê Salim got, me rast dît.
XXX
1999-09-14
Do ne pêr ez çûm şîna Hecî Nîgît. Îşev jî seet li dora dehê şevê
Kerem telefonî min kir, got wele birayê Selîm Bakac, Hecî wefat kiriye.
Heyf bû. Lê bextê mirinê tuneye, ne dibêje guneye û ne jî xort e. Min hinkî zû
bihîstiba ezê îşev biçûya ma wî.
Lê êdî dereng e. Ya xerab sibe nikanim nerim kar jî. Ji xwe wê rojê jinikê ji
min ra got tu hema ji nişka ve dibêjî îznê bide min, wiha nabe, em nikanin plan
bikin.
Îmkana min heba minê çend rojan xwe nexweş binivîsanda, ezê li ba Selîm bimama,
ewê bîna wî fire biba.
Min telefon jî nekir, sibê piştî kar ezê rast herim wir.
XXX
2009-09-14
Azîz Aliş gotiye Nûrî Salmaş du defter şiîrên xwe jê ra şandiye,
ew bi defterekê mijûl e, dixwaze ez jî deftera din rast bikim. Heger ez bibêjim
erê, ewê ji min ra bişîne. Min ev bersîv dayê
Silav!
Ezîz, tu zanî wexta min ya nivîsandinê tuneye, ez heroj bi zor nivîsa xwe
dinivîsim. Heger wexta min hebûya minê bi dilxweşî binivîsanda.
Lê heger tu weke fîlekê bi e-meylê ji min ra bişîne ez dikanim rast
bikim, lê nivîsandin bi rastî jî wexta min tuneye.
Telefona min a desta xera bûye, ez nuha ya kar bikar tînim. Dema tu hat tu
dikanî telefon bikî.
Numreya telefonê ev e.
Bi silavên biratiyê
Zinarê Xamo
Nûrî Salmaş ji Ezîz Aliş bêtir xwedêgiravî hevalê min e, heger
bixwesta ez şiîrên wî rast bikim, ewê ji min ra bişanda, ne ji Ezîz Aliş ra.
XXX
2014-09-14
Qutbedîn Aliş li ciyê rehetiyê hevalê xwe nerhet dike. Gelek caran nivîsên min rexne dike. Ji ber ku hevalê min e, ez naxwazim pê ra minaqaşe bikim, lê fêm nake.
Îro dîsa bela xwe di PKkê daye. Nivîsa min ne li ser PKkê ye, lê ew meselê dibe ser PKKê.
Qutbedîn, tiştê min qal nekiriye, li ser nenivîsîye, çima ezê rabim têkevim
minaqeşeya wê? Tu di dîwarê min da dinivîse, ezê mecbûr tevî minaqeşê bibim...
Yanî ne hewce ye. Tu dikanî wê pirsê di malpera xwe da bikî Ji xwe min ew
blokera kiriye
Qudbetîn: "Min ji nivîsa te re tiştek negot î ye min jî wek her kesî
dîtinê xwe gotiye ez aciz buna te fehm nakim. Navê min heye ez çi dibêjim aîdî mine ne aîdî te ye."
XXX
Bira, tu bi minasebeta nivîsa min, di malpera min da, wek ku
min biparêzî tiştekî ku min minaqeşe nekiirye dibêjî.
Ewê bersîvê bidin, xebera
bidin. Dibê ez cî bidim nivîsa wan jî. Ezê jî mecbûrî têkevim nava minaqeşê.
Ez
naxwzim têkevim nava minaqeşeyeke Ocalan çi gotiye çi negotiye.
Çima tu hevalê
xwe fêm nakî? Çima tu hevalê xwe mucbûrî minaqeşeyeke ew naxweza dikî?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar